12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka mî û gur

Bûyera şaredariya Colemêrgê ya desteserkirina ji aliyê dewletê ve û erkdarkirina qeyûmekî, bêrêzî ye. Divê em li wêjeya bapîr û dapîrên xwe vegerin û çîroka “mî û gur” bînin bîra xwe.

Carina gotin bêfêde dibe, nirxandina rewşa siyasî, leşkerî, aborî û civakî têrî ravekirin an watedayîna hin bûyeran nake û wê demê mirov diheyire bê çi bike. Ev sed sal in dewleteke taşeron li ser serê kurdan bûye bela û kurd li hember dek û dolabên vê dewletê bêrêbaz mane. 31’ê adarê hilbijartinek çêbû û kurd çûn ser sindoqan deng dan û hin şaredarî hatin hilbijartin. Diviya ji vê yekê kêfa dewleta tirk bihata, lê mirov nizane bê çima ewqasî aciz dibin.

Di rastiya mêtingehbûnê de çûna ser sindoqan û tevlêbûna hilbijartinên dewlet pêşkêş dike ne asayî ye. Diviya kurdan bigota, ti îş û karê me li meclîseke dagirker û mêtinger tine ye û em xwe tev li sazûmana we nakin. Lê ev sed sal in kurd wisa nakin, xwe tev li hemû buyer û pêdiviyên sazûmana tirk dikin û heta bi ser de dixwazin bibin parçeyekî vê sazûmanê.

Kurd zêde tiştekî jî êdî naxwazin, tenê dibêjin, nasnameya me nas bike, hebûna me misoger bike û astengiyên li hember bikaranîna zimanê me rake. Lê dewleta tirk wê jî napejirîne. Di rastiyê de dewleteke dagirker û mêtinger gelê bindest kiriye bi darê zorê tev li pêwîstiyên sazûmana xwe dike. Yanî diviya dewleta tirk bi dare zorê kurd biribana ser sindoqan, da dengên xwe bi kar bînin. Lê kurd vê yekê bi dildarî dikin, dîsa jî dewlet dilxweş nabe. Ev yek asta bêrêziya dewletê ya li hember kurdan nîşan dide. Dewleta tirk ne tenê welatê kurdan dagir kiriye, li hember kurdan bêrêz e jî. Qet kurdan mûxatap nagire û bi ser de, çi xerabiya ji dest tê bê sînor li hember kurdan bi kar tine.

Bûyera şaredariya Colemêrgê ya desteserkirina ji aliyê dewletê ve û erkdarkirina qeyûmekî, di vê çarçoweya bêrêziyê de ye. Divê di vir de em li wêjeya bapîr û dapîrên xwe vegerin û çîroka “mî û gur” bînin bîra xwe.

Dibêjin: Li mêrgekê miyek rojekê dadikeve ser rûbarî, da avekê vexwe. Dinêre ji jorê ve zûrînek bilind dibe. Mî serê xwe radike û li ciyê av jê diherike û ber bi wê ve tê dinêre. Li wir gurek heye û zîq li miyê dinêre. Gur dibêje: Tu çima ava min şîlo dikî? Ma tu nabînî ez avê vedixwim? Mî bi tirs û xov dibêje: Kekê gur ma ne tu li jor, ez li jêr im, ez çawa dikarim ava te şîlo bikim? Gur lê vedigerîne û dibêje: Ji ber dilê min dixwaze ez te bixwim, tu ava min şîlo dikî. Û gur xwe diavêje ser miyê û dikeve ser kelaxê wê.

Bi kinayî gur bi xwe ji dewleta tirk duristir e, herî kêm dibêje, ez li te li mahneyan digerim. Dilê min dixwaze te bixwim, wê demê tu li jêr bî, li jor bî ferq nake, tu ava min şîlo dikî û ezê te bixwim. Lê dewleta tirk ji kurdan re vê rûmetê jî şanî nade.

Niha mahneya li şaredariya Colemêrgê girt û ew bir hepsê, qeyûm jî danî şûna wî. Dewleta tirk wek dûpişk wê di kemînê de be û binêre ka berteka kurdan çi ye. Ger kurd vê bêrêziya li hember şaredariya wan hatiye kirin daqurtînin, wê dewleta tirk dest biavêje şaredariyeke din û ger kurd li hember wê jî bertek şanî nedin, wek libên tizbiyê şaredariyên hatine bidestxistin yek bi yek wê bibin pîkolgeha qeyûmên dewletê. Hêvî dikim kurd vê carê vê yekê baş dizanin. Di dema desteserkirina şaredariya Wanê de, kurdan bertekeke çê nîşan dan, niha divê bertekeke ji wê dijwartir û encamgir were nîşandan. Di wêneyan de xuya dike ku ewê şaredariyê ji gel bi riya leşker û polîsan biparêzin.

