Komîna Film a Rojava çîroka ku rojnameger Nazim Daştan qala wê kiribû, bi navê “Heval Birako” kir film û diyarî Nazim Daştan kir. Derhêneriya filmê Nûman Yigît kir. Çîroka filmê ji aliyê Nazim Daştan ve hatibû amedekirin û Onder Çakar jî çîrok veguherand senaryoyê.
Kişandina filmê di 7ê tebaxa 2024an de dest pê kir û di 7ê cotmeha 2024an de bi dawî bû. Beriya wê jî mehekî amedekariya kişandinê hatibû kirin. Dema filmê demjimêrek û 53 deqe ye.
Derhênerê filma “Heval Birako” Nûman Yigît ji ANHAyê re axivî û diyar kir ku film li ser du birayên ku ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatine revandin e û wiha got: “Ev bira ji aliyê DAIŞê ve li dijî çanda xwe hatine perwerdekirin û li dijî gelê xwe tên bikaranîn. Lê herî dawî bi lêgerîn û hesreta wan a li hemberî hev, digihin hev. Ev çîroka gihiştina hev a du birayan e.”
Nûman Yigît bi berdewamî ev tişt anî ziman: “Heval Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi awayek hovane hatin qetilkirin. Keda heval Nazim Daştan di vê çîrokê de pir e, em jî dixwazin ji bo keda wî vê çîrokê zindî bikin. Em vê filmê diyarî heval Nazim Daştan dikin.”
Dê filma “Heval Birako” di Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Rojava de bê nîşandan. Di mîhrîcanê de filmê yekemîn be ku bê nîşandan.
Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Rojava dê di 13ê mijdara 2025an de li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê bike û 7 rojan bidome.