Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di 8-9’ê hezîranê de bi beşdariya 21 rêxistinên ciwanan li paytexta Lubnanê Beyrûtê pêk hat. Konferans bi dirûşma “Ciwan û avakirina siberojeke azad” pêk hat. Ciwanan di konferansê de pirsgirêkên xwe, rêbazên çareseriyê, şerê li dijî nijadperestiyê, pirsgirêkên azadiya jinan, çawaniya aktîfkirina rola ciwanan, pêşxistina hevgirtin û têkoşîn ciwanan nîqaş kirin. Pirsgirêkên ciwanan, rola ciwanan di pêşxistina çanda jiyana hevbeş û rêbazên pêşxistina hevgirtin û têkiliyên ciwanan jî rojevên sereke yên konferansê bûn.
Xalên di konferansê de derketin pêş wiha ne: Çareseriya qeyrana heyî encex ji derveyî pergala modernîteya kapîtalîst û bi avakirina Rojhilata Navîn a Demokratîk dikare pek bê. Modernîteya kapîtalist û hemû rehendên vê nikarin çareseriyeke biafirînin. Konferansa, helwestên ku çareseriyê ji derve hevî dikin red dike û ciwanan weke hêza herî dînamîk a guhertinê dibîne. Konferans ji bo ciwan bikaribin bibin hêza peşêng û çareserî, pewîstiyeke lezgin bi avakirin û xurtkirina yekbûna hêzê ciwanên herêmê dibîne. Konferans, koordînasyoneke, ku ji nûnerên hemû rêxistinan pêk tê, hilbijart û erkdar kiriye. Konferans, kolekirina jin û desthilatdariya zilam li ser jinê, wek pirsgireka herî bingehîn û sereke dibîne û jinên ciwan hêza peşeng a demokratîzekirina Rojhilata Navîn dibîne. Konferans, projeyên netew-dewlet, wek çareserî nabîne û li şûna wê projeya neteweya demokratîk, esas digire. Konferans, penasêkirinên, ku têkoşînên rewa yê gelan weke ‘terorizm‘ bi nav dikin, teşîr dikin û têkoşîna li dijî dagirkerî û metîngeriyê rewa dibînin.
Konferans li dijî kapîtalîzm û îdeolojiya wê lîberalîzmê, li dijî zilamsalarî û talankirina xwezayê, tunekirina jîngehê hemû şêwazên zordestiyê li ser bingeha zayend, nasname, ol, ziman û netew têdikoşin. Polîtikayên dagirkeriya dewleta tirk, wekî dijminê hevbeş ê hemû gelên Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîkayê û li ser vê bingehê piştgiriya têkoşîna hevpar a gelê kurd û gelê herême dike.
Konferans, dagirkeriya Îsraîlê û qirkirina li ser gelê Filistînê şermezar dike. Pêkhateyên konferansê dê ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî yên şoreşger bixebitin. Di çarçoveya kampanya cîhanî ji bo azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan, dê piştgiriya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” radigihînin. Ciwan konferansa xwe diyarî rêberê enternasyonal Abdalah Ocalan dikin.
Endama Komîteya Amadekar a Kongreya Ciwanan a Rojhilata Navîn Ronahî Hisên li ser niqaş û encamên konferansê pirsên me bersivand.
Tu dikarî hinekî qala armanca konferansê bikî?
Di serî de armanca vê konferansê, avakirina yekitiya ciwanên Rojhilata Navîn e. Yên di yekitiya Rojhilata Navîn de rolek mezin û gavên mezin bavêjin ciwan in.
Me xwest li ser vê mijarê ciwan nerînên xwe parve bikin. Em hemû ciwanên ku li Rojhilata Navîn dijîn xwedî heman pirsgirêkin. Pirsgirêkên me hevpar in. Ji bo yekitiya fikrekê me pêdivî bi vê konferansê dît. Demek dirêj e amadekariya vê konferansê dihat kirin. Girîngiyek mezin li vê konferansê hat barkirin. Di milê bîrdozî de giraniyek û kurahiyek wê hebû.
Kê ev konferans amade kir, kî û kîjan nasname beşdar bûn?
Yên beşdarî vê kongreyê bûn û pêşengiya wê kir, ciwanên Rojhilata Navin bûn. Ciwanên ku beşdar bûn qeyrana ku li Rojhilata Navîn pêş dikeve dîtin. Bi geşedanên pêş dikevin re rû bi rû dimînin. Ciwanên gelek welatan beşdar bûn.
Ji Tunûs, Sûdan, Misir, Yemen, Urdun, Filistîn, Lubnan, başûrê Kurdistanê, bakur û rojhilatê Sûriyeyê, Iraq, Îran, Tirkiyeyê hatin beşdar bûn. Ciwanên wekî mêvan ji Ewropa jî hatin beşdar bûn. Gelek ciwan bi rêya dîtbarî beşdar bûn. Ji 24 partiyan ciwan beşdarî konferansê bûn. Ji Yekîtiya Ciwanên Demokratîk, Xwendekarên Sosyalîst ên Yemenê, Yekîtiya Ciwanên Paşveroj a Suryaniyan, Tevgera Ciwanan a Misir, Ermenî, gelek kesên xwedî nasnameyên cuda jî beşdar bûn.
