Nûner û rêveberên partî, rêxistin, komele û saziyên kurdan û dostên kurdan di 30’ê Hezîranê de ji Herêma Marmara û Egeyê derketin û berê xwe dan Kurdistanê. Bi hezaran kilometre rê hatin û di 3’ê Tîrmehê de xwe gîhandin Wanê. Nûnerên kurdan û dostên kurdan li Wanê dest bi “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” kirin. 6 roj û 6 şevan, newal û çiya meşiyan. Deşt û zozan meşiyan. Bi dehan fitlonekên rê, kaş û kilaç derbas kirin. Li gund û navçeyan bûn mêvan. Gul û çîçek silav kirin û meşiyan, şivan, ajokar û çotkar silav kirin û meşiyan. Zozan û geliyên bi bereket jî bi hawaya paqij oksijen û hêz da meşvanan. Meşvanan zindîbûna xwe bi zindîbûna xwezayê re kir yek û meşiyan. Li Colemêrgê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin.
Meşvanên ku beşdarî meşê bûn der barê armanca meşê û armanca tayînkirina qeyûm de ji Rojnameya Xwebûnê re axivîn.
Hevseroka Navçeya Ceyhanê ya DEM Partiyê Meyrem Guler ku cara duyemîn tev li meşa dirêj dibe ji navçeya Ceyhanê beşdarî meşê bû. Li ser navê gelê herêma Çukurovayê tev li meşê bû.
Meyrem Guler, li ser armanca tevlêbûna meşê axivî û wiha got: “Em li dijî qeyûm dimeşin. Em naxwazin careke din qeyûm tayînî şaredariyan bikin û em dixwazin qeyûmê xwe paşve bikişîne. Em naxwazin hem li Kurdistanê û hem jî li bajarên Tirkiyeyê qeyûm tayînî şaredariyan bikin. Em ji bo aştî, wekhevî, demokrasî, mafên mirovan û edaletê dimeşin.”
Em bibin yek dê diijmin ji rêya me derkeve
Meyrem Guler, anî ziman ku ew bawer dikin ev meşa wan dê bibe meşa azadî û serkeftinê û wiha berdewam kir: “Divê hemû gelê kurd yekîtiyekê ava bike. Em bawer dikin ku em ê yekîtiya xwe pêş bixin û ava bikin. Divê em hemû bi xwişk û biratî bi hevre bijîn. Eger dilê me û doza me yek be, dê dijmin ji rêya me derkeve. Eger yekîtiya me hebe, dê dijmin rêya me veke. Em bawer dikin ku di demek nêzîk de em ê bi dilekî xweş û geş bigêjin armanca xwe. Em hevî dikin ku dayikên dilê wan şewitî û malbatên dilê wan birîndar dilxweş bibin. Em hevî dikin ku mafê mazluman û mafê gelê me li erdê nemîne. Em ji bo gelê xwe û saziyên xwe serkeftinê dixwazin.”
‘Meşa me hevî û kelecanê dide gundiyan’
Guler, bal kişand ser tempoya meşê jî û wiha got: “Meş bi coş û kelecan derbas bû. Em çiqas westiyan jî, ji bo armanca me mezin e, ji bo em ber bi azadiyê ve dimeşin, westan ji bo me ne xem e. Gelê me yê Colemêrgê jî me pir germ û xweş pêşwazî dike. Me dide ser dilê xwe. Li her gundî gel me bi germahî pêşwazî dikin. Cotkar, rençber û şivan li ser zeviyan û di nava geliyan de me germ pêşazî dikin. Ger pir li me xwedî derdikevin. Hurmetek mezin nîşanî meşvanan didin. Bi meşa me kelecan û heviyên wan zêdetir dibe. Çi pêdiviyên me hebin tevan pêşwazî dikin. Hem dilê me û hem dilê xwe xweş dikin.”
Guler bal kişand ser ziyaretên gundan û wiha lê zêde kir: “Em dema çûn gundan, gundî dibêjin, dilê me bi we re ye. Xwedê jî bi were be. Bi kêfxweşî me pêşwazî dikin. Em di serdana gundan de em qala tecrîd, şer û pevajoyê dikin. Gel hurmetek pir mezin nîşanî me dide. Dilê wan bi mere ye. Lê her mirov li gorî derfetên xwe ye.
Em dixwazin hemû kurd doza heq û hiqûqa xwe bikin. Em dixwazin hemû li hev xwedî derkevin. Rabin ser piyan. Doza heq û hiqûqa xwe bikin. Em dibêjin êdî bes e. Heta kengî em ê di bin vê zilmê de bin. Em ê heta kengî bindest bin. Eger em bibin yek em e welatê xwe û axa xwe azad bikin. Em Kurdistana xwe ava dikin. Her tişt girêdayî yekîtiyê ye.”
