Çiyayê Şengalê ku cihê parastina bîr û bawerî û pîroziyên Êzidiyan e, gelek çîrokên ku di cîhanê de deng vedane ji Çiyayê Şengalê dest pê kirine. Ji ber ku li Şengalê gelek cih hene ku nav li wan hatine kirin û ev nav di gelek çîrokan de derbas dibin. Ji van cihan jî Bîra Leylê û Şikefta Leyl û Mecnûn ku du aşiq in û di hemû cîhanê de ev çîrok hatiye behskirin. Me jî ev çîrok meraq kir, gelo çi têkiliya wê bi Çiyayê Şengalê re heye. Ji bo em karibin hin lêkolîn bikin, me berê xwe da ber Quba Pîrê Ewra ku dikeve bakûr- rojhilatê çiyayê Şengalê. Dema derbasî geliyê ku Quba Pîrê Ewra lê ye bibî Gundê Zêrwa heye, her wiha Bîra Leylê heye, li jorî bîrê jî şikefteke piçûk heye. Dema diçî hundirê şikeftê ji ber ku li cihekî bilind e, Deşta Şengalê heya digihe rojavayê Kurdistanê bi çav xuya dibe. Ji vê şikeftê re jî dibêjin Şikefta Leyl û Mecnûn.
Li vir em bûn mêvanê Şêx Mirad ku micêwirê Quba Pîrê Ewra ye. Wî em pêşwazî kirin û me jî jê xwest ku li ser Leyl û Mecnûn ji me re hin agahiyan bide. Ji axaftina Şêx Mirad diyar bû ku wî gelek lêkolîn li ser mijarê kiriye. Ji ber ku bi dilekî xweş got, ‘’Baş e ez ê ji we re qala bikim lê hun zanibin ev ne çîrokeke xeyalî ye belkû rastî ye û hemû tişt li herêma me hatine jiyankirin.’’
Şêx Mirad ji me re di destpêkê de çîroka Leyl û Mecnûn got lê ji bo em baştir fam bikin bi dirêjî qala Mihemed Emîn û Soteleyonê kir. Em jî li kêleka wî rûniştin li nava Şikefta Leyl û Mecnûn li raserî Bîra Ereb Sincarê, me jî ev çîrok jê guhdarî kir:
“Dema mirov behsa destana Leyl û Meçûn bike pêwîst e beriya wê qala çîroka evîna Muhemed Emîn û Soteleyînê bike ji ber ku Mecnûn kurê Soteleyonê ye lê em ê bi kurtî behs bikin û giranî bidin çîroka Leyl û Mecnûn.
Dema Mihemed Emîn û Soteleyon piştî hezkirineke dûr û dirêj bi hev re dizewicin di roja şahiyê de Mihemed Emîn wefat dike. Soteleyon ji derdê wefata Mihemed bi çolê dikeve û berê xwe dide nava çiya û daristanan. Gelek roja tî û birçî dimîne, ji nişkê ve sêveke sor li pêşiyê derdikeve û ew jî wê sêvê dixwe. Dema sêvê dixwe xwedê zarokekî dide û piştî xwarina sêvê, ducanî dibe. Soteleyon biryar dide di nava daristan û li gel heywanan jiyan bike, her di nava pezên kovî de ye û ji wan pir hez dike. Piştî çend meh derbas dibin Soteleyon carekê nexweş dikeve û ew zarokê ku di bedena wê de ye tê ser dinê. Zarokê xwe jî di nava çiya, gelî û newalan bi pezên kovî re mezin dike. Zarok ku temenê wî dibe 7-8 sal, êdî biryar didin ji bo karibin bijîn ji xwe re li çareseriyekê bigerin û ji nava daristanan ber bi bi deştê dikevin rê.
Soteleyon û zarokê xwe (Mecnûn) rastî karwanê Babê Leylê tên û ew jî li gel wan dimeşin û êdî bi wan re dijîn. Dayîka Mecnûn dibêje ‘Kurê min ev bûn çend sal em her li ber destê xelkê dijîn tu çi dibêjî em biçine gel şêxê eşîra Babê Leylê û tu jî bibe gavanê eşîrê.’ Mecnûn qebûl dike bi karê Mecnûn ê gavaniyê dixwazin bijîn. Dayika Mecnûn diçe gel şêx û jê re dibêje ‘Jiyana me bi zehmet e, me xwe avête bextê te tu bi me re bibe alîkar û belkû karibî kurê min bikî gavanê eşîrê.’ Şêx qebûl dike û Mecnûn dibe gavanê eşîrê. Dayîka Mecnûn ji Mecnûn re dibêje ‘Kurê min eger dilê şêx ji te nemîne û ew te gavan qebûl bike tu kes nikare bêje na lê eger tu wî aciz bikî û dilê wî ji te bimîne tu kes nikare te biparêze.’ Mecnûn dipirse ‘Dayê ma ez çawa bikim ji bo dilê şêx ji me nemîne?’ Dayik dibêje ‘Kurê min, serê sibehê zû ji xewê rabe xwe hazir bike, ga û çêlekên wan ji givka berde û bibe çolê ji bo biçêrin, eger tu wisa bikî wê dilê wî ji te nemîne. Dema bi şev tu vegeriyayî male, cuda ji yên din ga û çêlekên şêx bibe bi cih bike.’
