Kurtefîlma Navnîşan ji hêla Aram Dildar ve di sala 2022yan de hatiye çêkirin. Çîroka fîlmê ji dawiya salên heftêyî ye. Lê çîrok di serê sedsalê de bi avakirina Komara Tirkiyeyê dest pê dike.
Piştî avakirina komara netewedewleta Tirkiyeyê hemû kêmnetew, gel û baweriyên cuda tên çewisandin. Çand, ziman, cil û berg tên qedexekirin. Lê ji bo ku gelan, civakan yek car tune bikin hewl didin bîra wan jî ji binî ve jê bibin. Yek ji kiryarên wan a di çarçoveya van polîtikayan de jî qedexekirina ziman û navan e. Him navên gelêrî tên qedexekirin, him jî navên der û dor, gund û bajaran tên guherandin. 28 hezar wargehên navên wan hatiye guhertin hene ku yek ji wan jî dibe mijara fîlma Navnîşan.
Çîroka fîlmê ji serpêhatiya rastîn a mamosteyekî tê. Derhêner, di bin bandora vê çîrokê de dimîne û zendan badide.
Mamosteyekî Amedî ji bo mamostetiyê bike wî dişînin gundekî Amedê. Pirsgirêk li vir dest pê dike; gundê ku mamoste tê şandin gundekî di nexşeyan de navê wî tune ye û di belgeyên fermî de jî hebûna wî nayê qebûlkirin. Ji ber ku dewlet hewl dide nav û çîroka der û dorê, gundan, bajaran ji bîra gel jê bibe lewma gundê ku tayîna mamoste lê hatiye kirin bi navê xwe yê rastî qebûl nake. Lê navê ku dewletê lê kiriye jî di nav civakê de nayê zanîn û nayê qebûlkirin. Di nav dewlet û civakê de valahiyek heye ku kesayetê sereke ê fîlmê di valahiyê de asê dibe. Fîlm, vê valahiyê him bi çîroka xwe a dramatîk û him jî bi dîmenan bi awayekî serkeftî vedibêje.
Gund nexuyaye
Mamoste ji bo dest bi kar bike hewl dide biçe gund, lê gund nexuyaye. Gundekî li der û dora gundê wan e, lê xelkê wan gundan hay ji wî gundê bi navê fermî Yeşîlkoy tune ne. Ji bo gund bibîne serî li saziyên fermî dide lê na, lê xebatkarê dewletê ku bi xwe jî kurd e, li belgeyan dinihêre lê nabîne. Bi mamoste re bi kurdî diaxivin heta dengê derî tê, piştre derbasî tirkî dibin. Em qet nabînin bê kî hatiye, lê tirsa ruyê wî ji me tevan re pir nas e. Em dizanin kesek ku dewletê dinimîne û bikaribe giliyê wî bike hatiye hundir. Germahiya gava din namîne, êdî ew sarbûna dewletê dikeve nav her duyan. Gundekî bi vî rengî di belgeyên wan de jî tuneye. Çareserî navenda komarê Enqere ye, lê agahî pir dereng diçe û tê. Têkiliya paytexta serdestan û bajêrê ku lê ye jî tune ye. Saziya fermî nabe çareserî, çareserî li navendê ye lê ji bo wê jî bêhêvî ye ji ber ku pergal pir tiral e û ji rastiya jiyana xwecihî jî dûr e.
Dewlet civakê nas nake
Mamoste xwe bi xwe dest bi lêgerîna gund dike. Lê li gundên der û dorê hemûyan digere ne gund dibine ne jî rastî kesekî ku gund dîtiye an bihîstîye tê. Di rê de xuya dike ku tu têkiliya pergala mêhtinger û civakê tune ye. Dewlet civakê nas nake li dijî nirx û bîra wê şer daye dest pê kirin. Gel jî vê pergalê qebûl nake. Mamoste di nav vê nakokiyê de di nav lêgerînê de ye lê ne tenê li du gundekî ye, ketiye dû rastiya ku hatiye veşartin û hewl didin bidin windakirin e.
