Gelek ciwan li gelek taxên Êlihê li dijî tayînkirina qeyûman û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîsa derketin kolanan û çalakî pêk anîn. Berxwedana ciwanan a li dijî tayînkirina qeyûman û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Ciwanan li taxên Yenimahalle, Baglar û Cudiyê derketin kolanan û çalakî pêk anîn Ciwanan di çalakiyan de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedaîyên Apo ne” berz kirin. Piştî çalakiya ciwanan polîs hatin taxan û bombeyên gazê û guleyên plastîk avêtin ciwanan. Bi TOMA’yan ava şit li ciwanan reşandin. Ciwanan jî bi kevîr û fîşekên hewayî bersîv dan polîsan.
Di çalakiyê de TOMA’yekê zerakek mezin dît.