26 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çiyayê Cîlo û qeşayên Spîxane: Xezîneya dîrokî ya Kurdistanê

Li Kurdistanê, li herêma Colemêrgê Çiyayê Cîlo wek yek ji bilindtirîn çiyayên welêt bilind dibe. Lê ev çiya ne tenê ji ber bilindiya xwe ya 4.135 metroyî navdar e, tişta ku vî çiyayê bedew bêhtir navdar dike qeşayên kevnar ên ku di nav wî de veşartî ne. Ev qeşayên ku bi navê "Spîxane" tên zanîn, dîrokeke dirêj ya 20 hezar salan li xwe vedişêrin.

Ew çiyayên bilind, çiyayên asê, çiyayên bi heybet… We çend mirovahî parast, hun ji çend şaristaniyan re bûne mazovan û ji çend dilan re bûne mêvan, we çiqas keç û xortên bedew di hembêza xwe de hewand.

Vaye bi tevahiya îhtîşam û azameta xwe herêma Zagros û çiyayê Cîlo. Li derdorê bilind dibin Simbil, Gelyano, Şitazin, Alanduz, Çarçella û Gare. Li lûtkeyê ber bi jor ve diçe Reşko, Girê Tuj, Deriyê Cahfer û Deriyê Aslan. Geliyê Zapê her bihuşte, ji wir diherike bi heybet Ava Zê. Berê xwe bide rojhilat, tuyê bibînî herêma Satê û komegolên newaze. Li her aliyê bedewiyeke cûda; zozanên Mêrgan û Avaspî, Geliyê Dêz û Çira Gelezo. Li serê herî jor Kevya Şîn, Kevya Spî û Kevya Pîr… Vaye bi tevahiya azameta xwe çiyayê Cîlo.

Spîxaneya 20 hezar salî

Beri çend hefteyan me we biribû serê çiyayê Cîlo û Çarçella û golên Satê. Li nava xwezayeke bedew em bi xweşikiya herêma Satê û komegolan mest bibûn. Lê belê di wê gera xwe de me zanibû ku kêmasiyek heye. Ji ber ku bedewiyên serê çiyayê Cîlo ne ewqas tenê bûn. Helbet diviya mirov biçe milê din yê çiya û li bin lûtkeya Reşko li Spîxaneyê bibe mêvan. Ew Spîxane ku tê gotin ku ev 20 hezar sal in heye û cemeda xwe diparêze. Ango ev 20 hezar salin ku li serê çiyayê Cîlo girên ji qeşayê hene. Her çiqas di van salên dawî de ji ber guherîna avhewayê hinek heliyabe jî; Kevya Şîn, Kevya Spî û Kevya Pîr bi tevahiya bedewiya xwe li ber çavan e.

Çiyayê Cîlo yê di navbera Colemêrg û Geverê de piştî çiyayê Agirî duyemîn çiyayê bilind yê Kurdistanê ye. Wek beşek ji rêzeçiyayên Zagrosê tê binavkirin. Ev çiya li ser sînorê fermî di navbera Tirkiye û Îraqê, ango Bakur û Başurê Kurdistanê de ye. Lê bi hebûna xwe tevahiya sînoran bê wate dike.

Rêwîtiya ber bi Cîlo ve

Aliyekî lûtkeya wî ku golên Satê li ser in mirov ji milê Geverê xwe digihînê. Lê ji bo ku Spîxane, an jî serê Reşko bibînî divê ji milê Colemêrgê ber bi jor ve hilkişî.

Dema tu ji rêya asfalt qetiyayî, pêşî di geliyekî kur de destpê dike rêwîtî. Evder Geliyê Dêz e ku gelek gund û war jî lê bicîh bûne. Ava ku di geliyê de deherike jiyan daye wê herêmê. Bi lez diçe da ku xwe bigihîne geliyê Zapê û ava Zê.

