Pirtûka çîrokan a bi navê ‘Berfederya’ ku ji aliyê nivîskar Yusuf Karataş ve hatiye nivîsandin. ‘Berfederya’ bi giştî ji 13 çîrokan pêk tê, hem hêmanên rastîn û hem jî yên xeyalî di pirtûkê de dihewîne.
Pirtûka çîrokan a bi navê ‘Berfederya’ ku ji aliyê nivîskar Yusuf Karataş ve hatiye nivîsandin û şopên kûr ên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd dişopîne, hem aliyên tal û hem yên şîrîn ên serdemeke beştî û dijwar digire dest, radixe ber çavan ji nav weşanên Aramê derket. Karataşê ku bi tevahî 31 salan di girtîgehê de maye di vê pirtûkê de behsa berxwedan û tekoşîna gelê kurd dike û wê bi zimanê çîrokî vedibêje.
‘Berfederya’ bi giştî ji 13 çîrokan pêk tê, hem hêmanên rastîn û hem jî yên xeyalî di pirtûkê de dihewîne. Çîrokên bi navê ‘Agîrê Newrozê, Meşa di Berfê de, Cenaze jî Diêşin, Meşa Îmraliyê, Dayika Zezê, Berfederya, Henîfa Sorik, Kuştina Tefîl, Bêbextî, Sêlav, Dixwazim Bibim Dextor, Xebera Reş û Ap û Hevalê min’ ku her yek ji wan ronahiyê dide serdemên cuda yên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd, bûyerên dramatîk ên di wê serdemê de qewimîne, bi zimanekî resen radigihîne.
Ev çîrokên ku ji aliyê Karataş ve bi hostatî hatine sazkirin, ne tenê serdemeke dîrokî vedibêjin, di heman demê de ruhê serdemê û têgehên di nava vî ruhî yên wekî berxwedan, îxanet û zilm jî bi kûrahî ve têne nirxandin. Bi vî awayî her çîrokek bi tameke wêjeyî bi me dide tamijandin.
‘Berfederya’ ku hilmeke nû dide cîhana wêjeya kurdî, di navgîna kurteçîrokan de cihekî bêhempa digire. Pirtûk ne tenê xwedî nirxek e dîrokî û çandî ye, herwiha bi ravekirinên kûr ên karakterên xwe û bi jîrbûna xeyalî ya hişçêkiriya xwe balê dikişîne ser xwe. Her çîrok hem xwîneran ber bi rêwîtiyeke tekakesî dibe û hem jî ber bi aliyê civakî ve dikişîne û rewşa sînorên derûniya mirovî di her warî de derdixîne pêş.
“Berfederya” bi vegotinek e asayî ya têkoşîna azadiyê wêdetir serpêhatiyek e edebî ya dewlemend jî pêşkêş dike. Pirtûk ji berxwedan û fedakarî, qehremanî û xiyanetê wêdetir, aliyên curbecur ên giyanî, derûnî ya mirovî û tevliheviya pêkhateya civakî bi awayekî geş radixe ber çavan. “Berfederya” him ji bo wêjehezan û him jî ji bo dildarên dîrokî ku serdemekê digire dest, wekî berhemek e bêhempa derdikeve pêş.
Ku her çîrok hem şahidiya serdemeke beştî tê hesibandin û hem jî xebateke girîng ku xal û bûyerên wê serdema beştî bi hunera vegotinê û wêjeyî re hevrû dibin nîşan dide. Ev pirtûk ji bo kesên ku dixwazin bibinin de hem li ser têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û hem jî li ser têkoşîna giştî ya serdemekê ku têgihiştineke kûr dide pêş, mirov bi ezmûneke xwendinê re şiyarbûnekê bi xwe re digihîne û dide fikirandin.
Xwendevanên ku dixwazin bikevin pey serpêhatiyeke wêjeyî, bi bûyerên serdemeke beştî ku bi zimanekî wêyejî keşf bikin, ‘Berfederya’ dê ji wan re bijareyeke bêhempa be. Di berga paşî ya pirtûkê de ku weke pêşgotin jî mirov bigire dest, nivîskar bi van gotinan pirtûkê bi me dide naskirin:
“Li Kurdistanê di çil salên dawî de ji ber têkoşîna gelê kurd a azadiyê di her warî de cudabûnên mezin hatin jiyandin. Geh ji ber zext û zordariya dewletê bixwe geh jî ji ber pêkutiyên aliyên ku hevkariyê bi dewletê re dikin civakê zirareke mezin dît. Ji aliyekî ve bîrbûna azadî û netewebûnê bi pêş ket, ji aliyekî ve jî bûyerên bêtarîf rû dan. ‘Berfederya’ bi çîrok û bûyerên qewimîne, şahidiyê ji vê demê re dike. Têkoşînê civak çawa şiyar kir? Bi çi zehmetî têkoşîn hate meşandin? Endamên di nav têkoşînê de cih girtin rastî çi hatin? ‘Berfederya’ dixwaze bibe bersiva van pirsan. Geh di ‘Meşa Îmraliyê’ de dema hînek dibin ku dayîka Dilşa nemiriye, mirov bêhneke hênik dikişîne, geh jî di ‘Berfederya’yê de, di encama xiyanetê de bi şehadeta heval Çiya hêrs dibe.
Berfederya dilopek ji behra jiyana me ye.
Nivîskar bûyerên di dem û cihên cuda de pêk hatine, bi zimanê çîrokî radigihîne xwendevanan.