Ji ber ku Mecnûn demek dirêj her sibeh û her şev bi karê xwe re meşxûl dibe û xortekî jêhatî ye, rojekê Leyl ew dibîne û bi dîtina ewil re jê hez dike. Dema sibehê zû Mecnûn ji xew radibe, Leylê jî hewl dide beriya wî ji xew rabe ji bo Mecnûn bibîne. Diçe bi wî re dibe alîkar heya ku ga û çêlekan dibe garanê. Bi şevê jî dema Mecnûn ji garanê vedigere, Leyl diçe pêşiyê û alîkariya wî dike.
Piştî demeke dirêj ku her roj hev dibînin, Leylê ji xwe re diaxive û dibêje ‘Ez jê pir hez dikim û ew jî ji min hez dike lê ez li bendê me ew ji min re bêje ji te hez dikim, hema ew bi tu awayî nabêje ji te hez dikim. Mecnûn ji bo karibe bijîn bûye gavanê eşîrê, lazim e ez jê re bêjim ji te hez dikim. Eger ji min re bêje tirsa wî ewe ku ez ji babe xwe re bêjim û êdî wî ji kar derxin piştre wê jiyana wan zehmet bibe.’
Leyl êdî biryar dide dema Mecnûn ji garanê vegere biçe pêşiya wî û jê re bêje ji te hez dikim, her çavê Leylê li rojê ye ku biçe ava û Mecnûn vegere, dilê Leylê bi lez lê dide sebira wê nayê, her destê wê li ser dilê wê ye.
Di vê navberê de mêvan ji mala Babê Leylê re tên, Leyl jî distika xwe ya avê dike destê xwe û kefiya wê li ser seriya diçe ser bîra Ereb Sincarê ji bo avê ji mêvanan re bîne. Di rê de her ji xwe re dikene, ji ber ku aşiq bûye û li benda Mecnûn e ku ji garanê vegere û gotina ku di dilê wê de bûye mohrek jê re bêje.
Dema Leyl nêzî bîrê dibe dibîne ku Mecnûn heywanên xwe birine ser bîrê ji bo avê bide wan. Leyl lezê dide xwe û dibêje tiştê ez lê geriyam va ye, ez ê nehe biçim û jê re bêjim ku ji te hez dikim, ev der ji malê baştir e tu kes li vir nîn e.
Leyl dema digihe ba Mecnûn jê re dibêje, ‘Xwedê qewetê bide te.’ Mecnûn jî dibêje ‘Ser çavan Leylê, tu hatî çi?’ Leyl dibêje ‘Mêvanê me hene ez ji bo wan hatime avê eger zehmet nebe tu karibî alîkariya min bikî û distikên min ê avê tijî bikî.’ Mecnûn dibêje zehmet nîn e û distikên avê ji dest Leylê digire. Dema destê xwe davêje distikan Leyl bi destê Mecnûn digire û her du li nava çavê hev dinêrin. Leyl jê re dibêje ez ji te hez dikim û her du hev hembêz dikin. Pişt re dibêjin em biçin jorê û derbasî şikeftê dibin. Demekê li wir bi hevre derbas dikin.
Leyl dibêje, ‘Mecnûn ez ê biçim mêvanê bavê min hene, avê ji wan re bibim û ez ê bêm li benda min be.’ Leyl diçe malê dibîne ku mêvan çûne û eşîrê hazirtiyên xwe kirine daku biçine zozanan. Dilê Leylê her li ser Bîra Ereb Sincarê ye, ji babê xwe re dibêje ‘Bavo ez ê biçim ser bîrê avê bînim.’ Bavê wê dibêje, ‘Leylê keça min pêwîst e em zû biçin, ma av ji bo çi ye?’ Û êdî bi rê dikevin û berê xwe ji çiyayê Şengalê didin Zozanê Şerefdînê. 7 rojan bi rê ve dimînin û Mecnûn jî her li bendê ye ku Leyl vegere. Muhrika xewê dikeve guhê Mecnûn û radize.
Demeke dirêj eşîra babê Leylê li zozanê dimîne, Leyl jî pir zeyif dibe, bi kesekî re dan û standin nake. Her bêdeng e û dil bi kul e, dilê wê dibe goristana peyvên negotî. Babê Leylê meraq dike ka çima wisa li keça wî hatiye. Rojekê ji keçikên eşîrê re dibêje ka kom bibin û Leylê bi xwe re derxin çolê, her yek ji we behsa hezkiriyê xwe bikin belkî Leyl jî tiştek ji we re dibêje.