Hilkişîna ber bi jor ve ne hêsan e. Ger hun bixwazin bi wesayîtê herin pêdivî bi maşîneke baş heye. Nezî saetek ev rêwîtî berdewam dike. Lê ya rastî ji bo seyareyê ev rêwîtî tê wateya germbûna motorê û hararetek bilind. Lewma ya herî baş li nîvê rê li Çira Gelezo bêhnvedanek e. Ev şirava newaze hem hênkahiyek çêdike ji laşê mirov re û hem bi xweşiya xwe dilê mirov aram dike.

Piştî bêhnvedaneke kurt hilkişîna ber bi Zozanê Mêrgan ve berdewam dike. Gihîştina vê herêma xweş bedena mirovan jî, tekerên erebeyan jî rehet dike. Dema li derdora xwe mêzedikî li her aliyê kanî û rûbar, sulav û golav, mêrg û çîmen, gul û çîçekan dibînî. Bi dehan welatî kon vedane li vê warê xweş. Xûya ye ne rojane hatine, wê şeva xwe jî li vir derbas bikin.

Rêya du saetan bi meş

Lê helbet em hêj negihîştine hedefa xwe. Dema li Zozanê Mêrgan ber bi jor ve serê xwe radikî hêj nû dibînî lûtkeya Reşko. Û li quntarên wê Spîxane, ango girên ji qeşayê.

Ji bo ku tu xwe bigihînî quntarên Reşko û Spîxaneyê pêdivî heye ku nêzî du saetan peya rê biçî. Ji ber ku rêya wesayîtan heta zozanê diçe. Ji bo rêveçûnê jî pêdivî pê heye pêlavên piyên mirov jî weke tekerên maşîneyê saxlem be, an zahmete mirov bi rê ve here. Her wiha ger gopalek û şewqeyek fotêr yê selikî jî hebe mirov wê hêj baştir karibe bi rê ve here. Her çiqas herêm hênik be jî, tava tûj dibe bandoreke neyînî li ser mirov bike.

Dema rêveçûnê em rastî gelek qefleyên turîstan tên ku ji hin deverên Kurdistan û Tirkiyê hatine. Di ruyên temama de kelecana dîtina Spîxaneyê heye. Mirov baş lê hay dibe ku ev herêm hêjayî dîtinê ye. Her çiqas emê bibînin jî pêdivî bi hin agahiyan jî heye di derbarê herêmê de. Mirov vê xwezaya newaze meraq dike.

Dema em nêzîkê Spîxaneyê dibin em rastî rêbereke turîstan tên. Muhammed Peker, qefleyek turîst aniye ji bo geryanê. Di derberê Spîxane û herêmê de hin agahî dide me Muhammed. Bi taybet navên ku li herêmê tên bikar anîn gelek bi kêrî zanîna me tê. Her wiha Muhammed behsa hin navên ne rast ku li herêmê hatine kirin dike. Yek ji van jî navê geliyê Cennet-Cehennem e (Bihuşt û Dojeh). Tê gotin ku naveke wisa tineye, di salên 1970î de waliyek tê herêmê û naveke wisa li vir dike. Lê gelê herêmê dev ji navê xwe yên esasî bernadin.

Hin agahî ji Spîxaneyê

Niha werin em hinekî bigerin, bibînin û vê herêma xweş û newaze hinek ji nêz ve nas bikin. Ji bilî agahiyên Muhammed dayî me, em hin agahiyên din jî vekolin û bi we re parve bikin.

Qeşayên Spîxaneyê li bilindahiya 3.900-4.100 metran cih digirin û ji aliyê pisporan ve wek nîşaneyên berbiçav ên guhertinên avhewayên kevnar têne nirxandin. Ev qeşa ye tenê qeşaya ku li herêma Kurdistanê maye û wek belgeya dîrokî ya guhertinên iklîmî ya herêmê baldar e.

Berî 20 hezar salan, di serdema dawiya berfê de (Serdema Pleisteocene), qeşayên Spîxane dest bi pêşkevtinê kirine. Li wê serdemê avhewaya herêmê gelek sar û şil bû ye û ev mercên quncav ji bo avakirina qeşayan peyda kirine.

