12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên enternasyonalîst li dijî êrîşên dewleta tirk daketin qadan

Ciwanên enternasyonalîst ên li bajarê Torîno yê Îtalyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daketin qadan. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê jî hatin şermezarkirin

Ciwanên enternasyonalîst ên li bajarê Torîno yê Îtalyayê bi armanca piştgiriya azadiya rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên li dijî Şengal û rojavayê Kurdistanê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de flamayên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ala mezin a TEV-DEM’ê û pankart hatin vekirin. Bi boyaxa sprey portreya Ocalan, li ser dîwar hate çêkirin û nivîsa ‘Liberta per Ocalan’ (Ji Ocalan re azadî) hate nivîsandin.

Li ber avahiya nûçeyan a navendî, navber hat dayîna meşê û jinên ciwan ên enternasyonalîst li ser rola medyayê axivîn. Di daxuyaniya hatî dayîn de, hate diyarkirin ku yên êrîşên dewleta tirk û Îsraîlê nadin çapemeniyê, di destê wan de xwîna gelê Kurd û Fîlîstînê heye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rola fabrîqeya çekan Leonaro ya li Torînoyê, di van êrîşan de heye û wiha hate gotin: “Ji bo gelên bindest ji dervey azadiya Rêber Ocalan, ti çareseriyeke din nîne. Armanca destpêkê ya ciwanên navneteweyî, şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ye.”

Çalakvanan belavokên ku hevkariya serokê dewleta Îtalyayê Giorgiya Melonî û Erdogan teşhîr dikin, bi dîwaran ve zeliqandin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.