Ciwanên endamên Partiya Komunîst a Kurdistanê (KCP) û Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PASOK) ji Herêma Federe ya Kurdistanê hatin Enqereyê. Ciwanên Başûr, li gel endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo biçin Greva Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan. Ciwanên beriya serdana Wezareta Dadê bikin, li navenda giştî ya DEM Partî bi parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê ciwan çûn ber Wezaretê Dadê û daxwaznameya ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêşkeşî Wezareta Dadê kirin.
Ciwanan der barê serîledanê de li ber wezareta Dadê daxuyanî dan. Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî tev li daxuyaniyê bû.
Di serî de ji endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Rêzan Kaaganarslan axivî û diyar kir ku weke Ciwanên Demokratîk demeke dirêj e xebatên wan hebûn û got: “Şandeya Ciwanan a başûrê Kurdistanê hat li Mêrdînê tev li panela Yekitiya Neteweyî bû. Piştre jî çûn li Rihayê û niha jî li Enqereyê wê ji bo biçin Îmraliyê daxwaznameyê bidin Wezareta Dadê. Weke Ciwanên Demokratîk demeke dirêj e xebatên me didomin.”
Ji Partiya Zahmetkeşên Kurdistanê Shko Şhwan jî bi lêv kir ku ew ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê hatin û got: “Em ji bo piştgiriyê bidin pêvajoya aştî û rewşa Rêber Ocalan hîn bibim û piştgiriya xelkê Başûr ragihînin dixwazin biçin Girava Îmraliyê û bi Rêber Ocalan re hevdîtin bikin. Em dixwazin Rêber Ocalan azad bibe.”
Ji Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistan Salar Abdurrahman jî destnîşan kir ku neteweya kurd neteweyeke aştîxwez e û wiha axivî: “Me li vir çend serdan kirin. Me bi van serdanan xwest nîşan bidin ku xelkê kurd milletekî aştîxwaz e. Em dixwazin bi Rêber Ocalan re hevdîtin bikin û piştgiriya pêvajoya aştiyê bikin. Em dixwazin welatê me jî azad be û hemû kes bi azad di nav aştiyê de bi hev re bijîn.”
Piştî daxuyaniyê Şandeya Ciwanan bi Newroz Uysal Aslan re ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin daxwazname dan Wezareta Dadê.