Mijarên derketin pêş çi bûn?
Ev kombûna ciwanan ku ji hemû ziman, çand û pêkhateyan pêk tê ji bo me gelek pîroz e. Gelek girîng e ku hemû kesên beşdar bûn xwedî nerînek hevpar bûn. Ciwan di serî de li ser dagirkeriyê rawestiyan. Nerîna hevpar ew bû ku dagirker li her derê di serî de ciwanan dikin hedef. Hêzên dagirker li her welat û bajarekî bi şêwazên cuda ciwanan dikin hedef. Êrîşên li ser ciwanan her ku diçe zêde dibin. Dagirkeriya li dijî welat, ziman, çand, beden û hiş her diçe zêde dibe. Li gorî vê rastiyê em gihîştin wê biryarê ku em wekî ciwanên Rojhilata Navîn têkoşînek pir mezin bidin. Ciwanên Rojhilata Navîn di milê çandî, ziman, ruh û civakê de pir dewlemend in. Li hemû welatên Rojhilata Navîn şoreşan bi pêşengiya ciwanan dest pê kiriye. Me dît ku hemû ciwanên beşdarî konferansê bûn, xwestin û hezkirina wan a bi guhertinek pir mezin heye. Em wekî ciwanên Rojhilata Navîn dixwazin ev hişmendî bê guhertin. Em dixwazin hişmendiya li dijî ciwanan û hişmendiya dixwazin ciwanan bikin robot û kole bê guhertin. Me xwest di serî de ji xwe de dest pê bikin. Di avakirina kesayetiya xwe de dest bi têkoşînê bikin. Em karibin xwe ava bikin, em dikarin welatekî azad û civakek azad jî ava bikin. Her kes ji bo guhertinê bi hezkirinek mezin hatin beşdar bûn. Kombûna di konferansê de serkeftinek pir mezin bû. Em hemû di fikra “Bêyî projeya Neteweya Demokratîk çareserî ne pêkan e” de bûn yek. Kengî hemû ziman, çand, netew hatin cem hev û bi hevre jiyan, wê demê em dikarin qala serkeftinê bikin. Hebûna hemû pêkhateyan serkeftinek mezin bû.
Ciwanên welatên din çawa li Moderniyeta Demkoratîk û fikrên Rêber Ocalan dinerin?
Em li ser projeya Rêber Apo kom bûn. Projeyen Rêber Apo hat niqaşkirin. Hat diyarkirin ku tu çareserî bêyî projeya Rêber Apo ya Neweteya Demokratîk ne pêkan e. Hezkirina wan a li hemberî vê projeye zêde bû. Hemû ciwan hez dikin ku vê projeyê li welatê xwe têxin meriyetê. Hemû ciwan dixwazin werin bakur û rojhilatê Sûriyeyê û bi çavê xwe jiyana vê pergalê bibînin. Pergala Rêveberiya Demokratîk nas bikin. Hezkirina wan a li hemberî pergalê pir zêde bû. Hat niqaşkirin ku her welat li gorî taybetmendiyên xwe projeya Neteweya Demokratîk têxin meriyetê. Karibin çand û civaka xwe biparêzin û jiyanek komînal pêş bixin. Hat xwestin ku em ciwan welatên hev ziyaret bikin û li cih welatên hev nas bikin. Di konferansê de derket holê ku çareserî Neteweya Demokratîk e. Neteweya Demokratîk jî projeya Rêber Apo ya esasî ye.
Ciwan dê li dijî şerê li Rojhilata Navîn helwestek çawa nîşan bidin?
Ji bo mirov karibe li Rojhilata Navîn bijî, pêdiviya wan bi 3 tiştan heye. Yek jê parastin e. Li hemberî dagirkeriyê her ciwanek çawa dikare xwe biparêze hat niqaşkirin. Dema dewlet dixwazin vîna ciwanan bişkînin û bikin koleyên xwe, li beramberî wê en dikarin xwe çawa biparêzin. Em li bakur û rojhilatê Sûriyeyê em di nava şoreşê de mezin bûn. Divê em xwe bi xwe biparêzin û li benda welatên derve neminin. Divê em karibin li dijî van êrîşan rêxistiniya xwe mezin bikin. Ji bo parastinê kordînasyona li ser asta Rojhilata Navîn ku ji hemû berdevkên partiyan pêk tê, dê bê avakirin. Dê ji bo demên pêş plansaziyên mezin amade bikin. Ev konferans ji bo stratejiyek pir fireh pêk hat. Dîsa ciwanan li Beyrûdê helwesta ji bo pêngav “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” nîşan dan. Ev helwest û piştgiriya pêngavê ya hemû ciwan û partiyan ji bo dijmin bersiveke xurt e. Serkeftina mezin a ciwanan e. Ji bo hemû ciwanan armanca sereke azadiya fizikî ya Rêber Apo bû. Armanca esasî belavkirina fikr û felsefeya Rêber Apo bû. Her ciwanekî di konferansê de amade bû bi kelecanî dixwest pirtûk û fikrên Rêber Apo bixwînin. Dixwestin nas bikin. Ciwanên ku fikrên Rêber Apo lêkolîn kirin û hatin aşiqî fikrên Rêber Apo bûn. Ji ber ku fikrên Rêber Apo xelasiya ji hemû qeyranan e.
