12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên Reqayê: Konferansa Ciwanan perspektif e

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kirin ku ew piştgiriya encamnameya Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dikin û konferans ji bo wan perspektif e.

Tevgerên ciwanan di 8 û 9`ê Hezîranê de Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi dirûşma “Ciwan û avakirina pêşerojeke azad” pêk anîn. 23 tevger û rêxistinên ciwanan û nûnerên rêxistinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev lê bûn. Xaleke encamnameya konferansê jî avakirina koordînasyonekê bû.

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê daxuyaniyek da. Daxuyaniya ciwanan li Stada Beledî ya Reqayê ji aliyê endamê Rêveberiya Nivîsgeha Jinên Ciwan a Desteya Ciwan û Werzîşê Emîne Berkel ve hate xwendin. Endamên desteyê û hevserokatiya wê jî amade bûn. Ciwanan di daxuyaniyê de diyar kirin ku lidarxistina konferansê bi pêşengiya ciwanan, însiyatîfeke girîng e û ji bo ciwanan serkeftin e.

Ciwanan destnîşan kirin ku encamnameya konferansê ji bo ciwanan perspektîfek e û deste dê wan bixe pratîkê û têkoşîna ciwanan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezintir bike û gotin: “Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin û projeya neteweya demokratîk bi ser bixin dê têbikoşin.”