Du riyên valaderxistina vê bêrêziya dewletê ya li hember kurdan heye. Yek: Ger leşker û polîs domdarî li ber devê deriyê şaredariyê bin, divê kurdek tenê jî ji bo ti karê xwe neçe şaredariyê û şaredarî kar neke. Dudu: Ger leşker û polîs ji ber devê deriyê şaredariyê vekişin, gel biherike şaredariyê û bi dest û lingên qeyûmî bigirin û wî di paceyê re biavêjin der ve.

Ev yek mafê gelê kurd ê herî rewa ye. Ger dewlet li hember mafên te, hebûna te, heq û hiqûqa te bêrêziyê dike, tu ne mecbûr î vê yekê li ser serê xwe qebûl bikî. Divê ew şaredarî bi wî qeyûmî rojekê tenê jî kar neke. Kurdê here ber destê qeyûmî û ji wî çareserkirina karekî xwe bixwaze, ew jî bibe wek wî qeyûmî û were teşhîrkirin.

Ger kurd yek bin, xiyanetê li hev nekin, tev bi hev re serî hildin, hev bigirin, şaredariya bi qeyûm nedin karkirin, wê dek û dolaba dewletê vala derkeve û mecbûr bimîne li hember kurdan rêz bigire û şaredariya bi ked û dengê xwe bi destxistine dîsa li wan vegerîne. Ev yek di vê serdemê de ji kurdan tê hêvîkirin û çavên giştiya cîhanê li ser kurdan e, bê ka wê çawa bi ser bikevin. Cîhan dixwaze kurd bi serkevin. Kurdan serkevtin heq kirine. Sed salên dewleta tirk tije bûn, êdî divê sed salên kurdan det pê bikin. Bindestî ne qeder e. Qeyûm ne qeder e.

Divê kurd êdî li ber kesî wek pezê qurbanê yan wek miya li ser rûbarî tev negerin, me sed salan serê xwe danî, êdî bes e. Bi rastî heyf e, ku sed salên din kurd di bin zilm, zordarî, bindestî, bêmafî, mêtingerî, komkujî, surgon, feqîrî, koçberî û perîşaniyê de bimînin. Di cîhanê de welatê herî xweş ê bi çar demsalan, bi çiya, rûbar, gol û deştên xwe û bi sedan cure fêkiyên xwe tenê Kurdistan e, lê Kurdistan li me kirine dojeh, kirine çol, kirine warê mirin û zindanê. Divê êdî kurd ji vê yekê re bibêjin, êdî bes e, em jî dixwazin li ser axa xwe serwer bin, em jî dixwazin bibin xwedî maf, dad, azadî, dewlet, hebûn, nasname û her tiştên gelên din xwediyê wê ne, em jî ji bo xwe dixwazin. Yan jiyaneke bi rûmet, yan mirin. Em ê qeyûman nas nekin û destûrê nedin wan li welatê me, li şaredariyên me, me bi rê ve bibin. Em dikarin xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin.

Em kurd jî xwedî hiş û mejî û zanistî û erka birêvebirinê ne, em ne pez in ku kerek were bikeve pêşiya me û me bi rê ve bibe. Em riya xwe bi xwe dizanin, di vê sed salê de emê xwe bi rê ve bibin. Sed salên borî we tirkên hov em bi rê ve birin; tenê êş, azar, xwîn, zindan û koçberî dan me, êdî em vê yekê napejirînin û we red dikin. Em ê xwe bi rê ve bibin. Em ê bibin xwediyê şaredariyên xwe, axa xwe, ava xwe, şînayiya welatê xwe, petrola xwe, maden û rejiya xwe. Em ê welatê xwe bi xwe bi rê ve bibin û hûn jî ne bi tayînkirina qeyûman bi rêzgirtina li hember me û mafên me dikarin bibin cîranên me, wekî din bi ti awayî em nikarin werin gel hev. Di vê sedsalê de şiyara me kurdan wê ev be: Em ê, xwe bi rê ve bibin!