Em dikarin bibêjin hemû ciwanan aşiqên fikrên Rêber Apo ne?
Belê rast e. Me di destpêkê de got. Bi eşqa fikrên Rêber Apo em hemû li cihekî kom bûn û me fikrên xwe parvekirin. Gavek dirokî ye ku em hemû kom bibin û pirsgirêkên xwe parve bikin. Em bi hev re li rêyên çareseriyê bigerin gelek girîng e. Konferans pir bi coş û moral derbas bû. Gelek kesên din jî dixwazin tev li niqaşan bibin. Em dixwazin xwe bigînin hemû ciwanan. Ji ber ku ciwan dê pêşerojek azad ava bikin.
Ciwan dê li dijî şer xebateke çawa bimeşîne?
Şerê li welatekî bandorê li hemû welatan dike. Qeyranek hebe bandorê li yê din dike. Ciwanan diyar kirin ku dê heta dawî parastina ax û welatê xwe bikin. Dijmin tenê bi çek û balafiran êrîş nake. Bi amûrên hişbir, bi milê hişmendî, koçberî û derûnî de êrîş dike. Dijmin dixwaze bi rêya hişbir ciwanan tune bike û têxe xizmeta xwe. Ciwan dê di milê çand, ziman, ax, nasmame û gelek aliyan de parastinê bikin. Wekî Rêber Apo jî got; ‘Me bi ciwantî dest pe kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin’. Lê ev jî bi ciwanên ku xwe bi rêxistin û perwerde kirine û ciwanên bi fikrên Rêber Apo xwe kûr kirine, pêkan e.
Di aliyê parastina ekolojî û derdorê dê ciwan xebatek çawa bikin?
Yek ji mijarên ku di konferansê de hat niqaşkirin parastina ekolojiye bû. Em çawa karin welatê xwe xweşik û geş bikin. Bi taybet di milê çandineyê de niqaş hatin kirin. Ji bo vê yekê dê semîner bên dayîn. Ji bo parastina ekolojiyê pêdivî bi civakek sincî û polîtîk heye. Dê her partî li welatê xwe li ser vê mijarê semîneran bidin.
Ji bo parastina jin û mafê jinan biryarên çawa derketin pêş?
Di konferansê de li ser rol û rista jinê gelek niqaş hatin kirin. Her jinek ciwan a beşdarî konferansê bû îspat kir ku tenê bi tevlêbûna wan a konferansê şoreşek mezin e. Bi salan e dijmin bi taybet di bin navê ol û navên cuda de dixwazin vîna jinê tune bikin. Baş dizanin ku ji bo welatek bê nasîn divê jin û ciwanên wî welatî bên naskirin. Şiyara “Jin Jiyan Azadî” li hemû Rojhilata Navîn belav bû. Em ê jî bi vê hişyariyê û li ser vî esasî tevahiya jinan bi rêxistin bikin. Em ê hewl bidin xwe bigînin tevahiya jinên ciwan. Ji bo xwe nas bikin hezkirinek mezin hebû.
Ciwan pergala Rojava çawa dibînin?
Ciwan pir meraq dikin. Bi taybetî li pergala YPJ’ê dinerin. Hez dikin bên nas bikin û bibînin. Jinek ciwan a ji Sûdanê got; ‘Ez aşiqim ku bên wan jinan nas bikim. Konferans pir serkeftî bû. Banga me ji ciwanên cîhanê re ew e ku em li nasnameyên xwe xwedî derkevin. Em projeya Neteweya Demokratîk esas bigirin.
Ronahî Hisên kî ye?
Li bajarê Şehbayê ji dayik bûye. Di nav malbatek welatparêz de mezin bûye. Piştî şerê li Şehbayê di 2016’an de tev li xebatên rêxistina parastinê bû. Di destpêkê de ji bo parastina axa xwe tevlî refên YPJ’ê bû. Piştî demekê derbasî xebata ciwanan bû. Niha jî berdevka Giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ye. Di heman demê de endama Komîteya Amadekar a Kongreya Ciwanan a Rojhilata Navîn e.