Yekitiya Ciwanên Pêşverû ya Suryanî, bi diruşmeya “Bi rêxistinkirina ciwanên Suryanî, em ê bibin pêşengê avakirina Sûriyeyeke nû” konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.
Ciwanan bi beşdarbûna endamên Yekitiya Ciwanên Suryanî, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê, konferasn li hola El-Riwabî ya li bajarê Qamişlo konferans li dar xist.
Berpirsê berê yê Yekîtiya Ciwanên Pêşverû ya Suryanî Sibhî Meleka diyar kir ku ew wekî hêzên ciwan ku ji vîna gelê Suryanî dest pê kirine, ji roja yekem ve soz da ku dê mafên gelê xwe û gelên bindest bi dest bixin.
Berpirsê Nivîsgeha Ciwanan a Partiya Yekitiya Suryanî, Gabriêl Şemon jî anî ziman ku ew daxwaza azadiya serok Seîd Melekî û azadiyê ji hemû girtiyên di zindanên rêjîmên desthilatdar de dikin. Têkildarî mijarê, Endamê Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk, Nasir Nasro jî destnîşan kir ku ciwanan roleke pêşeng a girîng lîst û got: “Bi rêya parastina axa xwe bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re rolek lîstin.
Piştî axaftinan sînevîzyonek der barê kar û çalakiyên Yekîtiya Ciwanên Pêşverû ya Suryanî de hat pêşkêşkrin. Yekitiya Ciwanên Pêşverû ya Suryanî, dê çalakî û xebatên xwe yên salane binirxîne û sazûmaniya xwe ya rêxistinî nîqaş bike û serokatiya yekitiyê hilbijêre.