Nagihêje cihê xwe
Mamoste dibe wek kesayetên Kafka. Di çîroka wî a bi navê “Qesr” de “K” ji bo kar bike tê gundekî. Di gund de qesrek heye ku gund bi rê ve dibe. Qesr li serê girekî ye û K dike nake nikare bigihije Qesrê. Li pêşiya K, astengiyên burokratîk û razber hene ku nahêlin tu carî bigihije armanca xwe. Li dû armanca xwe diçe lê tu carî nagihije armanca xwe. Di çîrokê de karakter neçar hîs dike û bêwatebûna hewldana li dijî pergalê nîşan dide. Astengên piçûk in lê tu carî nikare wan astengan derbas bike. Kesayet dikeve valahiyekê, di nav wê valahiyê de digevize. K yê ku di nav alozî, nediyarîyê de digevize û hewl dide pergalê fêhm bike û bibe perçeyekî wê lê tu carî tênagihije û nikare bibe perçeyekî wê. Di Navnîşanê de jî mamoste ji hêla dewletê ve tê şandin lê bi tu awayî nagihije cihê xwe yê kar. Dewlet ji bo pirsgrêka wî çareseriyekê jî nabîne. Berovajiya vê karmendê dewletê heta bêjî bêhêvî ye. Wek nûnerên dewletê ên li vir leşker, dikevin pêşiya wî, ne lê guhdar dikin ne jî jê bawer dikin. Wî binçav dikin û lê didin. Di heremê de kesekî ku bikaribe alikariya wî jî bike tune ye. Mamoste jî piştî lêgerîna xwe heman nêçariyê hîs dike. Di vir de kesayetê ku li dijî pergalê bênasname hatiye hiştin û dest û pî girêdayî dibînin, tenê çîroka kesekî ye pê re gelekî ku dixwazin tune bikin heye. Her çiqas çîrok li ser pişta mamoste be jî ê di wê valahiya nav rastîya erdnîgarî û pergalê de digevize gel bi xwe ye.
Tunebûna navê gund
Navnîşan, çîroka nedîtin, neqebûlkirin û bîyanîbûna xwe vedibêje. Navnîşana ku mamoste here tune ye, ne dîyar e, li dû wê Navnîşanê winda dibe. Her çiqas wek çîrokeke piçûk xuya bike jî Navnîşan peyameka xurt a civakî, mirovî û polîtik dihewîne. Ji destpêkê heta dawiyê di navenda fîlmê de “nedîtin, ne qebulkirin” û li dijî van şerê xwe nasînê û li xwe gerînê heye. Tunebûna navê gund di belgeyên fermî de ne tenê pirsgrêkeka piçûk a bûrokratîk e, ne naskirin û tunekirina qada jiyanê ya gelekî ye. Mamoste di vir de, li hemberî vê ne naskirinê, li hemberî tunehesibandinê li ber xwe dide. Helbet vê berxwedanê bi zimanekî sade, xwezayî vedibêje. Di kadrajê de dîmenên berfireh hene piranî. Em valahiya cîh, bêdengî û nediyariyê hîs dikin. Kesayetê fîlmê ku em di nav rêyên ku di valahiyek berfireh de, di nav tunebûnekê bêdawî de dibînin ne lehengek e. Tekoşîna wî jî ne wek a lehengan e, lê a kesekî herî ji rêzê ya di nav jiyana rojane de tê dîtin e. Çi dîyalog, çi jiyana wan, çi tevî ku heta dewlet xwe bide hîskirin nêzikatiya karmendê saziya fermî jî fîlmê ji melodramê dûr dixe. Filmekî zêde bi tevger nîn e. Vegotina fîlmê ya aram, sade, nakokiyên polîtik ên pişt çîrokê bandoreke xurt li ser temaşevanan dike.
Navnîşan ne tenê çîroka gundekî nediyar e; bi awayekî estetîk û serkeftî vegotina nedîtin, nenasîn, qebûlnekirin, tunekirina nirxên gel û erdnigariyekê ye. Di dawiyê de em dibînin gundê ku mamoste lê digere gundê wî bi xwe ye, em têdigihîjin ku lêgerîna mamoste ne tenê lêgerîna cihekî ye, lêgerîna xwe bi xwe ye.