Ciwanên kurd li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. Ciwanan di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan hilgirtin û bi zimanên fransî û kurdî dirûşm berz kirin.
Ciwanan, li Qada Canebîerê daxuyanî dan û wiha gotin: “Divê bê zanîn ku gelê kurd ne gelekî wisa ye ku hûn bi komplo û tecrîdê vala derxînin. Lewma banga me ya lezgîn û domdar ev e; divê CPT tavilê daxuyaniyê bide, tecrîd û îzolasyon tavilê bê bidawîkirin û demek beriya demekî parêzer û şandeyek biçe Îmraliyê. Divê ciwanên kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO di çarçoveya pêngava Cenga Azadiyê Serbixin dakevin qadan.”