Dema derdikevin çolê her keçikek behsa hezkiriyê xwe dike lê Leyla dil bi kul her bê deng e. Çavê wê li esmanan dikeve, teyrekî dibîne ku pir westiyaye. Leyl ji xwe re dibêje diyar e ev teyr ji çiyayê Şengalê ji Cizîrê hatiye û riyeke dûr qut kiriye. Ji xwedayê xwe hêvî dike ku bi teyr re biaxive û teyr bersiva wê bide.
Teyr bi zimanekî kurmancî û pir xweş diaxive, ew û Leyl dikin galegal. Hevalên Leylê ditirsin dema dibînin ku teyr û Leyl diaxivin. Leyl ji teyr dipirse ‘Gelo tu ne çûyî ser bîra Ereb Sincarê?’ Teyr dibêje belê ez ji wir têm.
Leyl pirsa Mecnûnê xwe ji wî teyrî dike û dipirse ka Mecnûn dîtiye yan na. Teyr dibêje ‘Belê wele ez duh van deman li wir bûm, Mecnûnê te li wir e, marekî xwe lê weraniya tayekî gul û yek rîhan di devê wî de ye, ba li Mecnûn dike û wî diparêze. Leyl dipirse ka Mecnûn dijî an miriye. Teyr dibêje ‘Wele ez nêz nebûm, ji ber mar li wir bû min newêrî xwe nêz bikim.’
Êdî teyr diçe û keçik vedigerin gel babê Leylê, jê re dibêjin ‘Wele me tiştek jê fam nekir lê teyrek hebû bi Leylê re diaxivî û behsa Mecnûn dikir.’ Bav dibêje ‘Min fam kir mesele çi ye, Mecnûn gavanê me bû.’
Keçik ji bavê Leylê re dibêjin,‘Wele Leylê hêvî ji xwedê kiriye eger xwedê hêviya wê pêk bîne wê berf bibarê û lazim e em ji zozanan biçin cihê xwe.’ Êdî dema roj diçe ava ewrekî reş î tarî li esmanan kom dibe û bayekî sar radibe, hêdî hêdî dilopên baranê dibarin û pêre guliyên berfê.
Leyl dibêje, ‘Bavo, pêwîst e em vegerin cihê xwe, eger em venegerin wê stûnên konê me bişkên û em ê ji sermayê bimirin.’ Di meha kanûnê de, bavê Leylê ku serokê eşîrê ye dibêje eşîra xwe ku vegerin Şengalê. Bi şev hemû hazirtiyê xwe dikin û ber bi çiyayê Şengalê dikevin rê.
Leyl ku dixwaze zû vegere, bi daran li pez dide riya 7 rojan di 5 rojan de qut dike û digihîn gundê Zêrewe li Şengalê. Çawa digihîn malê, Leylê berê xwe dide ser bîra Ereb Sincarê û dibîne ku Mecnûn hîna li wir e. Dema Leyl tê êdî nû Mecnûn ji xew radibe û ji Leylê dipirse ‘Mêvanê bavê te çûn?’ Leyl dibêje ‘Em çûn zozanan û vegeriyan hîna tu li benda min î.’
Ji ber ku Mecnûn pir li wir maye, cilên wî kevn bûne. Leylê kefiya xwe dide ji bo li xwe werîne, ji ber ku cilên wî riziyane. Her du hev hembêz dikin, pir bêriya hev kirine. Beko Ewana jî ji bavê Leylê re dibêje, ‘Ka em biçin ser bîrê, demeke dirêj e me ava wê venexwariye.’ Çiqasî bavê Leylê naxwaze jî lê dîsa bi xwe re dibe ser bîrê.
Dema Beko û bavê Leylê digihîn kêleka Dara Hecî Elî, Beko dibîne ku Leylê û Mecnûn di nava şikeftê de hev hembêz dikin. Beko ji bavê Leylê re dibêje, ‘Ka binêre, Leyl li gel Mecnûn çi dikin?’
Leyl ji Mecnûn re dibêje ‘Bavê min em dîtin, niha çareya me nemaye û ji xwedayê xwe dixwazim ku em bibin du stêrk û biçine esmanan.’
Xwedê daxwaza wan pêk tîne û Leyl û Mecnûn diçin esmanan dibin du stêrk. Ji xwedê dixwazin salê carekê her du stêrk bigihîn hev û her kesekî ew kêlî dît xwedê hêviya wan pêk bîne. Di nava civaka Êzidî de ev destan wek çîrokeke xeyalî nayê dîtin belkû wek çîrokeke rastîn tê şirovekirin û heya niha dû stêrkên li esmanan hene bi navê Leyl û Mecnûn. Her wiha Bîra Ereb Sincarê jî bi bîra Leylê tê naskirin. Şikefta ku Leyl û Mecnûn lê mane bi şikefta Leyl û Mecnûn tê naskirin. Rojane aşiq û evîndar berê xwe didine vî cihî û hêviyên xwe dikin.”