3 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwan dixwazin fikrên Ocalan ji wî bibihîzin

Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rêzan Kaganarslan, anî ziman ku armanca şandeya ciwanên Başûr ew e ku yekser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wî bibihîzin û li her derê belav bikin.

Ciwanên endamên Partiya Zahmetkêşên Kurdistanê û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê, ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ji herêma Federe ya Kurdistanê hatin bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Ciwanan li Amed, Riha, Mêrdîn û Enqereyê hevdîtin kirin. Ciwanan ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin daxwazname da Wezareta Dadê. Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rêzan Kaganarslan, têkildarî armanca daxwaznameyê û pêvajoyê wiha got: “Ciwanan bi vê serlêdanê xwest ku rasterast yekser fikr û ramanên birêz Ocalan ên li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji wî bibihîzin.”

Qedera dîrokê girêdayî rewşa Abdullah Ocalan e

Rêzan Kaganarslan da zanîn ku ciwan dixwazin li ser fikrên Abdullah Ocalan ên Yekîtiya Neteweyî ku di manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de qal dike, nîqaş bikin û wiha axivî: “Me xwest ku ev şande bi birêz Ocalan re hevdîtin bike, da ku fikrên wî yên li ser ciwanên ku li dijî feraseta mêrane û desthilatê têdikoşin fêr bibin. Me xwest ku di dîroka kurdan de, têkoşîna kurdan ne li ser sehpaya darizandinê, li ser maseyê bi hevdîtinê bi dawî bibe. Me xwest nîşan bidin ku ji çar parçeyên Kurdistanê dê dîsa ciwan pêşengiya vê yekê bikin. Ji bo ev gava dîrokî bigihîje encamê qedera vê dîrokê jî girêdayî rewşa rêzdar Abdullah Ocalan e. Ciwanan li vir bal kişand ser muxatabî û aktoriya rêzdar Ocalan.”

Ciwanan  xwest Ocalan di nav civakê de be  

Rêzan Kaganarslan da zanîn ku şandeyê xwestiye Abdullah Ocalan azad bibe û têkeve nav civaka xwe û wiha pêde çû: “Ciwanan xwest ku xebatên xwe yên siyasî bi awayekî azad pêk bîne. Ciwanan li bajarên Mêrdîn, Riha û Amedê hevdîtin kirin. Di van hevdîtinan de jî li ser rewşa bakurê Kurdistanê û asta rêxistinbûnê rawestiyan. Me tecrûbeyên xwe yên li ser rêxistinbûna ciwanan parve kirin. Me ramanên birêz Ocalan ên li ser mêrên serdest jî bi wan re parve kirin. Me xwest ciwanên Başûr jî ji vê serpêhatiyê sûdê werbigirin. Endamên şandeyê jî qala rewşa ciwanên Başûr kir. Qala bandora banga Aştî û Civaka Demokratîk a li ser Başûr kir. Ciwanên Başûr jî bal kişand ser rol û muxatabiya birêz Ocalan a dîrokî ya li ser pêvajoyê.”

Rêzan Kaganarslan, bi bîr xist ku heta niha wezareta dadê bersiva serlêdanên din nedaye û wiha lê zêde kir: “Me serî li Wezareta Dadê da. Rayedaran tenê daxwazname ji me girt û got, “Eger bersiv bê hûn dikarin li ser vê nimrê bişopînin. Wekî din ti bersiv nedan. Berê ciwaên ji Ewropayê hatibûn û şandeyên din jî ku hatibûn û serî li Wezareta Dadê dabûn, hê jî bersiveke erênî negirtine. Eger ev serlêdan bê qebûlkirin û derfet bê dayîn ku ciwanên Başûr biçin Îmraliyê, mijara bê axaftin helbet mijara Kurdistanê ye. Mijara pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.”

Rêzan Kaganarslan diyar kir ku ciwanên Başûr li ser manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk hûr dibin û got: “Ciwanên Başûr hewl didin ku bibin bersiva vê bangê. Wekî ku birêz Ocalan jî pênase dike, sosyalîzma demokratîk tê çi wateyê, wê li ser vê mijarê nîqaş bikin. Ciwanên ku ji Başûr hatine, endamên Partiya Zahmetkêşan û Partiya Sosyalist a Demokrat in. Dixwazin bi rêxistinbûna kurdan û Rêxistinbûna Neteweyî bigihînin civakbûnê. Dixwazin bi civakbûnê jî bigihîjin sosyalizmeke demokratîk. Ciwan dixwazin li ser van mijaran bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.”

Rêzan Kaganarslan herî dawî wiha axivî: “Bajarê ku me lê daxwazname da, bajarekî ku birêz Ocalan û 7 hevalên xwe lê tevgera azadiyê daye destpêkirin e. Dîsa 27ê mijdarê jî salvegera îlankirina partiyê ye ku birêz Ocalan û hevalên xwe ava kiriye. Me xwest li ser girîngî û wateya vê rojê jî pirsan ji birêz Ocalan bikin. Me xwest pêşniyarên birêz Ocalan ên li ser ciwanên çar parçeyên Kurdistanê werbigirin.”