12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civînên CHP û AKP-MHP’ê: Honandina lîstikek nû

Erdogan bi heman mijarê bi Ozel û Bahçelî re hevdîtin kir. Çiqas CHP vê hevdîtinê weke pirsgirêkên aborî, darazî nîşan bide jî wisa nîne. Hewl dide civakê bixapîne.

Faşîzma AKP-MHP’ê li hemberî têkoşîna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê têk çû. Di aliyê leşkerî, aborî û siyasî de top avêt. Ji bo xwe ji têkçûne xilas bike zivistana borî hewil da du gavan biavêje.

Yek; xwest di hundir de hemû livdanên berxwedan û têkoşînê têk bibe. Di hilbijartinan de serweriya xwe ya bêdawî îlan bike. Hemû mûhalefeta tirk neçarî polîtîkayên xwe bike û êrîşî Tevgera Azadiyê bike.

Dudu; Faşîzmê xwest ji derve jî piştgiriya dewletên derveyî bistîne. YNK jî wekî KDP’ê bikişîne ser xeta îxanetê. Ji malbata Telebanî jî îxanetkarên wekî malbata Barzanî derxe. Bi navê Riya Pêşketinê xwest korîdorek nû ya enerjiyê ava bike. Ku Iraq îkna bikira dê zengîniyên Îraq û Başûrê Kurdistanê derbasî Ewropayê bikire. Dê Ewropa ji çewsên Rusyayê xilas bikire û bi piştgiriya bigirta jî dê êrîşî Tevgera Azadiyê bikira.

Li ser kaxezê plansaziyek bêqusûr çêkiribûn. KDP sînorên îxanetê firehkirin û li aliyê din zext û zor li YNK’ê kir ku bê ser xeta wê ya îxanetkar. Li aliyê dîtir jî zor li hikûmeta Iraqê kir ku bibe aliyek projeya Tirkiyeyê ya Riya Pêşketinê.

Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê MÎT’a Tirk Îbrahim Kalin bi Serfermandarê Dewleta Tirk Yaşar Guler re çûn serdanên DYA, Ewropa û Iraqê. Planên xwe ji wan re gotin û piştgirî xwestin. Li gorî wan her tişt dê gelek hêsan bûya. Bi xeyalen mezin ketin tevgerê.

Lê li dijî lîstikên wan plansaziyên Tevgera Azadiyê jî hebûn. Yek; Tevgera Azadiyê xwest faşîzmê di hundir de têk bibe. Ji îxtidarê bîne xwar û destûr nede ku qeyranên xwe derbas bike. Di Hilbijartinên 14’ê Gulanê de ev stratejî pêk anî. Lê CHP û îttîfaqa wê şaşî li ser şaşiyan zêde kirin û winda kirin.

Lê Tevgera Azadiyê her pêşketinê çil caran dinirxîne û wisa gav diavêje. Gelek kesan stratejiya 14’ê Gulanê rexne kir û xelet dîtin. Lê Tevgera Azadiyê bi hind guherînên biçûk heman stratejî di 31’ê Adarê de jî bi cih anî. Vê carê encam da û faşizma AKP-MHP têkçûna dîroka xwe ya herî mezin jiya.

Bi vî awayî projeya faşîzma Tirk a ji bo îktîdara xwe bêdawî bike, pêş xistî di binî de têk çû. Meşrûiyeta xwe ya rêvebirinê winda kir. Plana wê ya ku piştî hilbijartinê tevkujiya gelê kurd temam bike, di dest de teqiya. Niha hewil dide di hundir de îktîdara xwe biparêze.

Li derve jî heman tenqijînê dijî. Hêzên ji derveyî niha bi îktîdarek têkçûyî re muhatabin. Ji bo wê wekî berê daxwazên faşîzma tirk qebûl nakin û qebûl bikin jî tawîzên gelek mezintir dixwazin.

Faşîzma tirk niha ji bo projeya xwe ya berî hilbijartinê bimeşîne, dixwaze CHP’ê bikişîne cem xwe. Hevdîtina Erdogan û Ozel li ser vê bingehê pêk hat. Piştî Erdogan, Ozel bi Bahçelî re jî hate cem hev. Naverok û armanca hevdîtina heman e. Çiqas CHP wekî pirsgirêkên aborî, darazî nîşan bide jî wisa nîne. Civakê dixapîne.

Tişta ku îktidar ji CHP û Ozel tê xwestin gelek zelal e. Mesafeyê bixwe navbera xwe û gelê kurd. Bibe aliyek şer û piştgirî bide şerê li hemberî gelê kurd. Dixwazin CHP’ê bikin piyonê tevkujiya gelê kurd. Li hemberî vê yekê dê hind gotinên CHP’ê ji bikin û li hemberî civakê destê Ozel xurt bikin. Ev jî berdana Osman Kavala, wekîlê TÎP’ê Can Atalay û hind fermandarên teqawît ên bi boneya 28’ê Sibatê hatine girtin e.

CHP’ê dê helwestek çewa nîşan bide hêj nediyar e. Lê bi hevdîtinên Ozel tiştek diyar e ku ji vê bazarê re vekirî ye. Tiştek din a diyar jî ew e ku hişmendiya CHP’ê jî ji tevkujiya gelê kurd re vekirî ye. Lê CHP daxwazên faşîzmê qebûl bike dê şansê îktîdarê car din winda bike û cardin jî vî şansî nebîne. Neyê lîstikên AKP-MHP’ê jî dê bikaribe bibe beşek demokratîkbûna Tirkiyeyê.

Lê çi dibe bila bibe aqilê Tevgera Azadiyê dê teqez serbikeve. Siyaseta faşîzma AKP-MHP’ê ligel hemû nekêriya CHP’ê jî têk birîn, siyaseta CHP’ê jî bi heman aqûbetê şa bike.

Bi berxwedana gelan pişta faşîzma AKP-MHP’ê hate şikandin. CHP jî nikare wan xilas bike û ku hewl bide dê pişta wê jî bê şikandin.