Di 28’ê Kanûna 2022’yan de li paytexta Rûsyayê Moskovê di navbera wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû, yê Tirk Hulusî Akar û yê Sûriyê Elî Mehmûd Ebbas de civînek pêk hat.
Ev civîna yekemîn e ku ji sala 2011’an ve di asta wezîran de tê lidarxistin. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civînê got ew dixwaze di dema pêş de bi Beşar Esed re hevdîtineke dualî pêk bîne ku ew wek “Esadê kujer” bi nav dikir.
Di serdemeke wiha de ku li Tirkiyê hilbijartin nêz dibin, çima dixwazin bi Şamê re hedîtinê bikin, plan çi ye, li Moskovê çi hate nîqaşkirin, helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê çi ye? Me ev pirs ji pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencuzogullari pirsîn.
Hamîde Rencuzogullari got di hevdîtina Şam, Enqere û Moskovê de xalên ji bilî Lihevkirina Soçiyê nîn in û got: “Her sê aliyên Astanayê heta niha bêyî dewleta Sûriyê hevdîtin dikirin. Di civîna sêalî ya dawîn a li Moskovê de Îran tune bû, lê belê cara yekemîn Tirkiye û Sûriye li ser heman maseyê bûn. Mijarên li ser maseyê, ji Lihevkirina Soçiyê wêdetir nebûn.”
Rencuzogullari diyar kir ku tê payîn Tirkiye sozên ku di sala 2016’an de îmze kirine, pêk bîne û wiha bi bîr xist: “Di dawiya sala 2016’an de di encama însyatîfên Tirkiye, Rûsya û Îranê de biryar hate dayîn ku li seranserê Sûriyê rewşeke bêpevçûn bê çêkirin û Şam û opozîsyonê jî diyar kir ku ew ê vê biryarê pêk bînin. Her wiha Tirkiye bû garantora opozîsyonê. Lê tevî ku Tirkiyê gotibû heta 2019’an dê rewşa bêpevçûn mîsoger bike jî, aloziya li herêmê û nemaze li İdlibê dijwartir bû. Di vê pêvajoyê de Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) qada xwe berfireh kir. Di girtekên Astanayê de tekezî li ser serwerî û yekparebûna xaka Sûriyê û bidawîkirina terorê tê kirin. Lê Enqere komên ku Şam jê re dibêje ‘terorîst’, hem bi kar tîne û hem jî dide şerkirin.”
‘Şertên dane ber Tirkiyeyê gelekî zehmet in’
Rencuzogullari diyar kir ku Pûtîn beriya hilbijartinan tengijîna Erdogan bi kar tîne û got ew bi mentiqa “êdî dem hatiye ku zorê bidin Erdogan” tev digerin, da ku Lihevkirina Soçiyê pêk bîne.
Rencuzogullari diyar kir ku pêdiviya Erdogan bi propagandaya “bi dijminên kevn re dîsa bibe dost” heye û wiha domand: “Ji ber hilweşîna aboriyê pêwîstî bi pereyê germ ê welatên Kendavê û taloqkirina deynên gazê ji aliyê Pûtîn ve heye. Pûtîn van hemû hewcedariyan wek firsendekê dibîne û şertên Sûriyê dan qebûlkirin. Ev şert çi ne? Vekişîna Tirkiyê ji herêmên dagirkirî, rawestandina desteka wê ya ji terora cîhadîst re û vekirina rêya M4 a Lazkiye-Helebê ya bazirganiyê.”
Rencuzogullari destnîşan kir ku dixwazin şertên li Soçiyê jî bi cih werin, lê Tirkiye ne di dema kurt û ne jî ya navîn de nikare pêk bîne û têkildarî bi deh hezaran milîtanên cîhadîst ên perwerde kirine,
mûçeyên wan dane û bi kar anîne; planeke xwe nîn e.
