Di 20’ê Tîrmehê de Dadgeha Hewlêrê bi tawana ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî birî. Rêxistina Tîmên Avakirina Aşîtiya Civakê ya Amerîkayê (CPT) der barê mijarê de li Silêmaniyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê CPT’iyê Julian Floyd axivî.
Floyd da zanîn ku di dema dadgehkirina Şêrwanî Şêrwanî de binpêkirin hebûn, ji ber ku dadgeh vegerandibûn leşkergehê û got: “Zêdetirî 15 leşker û çekdar di nava hola dadgehê de amade bûn, her wiha zêdetirî heman hejmarê jî li derve bûn. Wê çawa kesek di vê rewşê de bikare parastina xwe bike, çawa wê bikare di nava hola dadgehê de xwe aram hîs bike? Dadgehkirina Şêrwanî ne bi edalet bû, parêzerên Şêrwanî nikarîn beriya dadgehê dosyaya lêpirsînê bibînin.”
Flody got Hikumeta Herêma Kurdistanê dadgehê ji bo bêdengkirina azadiya fikir û karê medyayê bi kar tîne.
Floyd her di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Umêd Beroşkî di mala xwe de hate revandin û bi biryara Mesrûr Barzanî jî hate berdan. Ger biryara berdanê bi destê Mesrûr Barzanî be, wê demê biryara destgîrkirinê jî bi destê Mesrûr Barzanî ye. Ev jî tê wê wateyê ku dibêjin em dikarin bêyî biryara dadgehê xelkê destgîr bikin û birevînin.”