2 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çîrokeke gelêrî ji devoka Kobanê

Ev çîrok bi salane ku dê û bav beriya razanê ji zarokên xwe re vedibêjin, lewma ew bûye yek ji çîrokên ku hema hemû zarokên Kobanê pê dizanin. Her çendî pedegojiya xwe li gorî derûniya zarok be yan na, wê cihê xwe di nava wêjeya wan de girtiye.

Rojekê ji rojan, li xêr û bereketa xwe dan; hebû gundekî perîşan. Di wî gundî de hebû kal û pîreke korecax. Kalê her tim ji pîrê re digot û daxwaza xwe dikir ku zarokekî dixwaze. Rojekê kal berî bikeve ser riya cot, a bi dewrana meh û salan, bang pîra xwe dike û jê re dibêje:

“Pîrê baş li min guhdarî bike, ez ê biçim cot e; binêr, xwedê bi xwedê ger ez werim û te zarokek ji min re neanîbe, ez ê te bikujim.”

Pîr di wê odeya xwe de bi saetan digirî û dike nalenal. Difikire û nafikire û li ber dilovanîya xwedê digere ku çareyekê jê re bibîne. Roj li pê hev diborîn û roja hatina kalê nêzik dibe û hîna jî pîr nizane ka dê çi bike. Pîr hîna li xwe heyîrî ye dengek ber guhê wê dikeve, direve derve dibîne ku etarek li ber deriyê wan re derbas dibe û bang dike:

“Werine gizêran. werine gizêran.”

Pîr direve cem etêr û jê re dibêje:

“Ey kurê reben ka gizêreke mezin bide min.”

Etar gizêrê didê û pîr gizêra xwe dibe. Gizêrê pak dişo û paçekî sipî ji rengê berfê lê digerîne, dike bêşîkê û li ber xwedê digere ku gizêrê jê re bike zarokeke xweşik.

Carekê ji nişkêv de dengê kalê tê û bang dike:

“Pîrê.. Pîrê.. Ey Pîra kezebreş were va çiwalên nîskan bi min re deyne.  Ma te kevir li guhê xwe siwar kirine de were.”

Pîr vediciniqe, bi tirs û bi dengekî bilind  dibêje:

“Ez qîzikê dimêjînim, ku dev jê berdim wê bigirî.”

Kal ecêbmayî dimîne, çi tiştên ji nav destên xwe datîne û direve hundir û dibêje:

“Ma te zarok anî?”

“E rê min anî qîzkeke pir çeleng û xweşk e.”

Kal ji guhên xwe bawer nake û direve qundaxa wê vedike dinêre qîzkeke pir xweşik û şîrîne. Kal û pîr bi gizêrê kêfxweş dibin û bi rojan rojek li pey rojê gizêr mezin dibe. Rojekê hevalên gizêrê tên ba dîya wê  û dibêjin:

“Pîrê bila gizêr bi me re here çolê.”

Pîr ji tirsa ser gizêrê dibêje:

“Naa!”

“Pîrê qurban heyran bes vê carê.”

Pîr diqehire û dibêje:

“Na anê caran qîza min xas pêl li erdê nekiriye, ez nahêlim bi we re here çolê.”

Gizêr dibêje:

“Anê qurban heyran bes vê carê ez herim.”

Dilê Pîrê pê dişewite û dibêje:

“Bes wê ev cara yekê û dawî be haaa.”

Gizêr û hevalê xwe derin çolê pûş berhev dikin. Her carekê ku gizêr tûrê xwe tijî pûş dike hevalên xwe lê dixin û pûşên wê ji dest digrin, ji ber ku ew deh kes in û bi qasî carekê gizêrê nikanin top bikin û jixwe gizêr, gizêr e qey kê fêdebê. Carek, didu, sisê her ku gzêr top dike ew lêdixin û pûşê wê ji dest digirin. Dawî dawî de hevalên gizêrê, gizêrê girê didin û kevirekî li ser datînin, wê tenê li çolê dihêlîn û diçin mala xwe. Pîr ji wan dipirse:

“Qîza min ka?”

Hevalê gizêrê xwe ji wê hêlê nakin û nabêjin ku çi bi gizêrê kirine, tenê dibêjin:

“Xaltê gizêr, di berî me de hat mal.”

Li wê çolê gizêr girêdayî ye, polîsek jî diçe perên xwe li wir bijmêre. Li ser kevirê ku gizêr pê girêdayiye rûdine, çawa ku dike perên xwe bijmêre, gizêr ji tirsan tireke xwe dike, polîs ditirse û ji tirsan re perên xwe çedike û direve. Gizêr xwe ji bin kêvir derdixe pereyan radike, pûş top dike û xwe li ereba polis dike û diçe mal. Hevalên gizêrê, wê dibînin jê ra dibêjin:

“Gizêr te va gî ji kur anî?”

Gizêr dibêje:

“Ji ber ku we ez girê dam, polîsek hat min tireke xwe kir, polîs tirsîya û reviya.”

Hevalên gizêrê çav teng bûn û gotin:

“Gizêr miş me jî girê bide ku em jî perene xwe bînin.”

Gizêr qayîl dibe weke ku bizane wê çi were serê wan. Diçe wan qewin girê dide û kevirekî mezin dide ser wan û diçe. Polis tê ji bo ku bibîne kê perên wî/wê bir û ew tirsand, xwe ji wê hêlê nake û diçe dîsa li ser wî/wê kevirî rûdine û pereyan derdixe, li vir hevalê gizêrê tireke xwe dikin ji bo ku polis bitirse lê polîs natirse û qawişa xwe vedike û li wan dixe û dibêje:

“We duh ez tirsandim fikra we be hûn kanibin îro jî min bitirsînin.”

Û bi vî awayî gizêr heyfa xwe ji wan hiltîne û polis têra xwe li hevalên wê dixe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê