12 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwan dê şahiyê li dar bixin

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê dê li rawestgeha Kevenlî TOKÎyê ya li pişt Parka Mûsa Anterê, şahiyê li dar bixe.

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê, xwest di 5ê îlonê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Kent Meydaniyê şahiya ciwana li dar bixe. Lê destûr nehate dayin. Li ser vê yekê, ciwan dê li rawestgeha Kevenlî TOKÎyê ya li pişt Parka Mûsa Anter şahiyê li dar bixin. Şahî dê saet di 19.00ê de bê lidarxistin. Hunermend Kasim Taşdogan dê derkeve ser dikê.

Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Adem Yilmaz, got: “Me dixwest di 5ê îlonê de li Kent Meydaniyê konserê li dar bixin lê walîtiyê destûr neda. Me du hefte berê dest bi xebatan kiribûn û walîtî jî agahdar kiribû. Dema em lê geriyayîn jî bêyî hincetekê nîşan bidin gotin ku betal kirine. Tu hêzek dê nekare me ji têkoşîna me bike. Em bang li hemû ciwanan dikin ku tev li konsera me ya li rawestgeha Kevenlî TOKÎyê bibin.”