Rencuzogullari wiha pê de çû: “Erdogan çima ev şertên dijwar qebûl kirin û li benda hevdîtina xwe ya bi Esad re ye? Di civîna her sê aliyan de heçku diyariyeke hilbijartinê dan Erdogan. Ew jî xala ‘Tirkiye û Sûriye dê li dijî komên cudaxwaz bi hev re tê bikoşin’ e. Tê payîn ku ev xal ‘çîrokeke serketinê’ û ‘propagandaya bibandor’ a hilbijartinê pêşkêşî Erdogan bike.”
Pozisyona Îranê
Hamîde Rencuzogullari da xuyakirin ku Îran tev li civînê nebûye û got: “Li şûna Îranê vê carê yekser bi Sûriyê re hevdîtin hate kirin û ev jî nîşan dide ku Lihevkirina Soçiyê dê bêhtir şênber bikin.”
Rencuzogullari got Îranê têkiliya bi Sûriyê re derxistiye asteke bilindtir û anî ziman ku di demeke nêz de serokkomarê Îranê dê serdana Şamê bike û ji gelek salan ve ev yekemîn serdaneke di vê astê de ye.
Wateya berteka DYA’yê çi ye?
Hamîde Rencuzogullari bal kişand ser bertekên DYA’yê yên têkildarî civîna sêalî jî û got: “Helbet ne Şam ne jî tu alî naxwazin siyaseta Kurdan û Tirkiye nêzî hev bibin.”
Rencuzogullari li ser siyaseta ku DYA di krîza Sûriyê de dimeşîne jî got: “Mîna ku beriya niha gelek caran çêbû, DYA’yê her tim diyaloga Kurdan a bi Şamê re ya di ser Rûsyayê re, xira kir. Di encama vê yekê de hem DYA hem jî Rûsya ronahiya kesk veda û Tirkiyê operasyonên ‘sînordar’ pêk anîn. DYA’yê hem nêzîkbûna Kurdan a bi Şamê re xera kir, hem jî dilê Tirkiyê xweş kir. Rûsyayê jî, ji ber ku ji ser maseyê rabûbûn, bi çoyê Tirkiyê hişyarî da Kurdan. Pêvajoya heyî cuda ye. Tirkiye ku endama NATO’yê û ji DYA’yê re hevalbendeke hewce ye, nêzîkbûna wê ya bi Şamê re, DYA nikare qebûl bike. Lewma nerazîbûneke tund hat nîşandan. Sedema bingehîn a berteka tund ku ji ya li hember operasyona hewayî ya Tirkiyê jî dijwar bû, ew e ku cezayên DYA’yê yên li dijî Sûriyê dê bi qismî sivik bibin. Ji ber ku vekirina rêya M4 û diyaloga bi welatekî cîran re ku sînorê herî dirêj pê re ye, di her alî de dê Sûriyê rehet bike û tevkariyê li başbûna wê bike.”
‘Çeteyên li herêmên dagirkirî dê berê çekan bidin dewleta tirk’
Rencuzogullari diyar kir ku di hevdîtinan de behsa rewşa çeteyan jî hatiye kirin û got: “Mijara ku dê çi li van komên cîhadîst were, wek pirsgirêkekê dimîne ku kes nizane çareser bike. Dibe ku Tirkiye bikare bi çend komên di nava Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de talîmatên bide qebûlkirin, lê tu carî nikare van hemûyan îqna bike û gelek koman nerazîbûna xwe li hemberî vê normalîzekirinê îlan kir û protestoyên ’em aş nabin’ li dar xistin. Ev komên hêrsok xwedî potansiyeleke mezin in. Li aliyê din komên ku Tirkiyê garantoriya wan hilnegirtiye ser xwe hene, lê ji sala 2012’an ve destekê didê. Li Idlibê HTŞ û li bakurê Lazkiyeyê jî endamên Partiya Îslamî ya Tirkistanê hene. Tu kes nikare mîsoger bike ku dê berê çekên wan venegere Tirkiyê.”
‘Plana dewleta tirk radestkirina herêmê bo çeteyane’
Hamîde Rencuzogullari destnîşan kir ku dewleta Tirk plan dike ji herêmên dagirkirî vekişe û wan radestî çeteyan bike û got: “Heçku Tirkiyê çend meh e bi HTŞ’ê re peymaneke veşartî çêkiriye.”
