Şerê Xezeyê ku piştî Hamasê di 7ê Cotmeha 2023an de şer ragihand ji aliyê Îsraîlê ve hate destpêkirin, ji bo rojnamevanan bû hilweşîneke mezin. Li gorî pêşlêkolînên Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ên heta 27ê Gulana 2025an, ji dema destpêkirina şer û vir ve li Xeze, Şerîa Rojava, Îsraîl û Lubnanê herî kêm 181 xebatkarên medyayê û rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan. Ev tablo ji sala 1992’an û vir ve ku CPJ’ê dest bi berhevkirina daneyan kiriye, ji bo rojnamevanan dema herî kujer e.
Li Xezeyê rojnamevan di bin êrîşên hewayî, xela, koçberiya nifûsê û hilweşîna ji sedî 80ê ya avahiyan, di nava şert û mercên gelekî xetere de kar dikin. CPJê; îdiayên têkildarî mirin, girtin û birîndarkirina zêdeyî 130 rojnamevanan lêkolîn dike, lê belê şert û mercên giran ên li herêmê li pêşiya wergirtina agahiyan dibe asteng.
Li gorî daneyên CPJê, 181 rojnamevan û xebatkarên medyayê jiyana xwe ji dest dan, ku 173 ji wan Fîlîstînî, 2 jê Îsraîlî û 6 jî Lubnanî bûn. Her wiha 96 rojnamevan birîndar bûn, 2 rojnamevan winda ne, 86 rojnamevan jî hatin girtin. Hate ragihandin ku êriş, gef, sansur, êrişên sîber û kuştina endamên malbatê jî di nav de gelek mafên rojnamevanan hatin binpêkirin. CPJê diyar kir ku heta niha herî kêm 17 rojnamevan û 2 xebatkarên medyayê yekser ji aliyê hêzên Îsraîlê ve bi hedefnîşandanê hatin qetilkirin.