12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwan ber bi azadiya rêberê xwe ve dimeşin

Di vê Meşa Dirêj a ciwanan de bi dehan ciwanên biyanî tevlî vê meşê bûne. Ciwanên enternasyonalîst dibêjin “Şoreş û berxwedana gelê kurd mînake ji bo hemû gelên cîhanê.”

Dibe ku we di van rojên dawî de di nûçeyan de temaşe kiribe yan jî xwendibe. Ciwanan di 16 ê îlonê de dest bi Meşa Dirêj kirin. Meşa Dirêj ku ji bajarê Bielefeldê yê Almanyayê destpê kir ew ê heya bajarê Duisburgê berdewam bike.

Meşa Dirêj di bin pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgrêka kurd re çareserî” dest pê kir û bi sedan ciwanên kurd û enternasyonalîst tevlî meşê bûn. Ciwan dixwazin bi vê meşê balê bikşîne ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 43 meh in agahî jê nayê wergirtin.

Wek ku tê zanîn di nava hemû civakan de ciwan herdem bûye stûna herî girîng a wijdanê civakekê. Li gorî wijdanê vê civakê jî tev digerin û herî zêde ew bi tevger, bi rêxistin, bi enerjî û bi pratîkin. Ciwan dixwazin bi vê meşa xwe sê peyaman bidin raya giştî.

Yekemîn tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku gihîştiye astek gelek xeter û ev jî di nava civakê de nerehetiyek gelek mezin ava dike. Tecrîd li ser birêz Abdullah Ocalan giran be, li ser hemû kurdan jî zext pêş dikevin. Li ser hemû girtiyan zext hene, li ser Rojava zext hene, li ser Başûr zext hene, li ser heremên gerîla zext û şer heye. Ji bo wê jî ne şaşe ku em bêjin: Dewleta tirk a dagirker di laş de, di destpêkê de li serî dixe.

Duyemîn dixwazin peyam bidin ku çareserkirina pirsgrêka kurd bi axaftin, nêrîn û bi sekna birêz Abdullah Ocalan ve seranser girêdayî ye. Ji ber ku kurdan ew ji xwere wek vîn, wek îrade hilbijartiye û dibêje “Dema tu dixwaze pirsgrêka kurd çareser bike, biçe bi Rêberê me Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk bîne!” Vê rastiya heyî keran bihîst, koran dît û lalan got. Lê dewleta tirk a dagirker ne dixwaze bivîne, ne dixwaze bibihîze û ne jî dixwaze bîne ziman. Li ser kesên ku dibîne, kesên ku dibihîze û kesên ku dibêje jî, terorek mezin dimeşîne.

Sêyemîn jî ciwan dixwazin nerazîbûna xwe li himber saziya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li hember îşkencê xebatan dimeşîne (CPT) bînin ziman. Ev gelek sal in em dibînin ku di tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de CPT rolek girîng dilîze. Rola CPT ew e ku çavên xwe ji gelek kiryarên dewleta tirk re bigre. Bi aşkerekirin an jî aşkerenekirina raporên di salên borî de CPT cihê xwe li nava refên dewleta tirk de xuya kiriye. Bêguman ciwan jî vê dizanin û ji ber vê jî gelek bi hêrs in. Hêrsa wan temsîla hêrsa gelê kurd e û di cih de ye.

Ciwan di van hersê peyaman de dibêjin “bi berxwedanê pêkan e“. Raste bi berxwedaneke seranserî Kurdistan û cîhanê mirov dikare vê tecrîda giran bişkîne.

Di vê Meşa Dirêj a ciwanan de tiştekî gelekî bala min kişand. Ev tişt jî ew bû, ku bi dehan ciwanên biyanî tevlî vê meşê bûnin. Ciwanên enternasyonalîst dibêjin “Şoreş û berxwedana gelê kurd mînake ji bo hemû gelên cîhanê.” Di nirxandinên wan de em dibînin ku bi taybet balê dikşînin ser rola Abdullah Ocalan ya di analîzkirina pirsgrêkan de. Her wiha ew dibêjin Abdullah Ocalan bi taybetmendiya xwe ya analîzekirina bi dehan şoreşên berî wî û bi derxistina paradîgmaya xwe ya li ser hîmê azadiya ciwan û jinê li himber kapîtalîzmê ji bo hemû mirovahiyê bûye hêvî.

Hêjayî gotinê ye ku çalakiya ciwanan ya Meşa Dirêj ji aliyên kurd û dostên wan ve bi eleqeyek mezin ve tê silavkirin û şopandin.

Ez jî carek din meşa we ya pîroz silav dikim û dibêjim hûn stûnê wijdanê civaka me ne. Serkeftin di meşa we ya ber bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye.