Rastiya ku bi salane jin hema bêja di her biyaveke jiyanê de hatiye nixûmandin, binperdekirin û ne kirde ye, li ber çav e. Jin ji jiyana rojane heta felsefe, siyaset, aborî, sinema û hwd de xwedî rastiyeke bi çi awayî be mixabin di berhemên hatî nîvîsiîn de jî bi heman rol û ristê derdikevin pêşberî me. Dema mirov bala xwe dide hin mînakên li cîhanê ên wek Tolstoy, Dostoyevskî, Victor Hugo, Jack London, Maksim Gorkî, Balzac, Steinbeck, Kafka û hwd, her yek bi serê xwe pêşengtiya nivîskariya welatê xwe û bêguman a cîhanê jî kirine, dibîne.
Gelo di van romanên qerase yên bi nav deng de jin çiqasî bi rastiya xwe di nav wê zerazengê de cih girtine?
Di avakirina hişmendiya mêrsalar de ev berhemên bi nav û deng ango wêje bingeheke çawa ava kir? Helbet her yek ji van bi serê xwe mijarek e û hewceye ku rol û rista wan a di avakirin û ji holêrakirina hişmendiya zayendperestiya civakî de çiye bên nîqaşkirin?
Belê bînerên hêja hindek be jî em ê jî di vê bernameyê de berê xwe bidin rol û rista jinan a di roman kurdî de. Têkildarî mijarê em bi Xecê Daşxin re axivîn. Xecê dibêje ku Tolstoy destûr neda Anna Karanînayê, Flaubert destûr neda Madam Bovery û Nureddîn Zaza jî destûr neda Gûlê ku bijîn û dan kuştin.