Kurdan bi çavê serê xwe cenazeyên di kargoyan de dîtin, di kîsan de hestiyên zarokên xwe girtin. Zarokên Dayik Taybet heft rojan nikarîbûn cenazayên dayikan xwe ji kûçeyên Silopyayê hildin. Di salên nodî de kurd bi torosan bi awayekî faîlên meçhul dihatin wundakirin, kuştin û qetilkirin.
*Lê îro… Îro li ber çavê cîhanê li çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî sîstematîk ango bi awayekî ku faîlên wan beloqî ne, tên kuştin, bi çekên kîmyewî tên tunekirin. Kurd îro li ber çavê cîhanê di girtîgehan de rastî her cureyên niheqî, tunehesibandin, tacîz, tecawuz, cezayên hucreyê tên. Di hefteya mafên mirovan de li meclisê zimanê kurdan tune tê hesibandin. Jineke kurd di hefteya mafê mirovan de li girtîgeha Tirkiyeyê ji ber tacîz, tecawuz û tundiya bi sîstematîk jiyana xwe ji dest dide.
Garîbaya ku bi îşkenceyeke sîstematîk re rûbirû ma û di hucreya dihat girtin de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Bi salane ku dema mijar dibe kuştin, qetilkirin û neheqiya li ser kurdan bi tu awayî ne hiqûqa li Tirkiyeyê û ne jî ya dewletên navneteweyî nakeve dewrê Di girtîgehan de bi hezaran kurd rastî hemû cureyên niheqî û tunehesibandinê tên lê hêzên navneteweyî li hemberî kurdan ker û kor in.
Jiyana malbata Gezer li Kerboran tim bi şer û pevçûnan derbas bûye, li hemberî çewisandina dewletê jî vê malbatê tim li ber xwe daye û tu carî serî netewandiye. Garîbe di nav van şert û mercan de mezin dibe û pişt re jî ji bo hebûna xwe dikeve. Li Kerborana Merdînê tev li xebatên DBP’yê dibe. Piştî wê di 2016’an de tê girtin û cezayê muebbete giran lê tê birîn. Wisa xuyaye ku dilê hiqûqa Tirkiyeyê lê rehet nabûye ku di ser mûebbeta giran de 21 sal cezayekî din jî lê tê birîn. Çîroka Garîbe Gezer hema hema çîroka her kurdekî ye.