Berî 10 hezar salan, ango di serdema Holocene de bi germ û zuwabûna avhewayê, qeşayên mezin dest bi helîn û piçûkbûnê kirine. Lê ji ber bilindiya mezin a çiyayê Cîlo, beşek ji wan qeşayan li ser çiyê mane.

Ji bo mirov rewşa Spîxaneyê fêm bike divê mirov li taybetmendiyên zanistî binere.Struktura qeşayê, yanî awaniya wê ji sê beşan pêk tê. Destpêkê çêbûna wê; asta çêbûna qeşayê bi awayekî sade ye û ji berf û ava zelal pêk tê. Tevgera qeşa; her sal 10-15 santîmetran diçe ber û vê tevgerê bandor li erdnîgariya derdorê kiriye. Avadanên ji qeşayê; çemên piçûk derdikevin û ew çemên ha avê ji bo gund û bajêrên derdorê dibin.

Bandorên li ser jîngehê jî wiha ne: Qeşayên Spîxane wek termostata sirûştî yên herêmê kar dikin. Di havînan de avê ji bo herêmê dabîn dikin û di zivistanê de jî wek depoya avê xûya dikin.

Girîngiya Cîlo û Spîxaneyê

Ev herêm ji bo çand û etnolojiyê jî cihekî girîng e. Çiyayê Cîlo û qeşayên wî ji demên kevn ve ji bo gelê Kurd cihê pîroz û girîng  bûne. Gelek çîrok û efsaneyên gelêrî li ser van çiya û qeşayan hene. Li gor çîrokên kevnar ên gelê Kurd, qeşayên Spîxane cihê ku melekên sipî lê dijîn e. Ev baweriya ku ev qeşa cihê paqij û pîroz e, di nav gel de bi vê rengê belav e.

Çîrokeke navdar heye ku dibêje şivanekî di zivistana dijwar de rê winda kiriye û di nav qeşayê de maye. Wî di xewna xwe de dîtiye ku qeşayan ew parastine û ava germ daye wî. Sibehê ew bi salamet li gundê xwe vedigere û ji wê rojê ve gelê herêmê qeşa wek “dayika sipî” qebûl kirine.

Cara yekem bi pêşengiya çiyagerê welatiyê Îngilîz Douglas K. Scott, 36 çiyager hildikşin serê çiyayê Cîlo û herêma Spîxaneyê. Ev hilkişîna ku di sala 1966’an de pêk tê, Scott û telebeyên xwe piştî rêwîtiyeke zahmet digihîjin serê Reşko. Di vê çalakiya çiyagerî de ev kom li 5 lûtkeyan hevraz dibin, li 3 lûtkeyan jî rêçên nû vedikin. Her wiha vê geryana xwe bi awayeke berfireh rapor dikin û dibin wesîle ji bo nasîna çiyayê Cîlo û Spîxaneyê.

Rewşa girên qeşayî

Helbet di nava salan de li ser qeşaya Spîxaneyê guhertinên mezin çêbûne. Pîvana salane ya helîna qeşayê 2-3 metro ye. Sturiya navîn a qeşayê 40-60 metro ye. Li gor formasyonên qeşayê; cihê sereke: 2.5 kilometre qare ye. 5-6 qeşayên biçûk ku di nav kevirên bilind de mane hene. Li derdora qeşayê depoyên qeşayê ya di navbera 200-500 metro bilindahiyê hene.

Herêm li ser çala lerzê ya Bedlîs-Zagrosê ye. Erdheja ya 1976ê ya 7.2 bandor li ser qeşayê kiriye. Guherînên biçûk yên salane di pozîsyona qeşayê de çêbûne.

 Nebat û ajalên li herêmê

Li derdora qeşayên Spîxane nebatên balkêş ên ku tenê li vê herêmê dijîn hene. Gulê kevokê ya Cîlo nebateke endemîk ku tenê li bilindahiyên çiyayê Cîlo şîn dibe ye. Gavan Cîlo (Astragalus ciloensis) nebatekî ji malbata bakla ku li ber qeşayê şîn dibe ye. Zengîla Cîlo (Campanula ciloica) gulê şîn ku li nav keviran ên li ber qeşayê çêdibe. Mixmixoka Cîlo (Dianthus ciloicus), gulê pîvaz ku li erdên belek ên li derdora qeşayê çêdibin.