Rencuzogullari di berdewama nirxandina xwe de behsa dan û standinên dewleta Tirk ên bi komên çete re kir û wiha dewam kir: “Tûgayên Hamza, Suleyman Şah û Sûltan Mûrad ku niha herî zêde nêzî Tirkiyê ne, tev li HTŞ’ê bûn. HTŞ’ê dest danî ser herêmên di bin kontrola Tirkiyê de. Îhtîmal heye AKP hesabekî wiha dike; dixwaze ji Sûriyê vekişe û vê herêmê ji HTŞ’ê re bihêle. Komên di nava Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de ku red dikin çekên xwe deynin jî tev li HTŞ’ê bibin û AKP bibêje ew destê xwe ji Sûriyê dikişîne lê li aliyê din bi vê artêşa cîhadperest re şerê li Sûriyê her ku diçe kûrtir bike. Bi texmîna min planên wan ên bi vî rengî hene. Lê belê ev jî gelekî xeternak e. Ji ber ku hêrsa cîhadîstên hatine terikandin, dikare vegere Tirkiyê.”
‘Armanc têkbirina Rêveberiya Xweser e’
Hamîde Rencuzogullari wiha domand: “Pênaseya terorîstan a Tirkiyê û ya Sûriyê ne wekî hev e. Cîhadîstên ku Tirkiye wan wek “muxalîfên nerm” dibîne, Şam wek terorîst pênase dike. Li aliyê din ji bo Tirkiyê PYD/YPG yekane koma terorê ye, lê Sûriye PYD’ê bi vî rengî nabîne. Bawer im niha PKK’ê jî pê ve dikin û hewl didin bi Tirkiyê re werin ser xaleke hevpar. Ne xuya ye ev dê çi qas pêk bê. Lê belê agahî hene ku şertê pêşîn ê Şamê ew e ku Tirkiye gavên şênber biavêje; gelo Tirkiye dê ji Sûriyê vekişe, dê dest ji destekkirina cîhadîstan berde? Ev gav tên şopandin.”
Rencuzogullari diyar kir ku Şam bi guman e ka ev gav piştî hilbijartinê dê werin avêtin an na û got: “Gotegot hene ku dan û standin dê ji propagandaya hilbijartinê wêdetir neçin.”
Rencuzogullari diyar kir ku ev peymana nû bi fikarên têkildarî hilbijartinê hatiye çêkirin û got tevgereke ku vê yekê xera bike ji DYA’yê jî tê hêvîkirin, her wiha DYA li ser formuleke dixebite ku Tirkiyê jî rehet bike.
Rencuzogullari di dawiya nirxandina xwe de got: “Beriya niha nûnerê taybet ê Trump James Jeffrey ev pêşniyar kiribû; “Nabe hevalbendeke girîng a mîna Tirkiyê ji ber PKK’ê were xeyidandin. Fikarên ewlekariyê yên Tirkiyê rast in.” Formuleke Trump di vî alî de hebû; kes û komên di nava tevgera Kurd de ku Tirkiye erê nake, bên tesfiyekirin û versiyona PDK’ê ku dostê AKP’ê ye, ya Rojava bê çêkirin. Trump ji bo vê yekê gelekî hewl da, lê tiştek bi dest nexist. Formula DYA’yê ku di van rojan de tê nîqaşkirin, Kurd tê de nîn in. Vejandina koma Sûwarûl Reqa (Şoreşgerên Reqayê) ku piştî têkbirina DAIŞ’ê ji hev belav bû û li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê li şûna QSD’ê bi cih bikin. Çi qas rast e hê jî nayê zanîn, lê wisa xuya ye ku li gorî şêwaza DYA’yê ye. Ji ber ku DYA memnûn e ku Tirkiye bi cîhadîstan re kar bike û dizane ger li ser sînor komeke cîhadîst were bicihkirin dê Tirkiye jî kêfxweş bibe. Pêşdîtin pir cuda ne, lê rastî li qadê ne û 11 sal e hê jî li benda çareseriyê ne.”