Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst, bi boneya azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk bê, dê çalakiya “Rêwîtiya Azadiyê” li dar bixin.
Ciwan dê Rêwîtiya Azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di navbera 3-8’ê îlonê de di navbera bajarên Dortmûnd û Kolnê yên Almanyayê pêk bînin. Komîteya Amadekar a Çalakiyê ku li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal têkildarî çalakiya ku dê bi dirûşmeya “Bi rûhê Apogerî ber bi Rêwitiya Azadiyê ve” lidarbixin wiha got: “Em bang li ciwanên kurd û enternasyonalîst dikin ku li dora Rêber APO bibin yek.”
Roja ewil a çalakiya protestoyî ku wê ji bajarê Dortmûnd ê Almanyayê heta Kolnê dewam bike, wê bi konferanseke têkildarî Abdullah Ocalan dest pê bike. Komîteya Amadekar dê têkildarî çalakiyê di rojên pêş de daxuyaniyeke nivîskî biweşîne.