12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civana Jinan – Jineolojî Zanista Jinan

*Tê zanîn ku disiplînên akademîk cara yekem li ser bingeha ku tenê mirovan têxe nîvend ava bûn. Ji zanistên wek siyaset, felsefe, hiqûq, sosyolojî û bi dehan zanistên civakî pişta xwe dan xwezayê û bi vî awayî jî qada zanistên civakî tenê xistin wek qada mirovan. Lê mixabin di nav ‘mirovan’ de jin tunebûn. Ew hişmendiya ku di sedsalên 16 û 17’emîn de qaşo ‘şoreşa zanistî’ avakirin. Ev yek jî li ser hişmendiya Arîstotelesê yewnanî yê ku jin wek ‘bêaqil’ pênase dikir, ava kirin. Li gor van zanistan tenê mêr biaqil bûn û tenê mêr dikarîbûn tev li siyaset, hiqûq, felsefe û van qadên din bibin.

Bi kurt kurmancî zanistên civakî xwe li ser fikrê baviksalariyê ava kir. îro jî ev nêzîkatî berdewam dikin. Tam di vê xalê de û li hemberî vê hişmendiya serdest a ku di her biyavê de jin tunehesibandiye; fikr û pêşniyariya ‘Jineolojiyê’ ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve di pirtûka ‘Civaknasiya Azadiyê’ de hat pêşniyarkirin.

Jineolojî wek Zanista Jinan jî tê pênasekirin.

Jineolojî di cihên ku fikr û ramanên jinan, hebûna jinan hatiye tunekirin de dubare fikrê wan bi cih dike. Jineolojî disiplînên akademîk ên wek sosyolojî, antropolojî, dîrok, felsefe, arkeolojî, fîlolojî, aborî û hwd ji nû ve şîrove dike. Jinên kurd îro di nav şer de û li hemberî polîtikayên tunehesibandinê, teoriya fikrekî azad, bi hişmendiyeke jinane ava dikin. Ji çar parçeyên Kurdistanê heta Rojhilata Navîn û Ewropa, Amerîkayê bi pêşengiya jinên kurd niha jineolojî tê nîqaşkirin.