Li Êlihê ciwan li 10 taxên cuda li dijî tayînkirina qeyûm daketin kolanan û dest bi çalakiyan kirin. Ciwanên ku li taxan serî hildan, li kolan û kuçeyan agir pêxistin û dirûşmeyan berz dikin. Di nava rojê de bi hezaran welatî kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan êrîşî girseyê kiribû. Bi hezaran welatiyên ku êrîşa polîsan şermezar kirin li kolan û taxan belav bûn û çalakiyên xwe li kolan û taxan berdewam kirin. Bi sedan ciwan li taxên Emekli Toki, Hilal, Karşıyaka, Petrolkent, Baglar, Korike, Pazaryeri, Bayindir, Cudi û Petrol rê li trafîkê girtin û agir pêxistin. Ciwan çalakiyên xwe berdewam dikin û bê navber dirûşmeyan berz dikin.Ciwan bê navber dirûşmeyên “Bijî serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe”, “Ciwan fedaiyên Apo ne” “PKK gel e, gel li vir e” û “Qeyûm dê biçe, gel dê bê.” Berz dikin.
Piştî çalakî zêde bûn û ciwanan rê li trafîkê girt, bi keviran êrîşî TOMA’yan kirin. TOMA’yên ku asê man xwe paşve kişandin.
Serhildan û berxwedana ciwanan li kolanan berdewam dike.