12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Çîrokeke evînê, êş û qederê

Veysî Varli

Gelek kilam û stranên jinan bi devê mêran hatine gotin bêmal jî yek ji wan e. Ev kilam bi devê mêr hatiye gotin, lê dilê ku di hundirê wî de axiviye, dilekî bi qasî dilekî jinê ye: narîn, xemgîn û xweş e.

Bêmal kilameke kevn a herêma Semsûrê ye; kilameke ku ji dilê şikestî û ji evîna bêencam hatiye avakirin. Ev kilam li ser çîroka du ciwanan e ku evîna wan bi xwîn û axê re hate nîşankirin. Bûyer li gundê Qenterê, li navçeya Semsatê ya bajarê Semsûrê, pêk hatiye. Qenter du gundên bi heman navî hebûn: yek Qentera Sîna/Semsatê bû, gundê bavê Êmê (Bêmalê), Hemê Ayîb; ya din jî Qentera Ereban bû ku li aliyê Rihayê bû. Îro her du gund jî di bin ava bendava Ataturk de wenda bûne. Wek gelek war û wargehên dîrokî yên kurdî ku bi projeyên dewletê yên talan û binavkirinê ji bîr çûne, Qenter jî bi qedera Heskîfê re hevpar bû.

Ev kilam çîroka evîna Bekirê navmalî û Êmê, keça axayê wî, tîne ziman. Evîn, ku di destpêkê de bi hêvî û ronahiyê hatiye destnîşankirin, di dawiyê de bi tarî û xemê hate qedandin. Bi demê re serpêhatiya wan du evîndaran ji tixûbê Semsûrê derket, li nav kurdên kurmanc belav bû û bi dengê dengbêjan ji herêmekê derbasî herêmeke di bû.

Kilama Bêmalê bi dengên gelek hunermendan hatiye gotin û guhartin: Evdilhadiyê Zorava, Mahmûdê Hesê, Mehemedê Şilbê, Mahmûd Qizil, Silo yê Gulê, Şakiro, Mehmedcanî Sêlem, Dawidê Xilo (li Radyoya Rewanê) û Baqî Xido li Binxetê. Li gor şîroveya Mehmedcanî Sêlem ê Kolikî, ev kilam bi sê şêwazên herêmî tê dabeşkirin: ya Kolikê, ya Sêwrekê û ya Berazan. Wek her straneke kurdî, ev kilam jî xwedî çîrokek e; çîrokeke ku pîvan û usûlên xwe hene û bi şertên civata dengbêjan hatiye hûnandin.

Bi gelemperî, piraniya stranên kurdî bi devê jinê hatine gotin; lê di nav wan de hinek bi devê mêr jî hene ku mêr di wan de wek jina bêçare, bi dilê şikestî û bi hêviyên şikandî, xwe tîne ziman. Bêmal jî ji wan e. Ev kilam bi devê mêr hatiye gotin, lê dilê ku di hundirê wî de axiviye, dilekî bi qasî dilekî jinê ye: narîn, xemgîn û bi qeder re şerker.

Çîroka ku herî rast û bêguherîn tê ziman, ya Evdilhadiyê Zorava ye. Strana ku Eyşe Şan gotiye û ku navê Abdullah Nail Bayşu tê xistin, bi vê çîrokê re têkiliya rastîn nîn e. Ev nivîs li ser desîfreya strana Evdilhadiyê Zorava ye, wek ku ji devê wî hatiye wergirtin.

Bekir navmaliyê axayê gundê Qenterê, Hemê Ayîb, bû. Di nav malê de, dilê Bekir û Êmê bi hev ket. Evîn bi hêviyê re dest pê kir, lê bi fesad û gotinên derdorê Hemê Ayîb hate têkçûn. Axayê gundê, ku şeref û rûmeta malê li ser her tiştî didît, razî nebû keça xwe bide navmaliyekî. Bi destê qederê û bi destê mirovan, Êmê bi yekî din re hate zewicandin û Bekir jî ji gundê xwe hate qewirandin.

