12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civîna li Urdinê rojeva sereke ya medyaya erebî ye

Civîna ku dê îro li paytexta Urdin, Umanê têkildarî aloziya Sûriyeyê bê lidarxistin û dê Erebistana Siûdî, Iraq, Sûriye, Urdin û Misir beşdar bibin, bû rojeva sereke ya rojnameyên erebî

Rojnameya El Ereb cih da civîna têkildarî Sûriyeyê ku dê îro li Urdinê were lidarxistin û wiha nivîsî: “Wezîrên Karên Derve yên Erebistana Siûdî, Misir, Iraq, Sûriye û Urdinê îro li paytexta Urdin Umanê dicivin. Armanca civînê ew e ku pêşniyarên têkildarî pêkanîna rêgezên mijara vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî û dîtina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyeyê re nîqaş bikin.

Li gorî çavkaniyên Urdinî, di civînê de dê girîngiyê bidin doza vegera penaberên Sûriyeyê da ku bibe mifteya dozên din ên ku di civîna wezîran de werin nîqaşkirin.

Lê li gorî pêşbîniyan, ev civîn bi tenê dê nikaribe hemû mijarên ku di civînên Cedayê de hatin pêşniyarkirin, nîqaş bike, lê pêwîstî bi rêzecivîn û tedbîran heye da ku bikarin gotinan li ser erdê pêk bînin û têkiliyên Sûriye û Komkara Erebî vegerînin.

Li gorî çavdêran, di civîna Umanê de dê ev mijar werin nîqaşkirin; gelo dikarin garantiyên mîna garantiyên ewlehiyê yên ji bo parêzgeha Siwêdayê werin dabînkirin ku şandeyeke sivîl bişînin da ku rê li ber şer bigire û bihêle penaber vegerin. Her wiha gelo dê bikarin garantiyan bidin ji bo ku binpêkirin çênebin. Her wiha Komkara Erebî û Komseriya Bilind dê bikarin fînansekirina çêkirina avahiyan û bicihkirinê bigirin ser xwe, ku ev jî bi awayekî nerasterast bibe desteka geşkirina aboriya Sûriyeyê.

‘Hikûmeta Şamê dê bersiva pêşinyaran bide’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî der barê heman mijarê de nivîsî: “Îro li Umanê civînên wezîrên karên derve yên Urdin, Siûdiyê, Iraq, Misir û Sûriyeyê tên lidarxistin. Çavkaniyên ji Urdinê diyar kir ku dê di civînan de bersivên Sûriyeyê li ser pêşniyarên aliyên erebî yên ji bo gihîştina çareseriya siyasî ku yekitiya axa Sûriyeyê û berdewamkirina xebatên saziyên wê misoger bike û dosyaya penaberên Sûriyeyê hebin. Her wiha destnîşan kirin ku ew pêkanîna wan şertan û hin şertên din dê rê li pêşiya vegera Şamê li Komkara Erebî vekin.”

′ Însiyatîfeke nû bo krîza Sûriyeyê ′

Rojnameya El Cumhuriye a Lubnanê jî li ser mijarê wiha nivîsand: “Li ser vexwendina Wezareta Karên Derve ya Urdinê îro li Emanê civînek tê lidarxistin. Ev civîn dewama civîna Cedayê ye ku 14′ê Nîsanê li ser asta wezîrên karên derve û rayedarên payebilind ên dewletên Kendavê, Misir, Urdin û Sûriyeyê li dar ketibû û dê bibe destpêka lidarxistina lûtkeya erebî ya salane ku tê payîn 19`ê Gulanê li Riyadê pêk were.

Li gorî agahiyên ku rojnameyê bi dest xistine, dibe ku Eman kaxizeke nû ya xebatê pêşkêş bike. Dê bendeke wê girêdayî dosyaya penaberên Sûriyeyî yên li dewletên cîran be. Her wiha di aliyê siyasî de dê têkiliyên di navbera rejîmê û opozîsyona Sûriyeyê de were nîqaşkirin. Dê hin bendên din jî têkildarî daneyên berê yên encamnameya civîna Cedayê bin.

Têkildarî doza penaberan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh ragihandibû ku ew amade ye penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê pêşwaz bike.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd anîbû ziman ku rewşa penaberên sûriyeyî li Lubnanê pir xirab e û êşeke mezin dikişînin û wiha dom kir: “Em amade ne gelê xwe yê li derve pêşwazî bikin. Deriyên Rêveberiya Xweser ji bo hemû sûriyeyiyan bêyî cudahî, vekirî ne. Ev erkeke mirovî, exlaqî û nîştimanî ye, em jî dixwazin vê erkê bînin cih.”