Birîna daran û talana xwezayê ya beriya 4 salan li Herêma Besta, Çiyayên Cûdî û Gabarê hate destpêkirin li çoltara navçeyên Qileban û Elkê berdewam dike. Qirkirina ku bi hinceta “ewlehiyê” di bin kontrola leşkeran de bi destê cerdevanan tê kirin ji gundê Elemûnê heta herêma Bêtkarê belav bûye. Zêdetirî herêmên hatine talankirin ji qadên di bin navê “Herêmên ewlehiya taybet” de 15 rojan carekê tên qedexekirin pêk tên û ev herêm pêşkeşî şîrketên madenê tên kirin û texrîbateke mezin tê kirin. Ji bo madenên neftê, komir û sifirê li sedan noxteyan bi hezaran dekar hatin talankirin. Endamê Platforma Ekolojiyê yê Şirnexê Ahmet Başak ji nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Omer Akin re axivî.
‘Qadên hatin bêmirovkirin pêşkêş dikin’
Başak, diyar kir ku talana xwezayê ya li herêmê “berhemê” polîtîkayên şerê taybet ên li ser erdnîgariya Kurdistanê tên meşandine û wiha got: “Xweza qadeke jiyanê ya ku ekosîstema wê heye ye. Bi talankirina xwezayê jiyaneke nû nikare were avakirin. Dema hate tunekirin dê jiyana mirovan jî tune bibe. Li ser erdnîgariya Kurdistanê şerekî taybet ê qirêj heye. Em şer hem li dijî gelê kurd hem jî li dijî xwezaya lê dijî tê meşandin. Di salên dawî de li çiyayên me kalekol û rêyên ‘ewlehiyê’ çêkirin. Hemû xezîneyên me yên sererd tên talankirin. Qadên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatine bêmirovkirin pêşkeşî şîrketên madenê tên kirin û ji aligirên xwe re dikin qada rantê.”
Koçberî, xizanî û pişaftin
Başak, destnîşan kir ku polîtîkayên şerê taybet ên di salên dawî de zêde bûne bi xwe re qirkirineke xwezayê ya cidî jî tîne û wiha domand: “Li Kurdistanê xweza tê talankirin û qadên jiyanê yên mirovan ji holê tên rakirin û mirov neçar dimînin koçî cihên din bikin. Dema mirov li ser axa xwe koç dike bi xizaniyeke mezin re rûbirû dimîne. Tam li vir jî asîmîlasyon dikeve dewrê. Ji ber ku mirov ji xweza û çanda xwe dûr dikevin. Îro bi dehan gund hatin valakirin. Gelê me yê beriya niha ji xwezayê debara xwe dikir hatiye asta ku nikare li xwe binêre. Berê li herêmê mirovan xwarina xwe ji xwezayê digirtin. Piştî ku mirov bi darê zorê hatin koçberkirin êdî nekarîn li xwe binêrin.”
‘Nêzîkatiyeke durû heye’
Başak, diyar kir ku bi çolkirina Kurdistanê hewl tê dayîn bînin asta ku mirov nikarin lê bijîn û bertek nîşanî bêdengiya li dijî texrîbata bi salane tê meşandin da. Başak, îşaret kir ku bi êrişên bi awayekî sîstematîk berdewam dikin xezîneyên sererd hatin xelaskirin niha jî berê xwe danê xezîneyên bierd û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çiyayên me yên her derê wan qul kirin li şîrketên madenan tên belavkirin. Gelê kurd di tevahiya dîrokê de pêwendiyeke xurt bi xwezayê re daniye. Li ku talankirineke xwezayê hebe li dijî vê bertek û helwesta xwe nîşan dide. Lê dema ya ku ji holê tê rakirin xwezaya Kurdistanê be ji aliyê Tirkiyeyê ve bêdengiyeke mezin çêdibe. Komkujiya xwezayê ya li vir her roj di rojevê de ye lê kes dengê xwe dernaxîne. Çavên xwe digirin. Nêzîkatiyeke durû heye. Hin beşên ku ji xwe re dibêjin ekolojist jî ji qirkirina vir re bêdeng dimînin. Bi bêdengiyê ji vê qirkirinê re dibin piştevan. Ew jî dixwazin ku ev qirkirin pêk were. Lê bila neyê jibîrkirin ku xweza li her derê xweza ye. Ferq nake ku li kîjan erdnîgariyê be.”
‘Em xwedî li xwezaya xwe derkevin’
Başak, destnîşan kir ku divê li dijî her cure qirkirina xwezayê berteka civakî were xurtkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke dest nedin xwezayê dê xwe nû bike. Lê feraseta faşîst destûrê nade ku xweza xwe nû bike. Ji ber vê yekê divê bi awayekî xurttir li dijî wê derkevin. Divê herkes xwedî li xwezayê derkeve.”