Dema dawetê hat, gund bi dengê def û stranên kêfxweş tije bû; lê li dilê Bekir û Êmê kevirekî giran radibû. Ew her du dizanibûn ku vê şevê ne şeva kêfxweşiyê ye, lê şeva dawiyê ya hevdîtinê ye. Di nav qelebalixê de, çavên wan bi hev ketin û bê gotin soz dan hev. Gava şev tarî bû, ew bi hev re ji gund derketin. Ax û çiya şahidên revîna wan bûn; dilên wan di nav sîngê wan de bi tirs û hêvî lêdan dikirin, lê evîn wan ber bi pêş ve dikişand.

Lê çavên gund her dem vekirî ne. Hinek gundiyan ew dîtin û bi zimanên fesad û xirabî çûn ba Hemê Ayîb. Gotinên wan wek agir li ser dilê wî ketin: “Bekir û Êmê hev revandin.” Hemê Ayîb, bi hêrs û bi kûrahîya qederê, hinek kes bi xwe re birin û ket pey wan. Li nav çiya û axê, li wir ku dengên mirovan wenda dibin, qeder bi destê mirovan hate nivîsandin. Hin dibêjin bi guleyên reş hatin kuştin, hin jî dibêjin bi kêr û xencerên sar; lê encam yek bû: evîn bi xwîn hate birîn.

Li gor hin çîrokbêjan, Bekir li wir nemiriye, lê bi birîndarî û bi dilê şikestî xwe rizgar kiriye. Êmê hat kuştin û Bekir ji welat dûr ket. Ji ber vê yekê wî navê Bêmal wergirt: mêrê bêmal, bêxanî, bêcih. Ev kilam bû dengê êş û qedera wî. Piştî demekê, Bekir ji derdê Êmê nexweş ket, ket nav nivînan û bi navê wê evînê can da.

Kilama Bêmalê, wek axeke ku bi xwîn hatiye şilandin, ji Semsûrê derket û li gelek herêmên Kurdistanê belav bû. Bi devê dengbêjan, bi dengê xem û helbestên dilşikestî, ket nav dev û guhên gel. Ev kilam îro jî wek şermezariyek li ser evîna qedexekirî, li ser qedera reş û li ser dilên ku ji evînê şikestin, bi hêrs û bi xem dimeşe di dîrokê de.

Kilama BÊMAL (Ji devê Avdilhadî yê Zorava)

Lê lê mekrê lê delalê lê qapî emelê tu dosta emrê min î lê ê way

Bêmal bêmalê dînê ez bêmal nibûm çima te ez bêmal kirim.

Qapî emelê bêmal nibûm çima te ez bêmal kirim.

Te bi serê çol û yabana xistin terk mal kirim.

Ji kul û kederê dinyalekê lê ji hesretî berî seyida ya ez nahelim ne pola me ne demirim lê lê

Tozanê lê lê qapî emelê lê lê yedî belayê lê lê weyla tu dosta emrê min î lê

Delalê lê mekrê belayê Qenter bişewite xweş Qenter e, Qenter bişewite xweş Qenter e

Samîsat bira xira bibe gundê axa û axalere

Kevirê kela Samîsatê kevirkî mezinî bilind e li hemberê Textî qizî Qirêl bi çar niga li ser e. Lawikî esmer e keçikî dîlber e Pozî çilaqî tewrînî zêrî zer e

Xwedao salê heftane eşqa min firyabû mihuba min kete ji xu ber e.

Heçî kesê loma ji min û bêmala min dikin gelo qey ne ji ometa Mihemed û pêxember e. Lê lê

Heçî kesê loma ji min û bêmala min dikin ne ji ometa pêxember e.

Sîng û berê xelqê min î dalyan ji mire mîna kîtabek kîtabê pîran devêm jê ra nivîse zimanê min qelemî qenter darî jê re defter e.