Çelîk: Qeyûm faşîzm e
Hevserokê DEM Partiyê yê Erdexanê Engîn Çelîk jî li ser armanca meşê axivî û wiha got: “Em li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê tev li meşê bûne.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Erdexanê Engîn Çelîk anî ziman ku tayînkirin qeyûm faşîzmê tarîf dike û wiha axivî: “Eger kes di hilbijartinê de bê hilbijartin û dewlet bi zorê kesên hatine hilbijartin daxe û li şûna wan mirovê xwe lê bi cih bike ev faşîzm e. Qeyûm faşîzmê tarîf dike.”
Çelîk bal kişand ser netehamuliya dewletê ya ku kurd xwe bi rêve bibin û wiha got: “Kurd xwediyê vê erdnîgariyê ne. Li ser axa xwe dijîn. Kurd dixwazin xwe bi rêve bibin û hemû rêveberiyên li Tirkiye Rojhilata Navîn ku vîna gel nasnake û demokrasiyê nas nake belav bike. Dixwaze bi rêveberiya xwe ji bo Tirkiye û rojhilata navîn bibe mînak. Kurd dixwazin li ser vê erdnîgariyê aramî, wekhevî, demokrasî û edalet pêş bikeve. Naxwaze neheqî û înkar pêş bikeve. Kurd dixwazin her nijad û netew, her ziman û çand bi vîn û nasnameya xwe bijîn. Li gorî heq û hiqûqa wekheviyê bijîn. Kurd dixwazin her kes biz iman, çand û rengên xwe bijîn. Kurd tenê ji bo xwe naxwazin. Ji bo hemû gelan wekhevî û edaletê dixwazin. Ji ber vê yekê ev nayê hesabê hêzên desthilatdar û faşîst. Hêzên kapîtalîst, emperyalist û faşîst naxwazin gelê herêmê biz iman, çand û nasnameya xwe bijî. Naxwaze xwe bi xwe bi rêve bibe. Lê îro gelê kurd bi rêveberiya xwe ji bo gelê Rojhilata Navîn dibe mînak. Gelên Rojhilata Navîn rêveberiya kurdan ji bo xwe mînak digire. Ji ber vê yekê hêzên desthilat naxwazin kurd xwe bi rêve bibin. Naxwazin çavê gelên din jî vebe. Dixwaze her dem çend kesên faşîst û dîktator gelê herêmê bi rêve bibe.”
Şaredariyên kurdan deriyê xwe li gel vekir
Hevserokê DEM Partiyê Çelîk, bal kişand ser talankirin û wêrankirina qeyûman û avakirina şaredariyên gel û wiha pêde çû: “Dema şaredarên kurdan hat, gel xwe di nava şaredariyê de dît. Derî li gel vekirî bû. Hemû derfetên şaredariyê xist xizmeta gel. Lê ev rewş nayê hesabê qeyûm û faşîzmê. Rêveberiya faşîst dixwaze her tişt di xismeta wan de be. Ji ber vê yekê qeyûm tayin dike. Qeyûm deriyê xwe li gel digire. Ji bo diziya wê, talankirin û wêrankirina wê neyê dîtin deriyê xwe digire û betona li dora xwe dipêçe. Qeyûm diz e. Her tiştê kurdan ji destê kurdan digire. Qeyûm armanc dike ku heta 50 sal pêş şaredariyên kurdan têxe bin deynan. Her tişt dizine û çûne. Tu xizmet ji bo gel nekirine. Hem xizmet nekirine, hem jî xizmetên berê jî talan û wêran kirine. Rastiyek heye. Kesên sucdar ku zanibin suc kirine xwe dixin parastinê. Ji ber vê yekê dîwarên betonan li dora xwe dipêçin.”
Colemêrg paytexta serhildanê ye
Çelîk, bal kişand ser sedema tayinkirina qeyûm a Bajarê Çolemêrgê û wiha bi dawî kir: “Gelê ku di dîrokê de her tim li ziman, çand, dîrok û axa xwedî derketiye Colemêrg e. Gelê xwe nas kiriye gelê Colemêrg e. Ji bo gelê Colemêrgê pêşengiyê neke û nebe mînak di serî de qeyûm taşînî Şaredariya Colemêrgê dike. Colemêrg ji bo me paytexta serhildanê ye. Serhildana li dijî zore ye. Hemû serhildanên kurdan li dijî zilmê pêş ketine. Li dijî zilma li ser gelê kurd, di serî de gelê Colemêrgê serî hildaye.”