Li ser qeşayê jîngeheke ewlekirî heye ku pê “kriyokonît” tê gotin. Li vir mîkroorganîzmayên taybetî yên ku li hemberî sarî û tîrêjên UV-ê mukawemetê dikin dijîn. Her wiha bakteriyên pîgmentdar yên sor û kesk hene. Hin giyayên ku li ber sariya -20°C jî zindî dimînin hene.

Tişta vê herêmê dike herêmeke taybet jî ajalên kul i vir dijîn in. Li qiraxên qeşayê û erdên nizm ên derdorê pezkovî, roviya sor, gur û hirç ji bo xwe cihê jiyane dîtine. Her wiha teyrên weke helîna zerrîn, kew, bûm û çûçika bilind van diyaran ji xwe re kirine jîngeh. Dîsa di nava çem û rûbaran de mirov rastî hin curre masî jî tê.

Xetereyên ji bo Spîxaneyê

Helbet weke me di serî de jî anî ziman Spîxane di bin xeteriya guhertina avhewayê de ye. Wek qeşayên li her derê cîhanê, qeşayên Spîxane jî ji guhertina avhewayê ya global bandor dibe. Her sal mezinahiya wan kêm dibe û ger ev rewş berdewam bike di 50-100 salên pêş de dibe ku ev qeşa winda bibe.

Tevgêra mirovan jî li vir bi heman awayê xetereyê mezin dike. Dema hûn berê xwe didin herêmê hun hem rastî koçeran tên, hem jî bi dehan turîstên geryan û çiyager. Dema koçer bê kontrol sewalan li vir diçêrînin zirareke mezin dide hebûna nebatên endemîk. Turîzma bê kontrol jî bi heman awayê xetereyek esasî ye. Li herêmên derdor lêgerîn û lêkolînên madenî jî metirsiyê ava dike.

Ji bo parastinê pêşniyar

Wisa xûyaye ku ev herêm hewcedarî bi parastinê heye. Ji bo parastina vê xezîneya dîrokî hewceyî bi nêzîkatiyek zanistî heye. Divê herêm weke qada parastî ya taybet bê îlankirin. Lê belê dive lêkolînên zanistî yên domdar jî li vir bêne kirin. Her wiha ji bo hişyariya gel pêdivî bi xebateke baş heye. Li aliyê din çiyayê Cîlo û qeşayên Spîxane dikarin wek navenda turîzma ekolojîk ên girîng bêne bi pêşxistin. Li gorî hin lêkolînan turîzma li çiyayê Cîlo dikare salê di navbera 50 hezar -100 hezar turîst bîne herêmê. Ev yek dibe ku bi awayeke erênî bandoreke esasî li ser aboriya gel bike.

Çîroka dîrokê ye

Çiyayê Cîlo û qeşayên Spîxane xezîneya bêhempa ya dîrokî, zanistî û çandî ya Kurdistanê ne. Ev qeşayên ku 20 hezar sal berê dest bi pêşkevtinê kirine, niha di bin bandora guhertina avhewayê de ne û hewcedariya parastina lezgîn heye.

Parastina vê xezîneyê ne tenê berpirsyariyeke herêmî ye, dibe ku berpirsyariyeke gerdûnî ye ji bo pêşerojê. Pêwîst e ku hevkariya navbera zanistan, rêveberiya herêmî û civaka sivîl were avakirin da ku ev mîrata kevnar ji bo nifşên pêş were parastin.

Qeşayên Spîxane ne tenê berfên kevn in, her wiha muzeyeke vekirî ya dîroka avhewayê û jîngehê ye. Ew ji me re çîroka herêmeke ku berî hezaran salan wek çol bû û niha jî bi awayekî din diguhere vedibêje. Ev çîrok divê bê xwendin, fam kirin û ji bo pêşerojê were parastin.