Ez mîna hafiz quranekî welatî Semsûrê erê darê vî danî demê wî dalyan

Bismîllah navê Xaliq û lokman allah û ekber e lê dixwînim ji xura lê ezber e lê lê

Lê lê mekrê belayê te kirime mîna derwêşek  derwêşî li Bexdayê

Ez ê bi qosteqê çavê te yî reş û belek kesî ji xu re rakim,

Kirim Feratê Bêlecûkê qayik û gemiya derbasikim.

Ez ê berê xwe bidim topraxê Hind û Yemenê cinazêm çolistana ji digerim xura der bi der e lê lê wax.

Ez bermala bejna te me lê lê ez miştaqê bejn û bala bermalya mala xwe ji heyr û xerabe me lê qapî emelê lê îşsozdarê lê lê way way

Bêmal lê mekrê belayê lê vê sibê navê xelqî min î dalyan hinka digot navê xelqî te yî dalyan eydê ye mi nê digo  navê xelqî min î şêxanî dalayan jê re dibên Fatê way

Lê bira ne bi xêrî ne bi ala be daweteke çêbû li gundê Samîsatê ne bi xêr û ne bi ala xirabî ji min û birê te de hatê.

De xirab ji min û birê te de hatê. Ez rabûm şikyayê gerdenî helyayî min ê berê xwe dabû daweta gundê Samîsatê

Nizanîbûm qedera xaliqê rehman e temamî melekê rehmê ser bendê xelqê min î dalyan de hatê.

Ez ê çi bikim li orta orta qenterê û Samîsatê, lê mi go ketibû orta min û te çayê de Feratê

ez benî însan im, ez ne teyr im ne min per û bask ne qolu ne qanadê

piştî şevbihêrka ez ê bifiryama ji xwe ra ser Feratê malik şewitî bihatima ba te way.

Ez ê nikarîbûma piştî şevbihêrka bifiryama bihatima ba te

Bira ne bi xana Xwedê be mala hecî Qadir axa herdû lawê koşkê vê re ev salê heftane ji bextê min û bêmala min re li qentera şewitî danîbûn qereqol û qolux û serbiser hikûmatê lê

Tozanê lê qapîemelê lê weyla tu dosta emrê min î lê

Bêmalê lê lê  mekrê belayê tu nizanî bêmal ez û tu ne qapî emelê tu nizanî wa bêmal ez û tu ne.

Ya wele ê te ne mê re ê mi ma ne jin e. Samîsat yek e Qenter didu ne

Samîsat yek e Qenter didu ne Qentera Sîna heftê male Qentera Ereba gundê bavê te nêzî çarsed mal gundekî dêrî gelekî mezin e

Fesad û gelacê gundê me pir in gelek in, şevê nîvê şevan li ber qapiyê bavê te rûniştine

Qal û qineta kuştina simbêlê  min î sorî sosinî semeda qetera wa gulyê te yî morî egêlî ji xu re dikine.

Mi go gundîno malîno hevalno hogirno xwedê hebînî ka ji min re bêjin ev çi xeber e çi şor e  law dîsa ev çi pirs e çi gotin e lê lê

Ka ji min re bêjin ev çi xeber e çi gotin e lê mekrê belayê  ka rabe boxçeyê  xweyî qumaşî rake bişewite gundê Qenterî bigere xatir ji heval û yoldaşê xwe bixwaze ser û bin e

Ev gundê Qenterê ji îro pê ve herimî ji me re nabe. Ez û xelqê xwe yê dalyan xu re jê birevine.

Lê mekrê belayê qanûna gazî paşa zor e zagonî çetin e. Divê qanûnekî tevdî  îro pêve rastkirine eskerê pêş salê wan ketiye çil û pêncan ji îro pê de berev dikine lê. Bi destê van kurê bavan girtine lê lê. Birine ser dikanê berbera neketine tabûrê nigê wan dixê kur dikine.

