Civîna ku di navbera Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partiyê) Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan û rayedarên AKP’ê de ku li Meclisê hat kirin, bidawî bû. Civîna ku Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî tevlî bûn de, nêzîkî du saet û nîv dom kir.
Ji AKPê jî Serokwekîlê Giştî Efkan Ala, Serokwekîlên Komê, Berdevkê AKPê Omer Çelîk, Abdullah Guler û Ozlem Zengîn tevlî civînê bûn.
Piştî civînê Efkan Ala û Abdullah Guler daxuyanî dan. Guler ku destpêkê axivî wiha got: “Me parvekirinên gelek samîmî, jidil û dostane kirin. Me danûstandina fikran kir. Li ser her mijarî me fikrên xwe parve kirin. Pêşniyarên wan hebûn. Nirxandinên me yên cuda hebûn.” Guler got ku ew li ser komîsyona ku tê plankirin li Meclisê were avakirin jî axivîn.
Paşê Efkan Ala jî derbarê civînê de axivî û got; “Li ser pêvajoyê nirxandinek berfireh hat kirin. Pêvajo wekî ku hatiye pêşbînîkirin didome. Tu astengî, rawestanek tuneye. Ji bo gihiştina encamê divê her kesek tişta ji destê wan tê bikin.”