Derûnnasiya perwerdehiyê şaxekî zanistê ye ku li ser tevgerên mirov û heywanan lêkolînê dike û cudahiyên di navbera mirovan de jî destnîşan dike. Cudahiyên di navbera mirovan de yek ji girîngtirîn tespîtên qada derûnnasiya perwerdehiyê ye. Bi gotineke din; derûnnasiya (psîkolojiya) perwerdehiyê, bi tevgerên berteka zarokan a afirîner ku li hember teşwîqên bi hawîrdor re têkidar e mijûl dibe.
Gelek têgihên bingehîn ên perwerdehiyê di pêşkeftin û geşedaniyên ku di dîsîplîna psîkolojiyê de tên dîtin hene. Cudahiyên takekesî di qonaxên pêşkeftin û geşedaniya zarokan de, ango di pêvajoya perwerdehiyê de zelaltir têne dîtin. Cudahiyên kesane yên di pêşkeftina laşî û mezinbûnê de tên dîtin her wiha di geşedaniya giyanî de jî tên dîtin. Dibe ku du zarokên di heman temenî de û di heman polê de dixwînin yek jê bi tena serê xwe cilên xwe li xwe bike û yê/ya din jî nikaribe sola xwe têxe lingê xwe. Bi heman awayî, dema ku yek ji wan zarokan di lîstikê de ji yê/ya din serketîtir be, dibe ku zarokê/a din jî di dersê de ji yê/ya din serfiraztir be.
Hin zarok pir zû û hin zarok jî hêdî mezin dibin. Ji ber mezinbûna laşî û geşedaniya derûnî, hinek ji wan zarokên ku di heman temenî de diçin dibistanê, ji bo hînbûna dersên ku tên dayîn, amade ne û di têgihîştinê zehmetiyê nakişînin. Hinekên din jî baş negihiştine; di mezinbûna laşî, geşedaniya derûnî û têgihîştina dersên ku têne dayîn de zehmetiyê dikişînin. Ev asta lezê di pêşkeftina şiyana zarokan de bandorê li ser serkeftina wan a dibistanê dike. Ji bo vê jî divê zarok ji asta jîrbûnê zêdetir neyên darê zorê û di hemû aliyan de bi hemsal û hevsalên xwe re neyên berawirdkirin û bi hev re nekevin hevrikiyê.
Kesê/a ku herî zêde û herî baş cudatiya navbera zarokan dibîne mamosteyên wan in. Divê mamoste bizane ku cudahiyên takekesî yên di nav xwendekaran de hene û belavkirina cudahiyên wan normal nîşan bide û di vê çarçoveyê de serkeftina şagirtên xwe baş binirxîne. Cudahiyên laşî, derûnî û giyanî yên di navbera xwendekaran de tên dîtin bi heman awayî di şiyan û serfiraziya wan a kesane de jî têne dîtin. Ligel ku hemsalê hev in jî tu şagird bi xisletên ku di kesayetiya xwe de pêk tînin tu car naşibin hevdû. Ev neşibandin, ne nîşana xurtî û ne jî nîşana qelsiya wan e. Ev neşibandin, ne nîşana jîrîtî û ne jî nîşana famkoriya wan e. Ev neşibandin ne nîşana pêşketin û ne jî nîşana paşketina wan e. Tenê cudabûn û xweseriya wan nîşan dide. Dibe ku şiyana xwendekarekî/ê ji bo têgihiştin, axaftin û pirskirinê pir baş were hesibandin û şiyana wî/wê ya ramana razber baş were formulekirin. Cudahiyên ku di navbera zarokan de pêk tên bi her awayî di navbera kesên ciwan, gihîştî û pîr û kal de jî pêk tên. Bêguman merhaleyên perwerdehiyê hin caran li gor temen, herêm, taybetmendî, avahî, şert û zayenda mirovan jî diguhere. Divê cudahiyên di navbera mirovan de wek serdestî an kêmasî neyên dîtin.
Di berjewendî, helwest, aliyên devkî û hejmarî de û hem jî di leza pêşkeftin û mezinbûnê de cudahiyên girîng hene. Tê zanîn ku di navbera kur û keçan de cudahiyên fîzîkî hene. Zarok di qada perwerdehiyê de bi hemû liv û tevgerên xwe cudahiyên xwe nîşanî me didin. Ev cudatî ne tiştekî neyînî û ne jî erênî ye; tiştekî asayî û xwezayî ye. Çawa ku reng, deng, bejn û bal, giranî û dirb û dirûvên zarokan naşibin hev, behre, jîrayî cerbeziyên wan jî naşibin hev.