Cilê sivîl ji wan sendine cilê resmî li wan dikine piştî salê çil û pênca berê van kurê bavan dane çalê Qerexopan li cepha herbê bilim û talîm û terbiye bi wan dikine lê lê

Lê lê mekrê belayê ka destê xwe di nav  mêra de di destê mi kirî va welata herimî ji me re nabe em ê jê birevine o.

Em ê xwe bavê welatik xerîbî nenasî tev li din e. Em ê berê xwe bidin welatê xerîba tozanê Hind û Yemenê welatekî nenasî din e.

Eger Belkî xelq ji me bi pirse bê je kuro lawuko tu xelqê xweî dalyan ji ku ne ku de tên ku de derî hun çiyî hev û din e lê lê

Ez ê bibêm em xelqê welatê jorîn in em firar in mehkûm in sirgûn in. Em ber qanûna gazî paşa direvine. Eger hûn suwala me dikin em xuşk û birayên hev û din e. Belkî xelk bêjin çima reng û benzê we ne yek in, ez ê bêjim lo xelko loma nekin lome çetin e way.

Li reng û benzê me mêze nekine. Zikê dê boxçe ye kerema xaliqî loqman ji ewlaya heye dide yekî dine. Wele em xwe û birayê hev in bavê me yek e wele dayikê me didu ne lê lê wax.

De bavê me yek e dayikê me didû ne. Em sirgûnî ne ber qanûna gazî paşa welatê jorîn ber bi welatê we tê û direvine.

Lê lê mekrê belayê de rabe gelî bira wele taliya dinyayê betal e axir dîsa sonî heye mirine lê lê

Ez bêmala bejna te me lê lê ez miştaqê bejn û bala bermalya mala xwe yî min helî xerabim lê lê tozanê lê lê qapî emelê lê lê oyoyoooy

Bêmal erê bêmalê dînê ez ê ji îro pêve li ser bejnî te yê dalyan sondxwarî tobedar im ji kara kar û emelê dinê  kara nakim.

Ez ê ji îro pêve ji kara kar û emelê dinê  kara nakim.

Ez ê çavê te yê reşî hamûdî egalek niqûbî mewalî peydakim

Simêlê xwe yê sorî sosinî badim qiloçî xezala kim

Ez ê bermala bavê te re herim wek dewrana xwe li ba kim lê lê

Ez ê bermala bavê te re herim û bêm xwe li ba kim

Eva sala heftan e bese îro ez ê te ji dê û bava bixwazim hege dan wê te bidin

Hege gava te nedin ez ê destê xelqê xwe yê dalyan bigrim li gundî Qenterê li nav çarsit malê xelk û alemê dilê xu te eşkera kim

Qey bav û birê te yê ya min bikûjin lê lê. Ya bira kursî ya min deynin sêdara min rakin

Şirîtekî bi destî peyda kin

Semedî qenterî gulyê te yî  morî egêlî biskê te wê li ber mala bavê te bi êsîrê bira min daleqînin bi darda kin lê lê.

Bira mi daleqînin wê mi darda kin

xwedîxêr pir in li dinyayê gelek in ez ê dakevim Herana rengin bextê mala ehmaroxli  ez ê şalûlû bilbilek malik wêran ji xwe re hal kim.

Ez ê berê xwe bidim hawara şevitî gundekî belî eyan, ez ê cotekî zilê koçeka tevdî sehana ji xwere peyda kim lê lê

Bi sehera sibê re bi azanya melê re ez ê rûnim li ber serê xelqê xweyê dalyan bi darê tembûrê bi zîlê koçekan bi sewta bilbi lû şalûlê malik şewitî lê lê mekrê belayê axê kendala sar e dîsa bi xelqê dalyan vê sibê çewa ji xewê şêrîn rakim lê lê

Nîşe: Ji dengê Evdilhadî yê ( Arzoxlî ) Zorava gundê girêdayî yê Sûra Amedê hatiye deşîfrekirin û nivîsandin. Ji sedema banda deng gelek kevin e hin gotinên sitranê dibe kêm an jî tam nebin.