Ji hilbijartinên ku dê di 14’ê Gulanê de li bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê de bên kirin re kêm roj man. Li Colemêrg û navçeyên wê yên li ser sêgoşeya sînorê bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê ne wê di hilbijartinên di 14’ê Gulanê de 186 hezar û 155 kes di 590 sindoqan de dengên xwe bidin.
Nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Mazlûm Engîndenîz der barê hilbijartinên 14’Gulanê de bi gelê Colemêrgê re axiviye û bîr û baweriyên wan wiha aniye ziman; Colemêrgiyên ku beriya hilbijartinan me mîkrofon dirêjî wan kir diyar kirin ku ji bo qeyrana aborî, şer, qedexeyên zozanan bi dawî bibin û aştî pêk were guhertinê dixwazin û destnîşan kirin ku ji bo vê yekê zêdebûna parlamenterên Partiya Çepên Kesk a di Meclisê de girîng e.
Siddik Tan ê ku dê di hilbijartina giştî de dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk wiha got: “Pergala yek zilamî ya 21 salan veguherî pergala serokatiyê, pergala dîktatoriyê. Ji bo guhertinê em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”
Daxwaza perwedehiya bi zimanê dayikê û aştiyê
Bariş Arkadaş jî anî ziman ku weke Colemêrgiyekê dê ew û hemû gelê Colemêrgê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û wiha got: “Guhertin şert e. Gelemperiyê gelê Colemêrgê niha bêkar e, keyfxweş nîne û bi fikar e. Em niha li welatekî ku niha li ku derê wê kengî çi bibe nediyar e dijîn. Ji bo nifşên nû pêşerojeke xweş bijîn ji vê zilmê re dibêjin bes e. Em ê dengê xwe ewilî bidin Partiya Çepên Kesk pişt re bidin Kiliçdaroglû.”
Arkadaş, anî ziman ku li Colemêrgê kesek jî ji polîtîkayên desthilatê yên heyî ne keyfxweş e û wiha berdewam kir: “Yek mirovekî ku ji wan memnûn hebe, tiliyeke min a birî heye, ez ê yên din jî bibirim. Di vê hilbijartinê de yekane daxwaza me perwerdehiya bi zimanê dayikê, azadî û aştî ye.”
‘Em ê li dijî qedexeyên zozanan dengê xwe bidin’
Mûsa Arslan diyar kir ku her ku diçe desthilata AKP’ê gel feqîr dike û wiha got: “Ji ber bêkariyê em di rewşeke nebaş de ne. Êdî em dixwazin Tirkiye di şertên baş de were birêvebirin. Em li gundên xwe nikarin derkevin tu derê, ji ber ku derdora me kirine herêma tamponê. Gundê me di bin kontrola cerdevanan û bin zilmê de hatiye hiştin. Ji ber vê em neçar man gundên xwe vala bikin. Ji bo qedexeyên zozanan bi dawî bibin em ê di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û namzetê piştgiriya wî dikin. Em ê dengê xwe ji bo guhertinê bikarbînin.”
Banga xwedî derketina partiya çepên kesk
Semiyan Olmez ê ji pirsa hûn ê dengê bidin kîjan partiyê bersiva “Em ê dengê xwe bidin xwe bidin zimanê xwe” da wiha got: “Navên dengê me HDP, Partiya Çepên Kesk û gelê kurd e. Ne 20 sal ji 60 salan zêdetir e em ji kesên ku ji bo gelê kurd tiştek nekirine ne razî ne. Ji ber ziman, nêzîkatiya wan û barbariya wan di asta herî jor de ye. Em dixwazin ji bilî ku mirov bibin xwedî maf û azadî gelê kurd jî li partiyên ku xwedî li çand û zimanê xwe derdikevin, xwedî derkevin.”
Ahmet Dûman jî diyar kir ku her ku diçe desthilata AKP’ê gel mehkûmî xizanî û xelayê dike û destnîşan kir ku divê gelê kurd di hilbijartinên 14’ê Gulanê de yekitiya xwe ava bike û ji bo çûyîna desthilata AKP’ê rola xwe bilîze. Dûman, axaftina xwe wiha domand: “Em ê heta kengî wiha di nava birçîtiyê de jiyana xwe bidomînin? Werin em bi hev re xwedî li Partiya Çepên Kesk derkevin. Yekane daxwaza me ew e ku aramî were welat. Hêza kirînê her ku diçe dikeve û xizanî zêde bû.”
Rengê colemêrgê partiya çepên kesk e
Senar Elçî jî bi lêv kir ku hemû gelê Colemêrgê wê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û ev tişt got: “Di vê hilbijartinê de yekane daxwaza me di mafên mirovan, wekhevî û azadiyê de cihekarî neyê kirine û zilm li kesê neyê kirin.” Selîm Adiyaman jî anî ziman ku di hilbijartinên giştî de reng, ziman û rêya partiya wan Partiya Çepên Kesk e û wiha axivî: “Em ji polîtîkayên heyî yên hikumetê ne keyfxweş in, ji ber niha krîzeke aboriyê ya cidî heye. Heke dîsa heman partî bibe desthilat wê êdî mirov êkudu bixwin.”
Daxwaza ewil: guhertin
Halît Kûrt jî diyar kir ku herkes weke aboriyê di rewşeke zor de ye û destnîşan kir ku esnaf nikare bixebite, mirov nikarin êdî kirêya xwe bidin. Kûrt, da zanîn ku ji dezî heta derziyê ji her tiştî re zam hatiye kirin û wiha got: “Li dijî qeyrana aboriyê ya heyî em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Dixwazim di vê hilbijartinê de herkes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Em dixwazin ji bo girtîgehan efûyek bê derxistin.”
Yek ji ciwanan Diyar Îhtiyatoglû jî anî ziman ku wê ji bo guhertina desthilatê deng bidin û wiha got: “Tirkiye ji aliyê aboriyê ve têk çûye, em dixwazin desthilat were guhertin û yekane daxwaza me jî guhertin e.”
AKP’ê nekarî hevsengiyekê ava bike
Ramazan Yildiz ê got “Ji xwe ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk” bertek nîşanî kesên dengê xwe didin partiyên din da. Yildiz, bi lêv kir ku desthilata AKP’ê li Tirkiyeyê hevsengiyek ava nekir û wiha got: “Weke ciwan û xwendekaran pêşiya me ne vekiriye. Em weke ciwanan daxwaza edaletê dikin.”
Mehdî Akgul, anî ziman ku ji ber polîtîkayên hikumetê kes nikare debara xwe bike û wiha got: “Her kes birçî ye, wê di vê rewşê de çawa debara xwe bikin. Li Colemêrgê kes ji polîtîkayên AKP’ê yên desthilatê ne memnûn e. Daxwaza me ya ji van hilbijartinan jî ew e ku em bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin weke herkesê jiyaneke xweş bijîn. Ji bo ev pêk werin em ê denge xwe bidin Partiya Çepên Kesk û em ê her 3 wekîlên xwe bişînin Meclisê.”
‘Em ê AKP’ê û hevkarên wê bişînin’
Tûrgût Bozkûrt, anî ziman ku Colemêrg çawa axa gelê kurd e keleha Partiya Çepên Kesk e jî û got: “Em her tim bi partiya xwe re ne. Sekna me ya Colemêrgiyan diyar e. Em heta dawiyê bi Partiya Çepên Kesk re ne. Em ê çawa ji polîtîkayên desthilatê yên gelê kurd qetil dikin bi keyfxweş bin? Em ê di vê hilbijartinê de AKP’ê û hevkara wê ya biçûk bişînin. Yekane daxwaza min ew e ku ciwanên kurd hay ji hişmendiya netewî hebe û bi gelê xwe re tevbigere. Ji bilî wê ji tu desthilatan bendemayîneke me nîne. Çi bikin gelê kurd dê bi yekitî û hişmendiye netewî bikin.”
Daxwaza mafên hatine xespkirin
Serdar Koç ê tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP’î bi bîr xist jî wiha got: “AKP ne zimanê min, ne min ne jî axa min nas nake. Ez niha nikarim biçim gundê xwe jî ji ber ez kurd im. Azadiya me nîne, li tu deran em nikarin zimanê xwe biaxivin. Daxwaza me jî ew e ku mafên me yên hatine xespkirin bidin me ye.”