30 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Civîna 80 ya Netewên Yekbûyî

Divê navê vê rêxistinê were guhertin. Jiber ku ev rêxistina Dewletên Yekbûyî ye, ne ya yekîtiya neteweyan e. Ya hêja, divê bi rastî bibe rêxistina Netewên Yekbûyî. Jiber ku ev rêxistin nûneriya netewan, gelan, civakan, baweriyan û hwd. nake.

Berî her tiştî divê navê vê rêxistinê were guhertin. Jiber ku ev rêxistina Dewletên Yekbûyî ye, ne ya yekîtiya neteweyan e. Ya hêja, divê bi rastî bibe rêxistina Netewên Yekbûyî Jiber ku ev rêxistin nûneriya netewan, gelan, civakan, baweriyan û hwd. nake. Belê, tenê nûnertiya dewletan dike, lewma berjewendiyên gelan naparêza belê berjewendiyên dewletan diparêze.

Hema ji gelên cîhanê, bi tenê em bala xwe bidin nûnertiya du gelan; ma gelo di nava civînên vê rêxistinê de nûnerên gelê Filistîn û gelê Kurdistanê hat xuya kirin? Ka em gelê Kurdistanê bidin rexekê, ma xwedêgiravî gelê Filistînê, ji aliyê piraniya wan dewletên ku beşdar bûne ve, weke dewlet jî hatiye pejirandin, lê dîsa nikaribûn nûnerê Filistiniyan Mahmût Ebas beşdarî civînê bikin!

Her wiha gelê Kurdistanê jî, êdî li cîhanê bi giranî hatiye naskirin û li parçeyê Başûr û Rojava weke federe an xweserî jî hatiye pejirandin ji aliyê gelek dewletan ve, lê nûnerê Kurdan jî nebû li civînê!

Ji bilî vê mijarê, qebhet û sosreteke din jî di vê zircivîna wan a herî bilind de hat dîtin, ev jî beşdar bûna kesên mîna Colanî bû!

Ma gelo vî kesî parastina kê dikir, bi navê kê li civînê bû, nûneriya kîjan gelî dikir?

Divê, di serî de mirov zanibe ma kesayetiya vî kesî çi bû, da ku ji bo mirov zanibe li ser navê kê li wir bû?

Hema yekser diyar e ku  ji aliyê dewletên herî giregir, di serî de bi pêşengiya DYAyê û dewletên Rojavayî(Ewropa) ve hatibû amadekirin, lê ji ber ku ti dewletên li dijî beşdariya wî derket in nehat dîtin, ev jî tê wateya ku ji aliyê hemû dewletên beşdar ve hat pejirandin!

Ev kesê bi navê Mihemed Colaniyê ku nuha bi navê Ahmed Şara tê nasîn û wisa tê pêşewazîkirin, di nava lîsteya rêxistinên terorist ên di asta cîhanî de tê nas kirin DAIŞê de cih standiye û di radeya cîgirê serokê wê Ebubekir Bexdadî de jî xebitiye.

Paşê weke şaxê vê rêxistina terorist, belê bi navê HTŞê derbasî Sûriyeyê bûye, niha jî  tê zanîn  li Şamê weke serokê vî welatî hatiye erkdarkirin.

Îca kesekî wisa xwedî pratik û kiryarê ewqas xwînrij, talanker, qirker û bi kurtayî dujminê mirovahiyê, bi taybetî dujminê jinê ye, gelo dikare çi jê were hêvî kirin, ma dikare weke nûnere gelê Sûriyeyê were naskirin?

Na xêr, ji xwe gotina ‘hêvî kirin’ şaş e, ya rast dibe ku ev be: kê ew anibe wira nûnerê wan e û êdî ew çi jê bixwazin Colaniyê wê bike!

Helbet van dewletên ku ew anîne civîna bilind a vê rêxistina NY ya ewqas xwedî navê mezin, dê karekî ji yê berê girantir û xerabtir jê bixwazin!

Yek ji armanca van hegemonên palpiştên wî, vî karê ewqas qirêj û qirker, bi navê dînê islamê pê didin kirin, da ku islamiyetê jî xerab bidin nîşandan e!

Heman karî bi rêveberiya niha Afganistanê jî dide kirin û dibe ku li hinek welatên din jî desthilatiyên dewletên bi vî navî bidin damezrandin û erkdarkirin.

Her wiha, mijareke xeter a din jî wisa diyar dibe ku, dixwazin xwediyê heman zihniyetê Receb Erdogan jî bike fermandar û koordinatorê vê tevgêra malxerab a Rojhilata Navîn.

Nîşanê vê tevgêr û projeya xerab, di hinek axaftin û danstandinên li gel Receb, Colanî û hinek qralên dewletên Ereban de jî dihatin dîtin!

Ev mijarek gelek giring, baldar, xeter û nû ye. Lewma divê haydarî, baldarî û amadekarî gelek bi berfirehî hebin li ser vê mijarê û tevgêrê.

Her wiha divê yên mîna Colanî û Receb jî, hinek mînakên wisa yên berê bînin bîra xwe ku van hegemonan, wan ji bo berjewendên xwe dajon ser tevgêrên azadiya gelan, piştî armancên wan pêkhat, çi anibûn serê wan hevalbendên xwe, dersan jê derxin!

Weke mînak Şahê Îranê, Husnu Mubarekê Misrê û hwd. çi hat serê wan an çi anîn serê wan? Aqûbeta vana, wê ji ya wan jî xerabtir be!

Li aliyê din, divê tevgêrên azadiya gelan û nûnerên wan, ji nûnerên van hegemonan bêhtir hişyar bin, hosta û amadekar bin, da ku karibin plan, proje û plangeriyên malxerab ên van hegemonên cîhanê vala derbixînin û karibin serkeftî bin.

Tu bala xwe didê devê nûnerên van hegemonan, gotinên mîna azadî û demokrasiyê li ser zimanên wan jî kêm nabe, lê helbet ji bo xapandinê!

Ma ne li ber çava ne, kî şerxwazan û teroristan diparêzin, aştîxwazan û azadîxwazan jî dikujin an dixin zîndanan?

Yên karên wan  hemû kuştin, qirkirin, talan, tecavuz û kiryarên dijî mirovahyê nin yên mîna Colanîyê ku ji bo girtina wî 10 milyon dolar hatibû terxan kirin çawa tên pêşewazî kirin, belê berovajî, yên li dijî şer in, aştîxwaz in, azadîxwaz in û nûnerên gelê xwe ne yên mîna Rêber APO jî di zîndanan de ne!

Îca divê herkes kumê xwe dayne ber xwe, şaşiyê jî û rastiyê jî bibîne û li gorî wê, hilbijartinên xwe bike.

Lê belê piştî vê hilbijartina xwe ku li aliyê rastiyê biryar dan, divê ranewestin, divê li gorî wê bijareya xwe tevbigerin û hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin!

Dermanê vê malxerabiyê ev e!