25 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Civaka Durzî xwest ku korîdor bê vekirin

Serokatiya Rûhanî ya Civaka Durzî, li Siwêdayê şîn ragihand û daxwaza vekirina korîdorekî di nava herêma Siwêdayê û ya Herêma Rêveberiya Xweser û ya Urdunê kir.

Piştî êrişa li ser bajarê Siweyda yê li başûrê Sûriyeyê ku piraniya niştecihên wê civaka durzan in, Serokatiya Rûhanî ya Civaka Misilman ên Miwehidîn (Durzî) bajar wekî “herêma wêrankirinê” ragihand. Di daxuyaniyê de daxwaza vekirina korîdorên mirovî di navbera Siwêdayê û herêma kurdan û Qraltiya Haşimî ya Urdunê de hat kirin û êriş wek  “kiryarek hovane ji aliyê rêxistineke terorîst a der mirovahiyê” bi nav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo xebata komên tenduristiyê û komên binpêkirina mafên mirovan belge dikin karibin bixebitin pêdivî bi herêmên ewle heye û ev tişt hat gotin: “Em daxwaz dikin ku ji bo komên tenduristiyê û komên binpêkirinan mafên mirovan belge bikin cih bê vekirin. Herwiha em bang li Qiral Abdullah dikin ku korîdora diçe Urdunê vebike û rêya ku diçe herêma xûşk û birayên me yên kurd bên vekirin. Ev rê di van demên krîtîk de xwedî girîngiya mirovî ne. Em hêvî dikin ku gavên bilez werin avêtin da ku êşa welatiyan sivik bikin û ragihandinê hêsan bikin.”
Daxuyanî bi sersaxî ji malbatên kesên ku di êrîşan de hatine kuştin û bi banga yekitî û berxwedanê ve bi dawî bû: “Siweyda xwîn diherike… Belê, lê ew ê qet neyê têkbirin. Ew ê bi rûmet, bawerî û yekitiya gelê xwe li ser piya bisekine. Xwîna paqij a ku hatiye rijandin dê bibe çirayek ku rêya rûmet û berxwedanê ronî dike.”