Pirtûka “Berfederya” bi giştî ji 13 çîrokan pêk tê. Him hêmanên rastîn û him jî yên xeyalî di pirtûkê de dihewîne. Cih dite çîrokên têkoşîne.
Pirtûka çîrokan a bi navê “Berfederya” ku ji aliyê nivîskar Yusuf Karataş ve hatiye nivîsandin, şopên kûr ên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ku dişopîne, him aliyên tal û him yên şîrîn, ên serdemek bestî û dijwar digire dest, radixe ber çavan, ji nav weşanên Aramê derket. Karataşê ku bi dirêjahî 31 sal in di girtîgehan de ye, di vê pirtûkê de behsa berxwedana û tekoşîna gelê kurd bi zimanê çîrokî vedibêje.
“Berfederya” bi giştî ji 13 çîrokan pêk tê, him hêmanên rastîn û him jî yên xeyalî di pirtûkê de dihewîne. Çîrokên bi navê “Agîrê Newrozê, Meşa di Berfê de, Cenaze jî Diêşin, Meşa Îmraliyê, Dayika Zezê, Berfederya, Henîfa Sorik, Kuştina Tefîl, Bêbextî, Sêlav, Dixwazim Bibim Dextor, Xebera Reş û Ap û Hevalê min” ku yek ji wan ronahiyê dide serdemên cuda yên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd, bûyerên dramatîk ên di wê serdemê de qewimîne, bi zimanekî resen radigihîn e. Ev çîrokên ku ji aliyê Karataş ve bi hostatî hatine çêkirin, ne tenê serdemek dîrokî vedibêjin, di heman demê de ruhê serdemê û têgehên di nava vî ruhî yên wekî berxwedan, îxanet û zilm jî de, bi kûr ve têne nirxandin. Bi vî awayî her çîrokek bi tahmek e wêjeyî bi me dide tahmijandin.
“Berfederya” ku hilmek nû dide cîhana wêjeya kurdî, di navgîna kurteçîrokan de cihekî bêhempa digire. Pirtûk ne tenê xwedî nirxek e dîrokî û çandî ye, her wiha bi ravekirinên kûr ên karakterên xwe û bi jîrbûna xeyalî ya hişçêkiriya xwe balê dikişîne ser xwe. Her çîrok him xwîner ber bi rêwîtiyek tekakesî û him jî civakî ve dikişîne û rewşa sînorên derûniya mirovî di her warî de derdixîne pêş.
“Berfederya” bi vegotinek e asayî ya têkoşîna azadiyê wêdetir serpêhatiyek e edebî ya dewlemend jî pêşkêş dike. Pirtûk ji berxwedan û fedakarî, qehremanî û xiyanetê wêdetir, aliyên curbecur ên giyanî, derûnî ya mirovî û tevliheviya pêkhateya civakî bi awayekî geş radixe ber çavan. “Berfederya” hem ji bo wêjehezan û hem jî ji bo dildarên dîrokî ku serdemekê digire dest, wekî berhemek e bêhempa derdikeve pêş.
Ku her çîrok him şahidiya serdemek e beştî tê hesibandin û him jî xebatek girîng ku xal û bûyerên wê serdema beştî bi hunera vegotinê û wêjeyî re hevrû dibin, nîşan dide. Ev pirtûk ji bo kesên ku dixwazin him li ser têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û him jî li ser têkoşîna giştî ya serdemekê ku têgihiştinek kûr dide pêş, mirov bi ezmûnek e xwendinê re şiyarbûnekê bi xwe re digihîne û dide fikirandin.
Xwendevanên ku dixwazin bikevin pey serpêhatiyeke edebî, bi bûyerên serdemek e beştî ku bi zimanekî wêyejî keşif bikin, “Berfederya” dê ji wan re bijareyek e bêhempa be. Di qapaxa dawiya pirtûkê de ku weke pêşgotin jî mirov bigire dest, nivîskar bi van gotinan pirtûkê bi me dide naskirin, wiha dibêje;
“Li Kurdistanê di çil salên dawîn de ji ber têkoşîna gelê kurd a azadiyê di her warî de cudabûnên mezin hatin jiyandin. Geh ji ber zext û zordariya dewletê bixwe geh jî ji ber pêkutiyên aliyên ku hevkariyê bi dewletê re dikin civakê zirareke mezin dît. Ji aliyekî ve bîrbûna azadî û netewbûnê pêş ket, ji aliyekî ve jî bûyerên bêtarîf rû dan. ‘Berfederya’ bi çîrok û bûyerên qewimîne, şahidiyê ji vê demê re dike. Têkoşînê civak çawa şiyar kir? Bi çi zehmetî têkoşîn hate meşandin? Endamên di nav têkoşînê de cih girtin rastî çi hatin? Berfederya dixwaze bibe bersiva van pirsan. Geh di ‘Meşa Îmraliyê’ de dema hîn dibin ku dayika Dilşa nemiriye, mirov bêhnek e hênik dikşîne, geh jî di ‘Berfederya’ de, di encama xiyanetê de bi şehadeta heval Çiya hêrs dibe.
Berfederya dilopek ji behra jiyana me ye.
Nivîskar bûyerên di dem û cihên cuda de pêk hatine, bi zimanê çîrokî radigihîne xwendevanan.