Zarok hem ji ber wê cudatiya navbera hemcinsê xwe û hem jî ji ber cudatiya navbera heyîn û heyeberên din gelek tiştan fêr dibin. Belê mixabin, li gelek deverên dinyayê pergala perwerdehiyê ji hevşibandinê wêdetir, yekdengî, yekrengî yeknijadî yekdirbî û yekoliyê li ser zarokên ku bi her awayî ji hev cuda ne dide ferzkirin. Gelek pergalên perwerdehiyê bi vî rengî ne û hewl didin ku her kes her gav wekî kesên din bijîn û wisa xuya bikin.
Zarok bi awayekî xwezayî ji hêla zayendî ve jî ji hev cuda ne. Gelek pisporên derûniya zarokan diyar dikin ku di dema jidayikbûnê de, pitikên nêr bi giranî ji pitikên mê hinekî mezintir in. Lê belê, di balixbûna yekem de, ev zêdebûn di keçan de pirtir e. Di xortaniya dawî de ev zêdeyî dîsa derbasî kur dibe. Di balixbûnê de, keç ji hêla fîzîkî ve herî kêm salekê ji kurên heman temenî girtir in. Ji aliyê bedenî, derûnî û civakî ve, keç ji kuran zûtir mezin dibin. Di ezmûnên jîrayî yên ku di qonaxa yekem a perwerdehiya seretayî de tên kirin de, tê dîtin ku keç ji kuran pêşdetir in. Ev nîşan dide ku keç ji hêla derûnî ve ji kuran zûtir mezin dibin.
Belê piştî balixbûnê ferqa kur û keçan ji holê radibe. Wekî din, di ceribandin, meyldarî û serîlêdanê de, her çendî ku di heman temenî de ne; hatiye çespandin ku keç di beşên ziman (devkî) de bi ser dikevin, kur jî di beşên (hejmar) de li gorî jimare û mekanîkê bêtir serketî ne. Di zarokatiyê de ji aliyê hêz û xurtiyê ve zêde cudahiya kur û keçan nîn e. Lê di destpêka xortaniyê de ji ber zayenda wan, di navbera keç û kuran de hin cudatî derdikevin holê. Bêguman gelek sedemên vê cudatiyê yên aborî, çandî civakî hene. Ev jî mijara nîqaşeke din e.
Têkiliyên zelal di navbera karên cihêreng ên ku mirov dê di jiyanê de bikin û jêhatîbûn, hewcedarî, kesayetî, berjewendî û taybetmendiyên laşî de hene. Her ku radeya tevliheviya kar û pîşeyê zêde dibe, asta jêhatîbûnên ku ji xebatkar tê xwestin ji bo ku kar û xebatê bi kêf û serfirazî bimeşîne jî diguhere. Mamoste divê van rewşan li ber çavan bigire dema ku cudahiyên di navbera xwendekaran de bibîne. Tesbîtkirina cudahiyên laşî, giyanî, derûnî û zayendî di nav xwendekaran de karê mamoste hêsantir dike. Lewre mamoste xwendekarên xwe ji nêz ve û baştir nas dike. Çîrvanokek bi navê “Dibistana Heywanan” a ku gelek caran ji hêla perwerdekaran ve tê vegotin heye. Di çîrvanokê de rojekê hin heywanên ku li daristanê dijîn têne cem hev û biryar didin ku dibistanekê ava bikin. Lijneya hînbûnê ji sihorik, marmasî, çûk û kîvroşkekî pêk tê. Dema ku çûk, wekî yek ji endamên lijneyê ye, doza tevlêbûna firînê di mufredatê de dike, kîvroşk israr dike ku bazdan jî di mufredatê de cih bigire. Di heman demê de marmasî dixwaze avjenî û sihorik jî dixwaze hilkişîna daran di bernameya mufredatê de cih bigirin. Hemû tên cem hev û bernameya hînbûnê amade dikin. Êdî hemû dixwazin ku hemû heywan beşdarî van hemû dersan bibin.
Dawiyê ev yek pêk tê û kîvroşk di bezê de pileya herî bilind bi dest dixe, belê di hilkişîna ser darê de bi ser nakeve. Çi cara ku hildikişe ser darê bi paş ve diqulibe. Di demeke kin de mejiyê wî xira dibe û ew kivroşkê beza meşê jî ji dest dide. Çûk her tim di firîna xwe de bi ser dikeve, belê di kolana erdê de tiştek ji destê wî nayê; nikulê wî dişkê û per û baskên wî diweşin. Sihorik jî di hilkişandina ser darê de pir serketî belê di karê din de pir bêkêr e. Marmasî her karî dike belê di tu karî de ne yê herî serketî ye. Fikra navendî/bingehîn a vê çîrokê ev e ku marmasiyê famkor be jî bi kêmanî di her karî de bi ser dikeve û wekî heywanê her serketî tê hilbijartin.
Perwerdehiya ku cudatiya navbera zarokan esas negire; behre, jîrayî, meyldarî û ceribandinên zarokan têk dibe û tiştê ku di vê çîrvanokê de hatiye serê ajelan tîne serê zarokan.