12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên Cîhanê konferans diyarî Abdullah Ocalan kir

Tevna 'Ciwan dîrokê dinivîsînin' li Parîsê Konferansa Ciwanan a Cîhanê li dar xist. Ciwanan konferans diyarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir

Tevna ‘Ciwan dîrokê dinivîsînin’ Konferana Ciwanan a Cîhanê li ser bingeha konferansên salên 2015 û 2019’an ên li Amed û Kobanê pêk hat, organize kir. Konferansa ku dê 3 rojan bidome li avahiya Espace Nîemeyerê pêk tê. Konferansa ku îro serê sibê dest pê kir, li ser têkoşîn û şehîdên şoreşê axaftin hate kirin. Beşdarê konferansê Florîan Andre di destpêkê de axivî û diyar kir ku ew vê konferansê diyarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin.

Florîna Andre qala rabirdûya Konferansa Ciwanan a Cîhanê kir û got:  “Ev konferans sala 2015’an li paytexta Kurdistanê Amedê destpê kir. Piştre li paytexta berxwedanê Kobanê di sala 2019’an de hate lidarxistin. Di sala 2015’an de piştî konferansê dewleta Tirk a faşîst li ser Kurdistanê şerekî mezin da destpêkirin. Di sala 2019’an de 6 meh piştî konferansa li Kobanê dewleta Tirk Girê Spî dagir kir. Em vê konferansê diyarî lîderê vê şoreşê Abdullah Ocalan dikin ku li Îmraliyê tecrîdkirî ye.”

Têkoşîn didome

Florîan Adnre anî ziman ku êdî dem hatiye û ciwan ji bo derketina ji tarîtiyê dikarin pêşengiyê ji civakê re bikin. Andre da zanîn ku di sedsala 21’ê de şoreş pêk tê û wiha axivî: “Ew şoreş jî li Rojava pêk tê. Ji yên ku dibêjin êdî dema îdeolojîk, têkoşîn û paradîgmayê derbas bûye, em dibêjin Na! Têkoşîna me dewam dike.”

Piştî axaftina destpêkê dîmenek li ser kapîtalîzm û têkoşîna ciwanan hate nîşandan, piştre peyamên ji deverên cuda yên cîhanê hatin şandin, hatin pêşkêşkirin. Di peyaman de yên ji Lubnan, Efrîka Başûr, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şandin, işaret bi ruhê berxwedana ciwanan û têkoşîna hevpar a li dijî kapîtalîzmê hate kirin.

Şerê Xezayê xizaniyê pêş dixe

Berpirsyarê Têkiliyên Navneteweyî ya Partiya Sosyalîst a Pêşverû ya Lubnanê jî anî ziman ku xwestiye ji Lubnanê tevlî konferansê bibe û wiha got: “Şerê li Lubnanê dibe sedema xizaniyê û koçkirina mirovan. Ji ber şerê Xezeyê sûcên şer têne kirin. Ji ber vê yekê jî divê piştgirî ji gelê Fîlîstînê re bê dayin. Ciwanên pêşverû paşerojê ava dikin. Têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê wê dewam bike.”

Piştre peyamên Yekîneyên Parastina Jinê û Komuna Enternasyonalîst a Rojava hate nîşandan. Di peyamê de hate gotin, “Li dijî sîstema kapîtalîst Şerê Cîhanê yê 3’yemîn pêk tê. ji bilî berxwedan û azadiyê çareyek me nîne. Em li dijî kapîtalîzmê li ber xwe didin, li vê derê jiyaneke nû ava dikin. Em li ser xeta Rêber Apo ne. Ne tenê ji bo dîrokê, ev konferans ji me hemûyan girîng e.”

Ji Tevgera Sosyalîst a Efrîkaya Başûr Nehlalî Bassûm jî peyamek ji konferansê re şand û got, “Em dibêjin em nebin kes nikare bi navê me biryarê bide. Ji ber ku ciwan di hedefa sîstema heyî de ye. Êdî dem hatiye ku em dengê xwe bilind bikin. Bi hezaran ciwan bêkar in, di nava şert û mercên nebaş de ne. Sîstema heyî naxwaze ciwan rabin ser piyan. Em dixwazin civakeke wekhev ava bikin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê