Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê (ÎSOM) dê panela “Di civaka sosyalîst de rola ciwanan” panelekê li dar bixin. Panel, dê di 28ê kanûnê saet di 11.00an de li navçeya Fatîhê ya Stenbolê were lidarxistin. Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş jî dê di panelê de biaxivin.
Têkildarî mijarê daxuyanî hat dayin û di serî de jinên ciwan, banga tevlibûnê li hemû ciwanan hat kirin.
