12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cotkaran di bin êrîşan de dest bi berhevkirina zeytûnan kir

Çotkarên herêma Kantona Firatê di bin êrîşên Dewleta Tirk de dest bi berhevkirina zeytûnan kirin. Cotkar ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker nikarin biçin nav zeviyên xwe.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhevkirina zeytûnan dest pê kir. Wek kevneşopekê, piştî barana pêşîn a dawiya payîzê û destpêka zivistanê, cotkar dest bi çinîn û berhevkirina zeytûnan dikin. Li kantona Firatê ku darên zeytûnan wek çandiniyeke nû ketiye herêmê, cotkaran dest bi çinînê kir. Cotkarên herêmê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker bi fikar diçin nava zeviyan.

Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Sariya Şêxo li ser çotkarên zeytûnan ku di bin êrîşên Dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nûçeyek amade kir.

Cotkar dibêjin çandina darên zeytûnan ji salên 2002`yan ve bi berfirehî ketiye nava çandiya kantona Firatê, bi taybet li gundên Kobanê. Herî zêde darên zeytûnan li gundên başûr û rojavayê Kobanê têne çandin. Cotkar Meryem Mihemed a ji gundê Bûbanê yê Kobanê, 600 darên zeytûnan çandine û niha dest bi berhevkirina zeytûnan kiriye. Meryem diyar kir ku berhema 600 darên zeytûnan têra debara malbatekê dike, lê îsal zeytûn ji par kêmtir in û got: “Darên zeytûnan du salan carekê berhemê didin, lewre salekê berhema wan kêm e salekê jî zêde ye. Îsal di dema vebûna kulîlkan de bayê kur li herêmê rabû û kulîlkên daran weşiyan, lewre berhema îsal kêm in.”

‘Dewleta Tirk êrîş dike’

Gelek zeviyên darên zeytûnan ên gundên Kobanê li nêzî sînor in. Dewleta Tirk a dagirker nahêle cotkar û paleyên berhevkirina zeytûnan herin nav zeviyên xwe.

Meyerm Mihemed destnîşan kir ku cotkar dema diçin nava zeviyên zeytûnan rastî gulebarana leşkerên Tirk tên, lewre welatî bi tirs diçin nava zeviyan û carinan jî nikarin herin.

Cotkar ji bo peydakirina paleyên berhevkirina zeytûnan jî zehmetiyê dikşînin, ji ber ku pale newêrin herin nav zeviyan û kar bikin.