12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka Hesoyê bêkêr û qeyûman

Careke din desthilata AKP-MHP bi riya qeyûman dest danîn ser çend şaredariyên kurdan û îradeya gelê kurd xesp kirin. Dema mirov bala xwe dide van pêkanînên desthilatê bi rastî jî şîrovekirina van pêkanînan gelek zore û tu gotineke ku bikaribe wesfê van pêkanînan bide tune ye.

 Lewre desthilat bi xwe jî tiştekî nabîne ku bide ber rûyê xwe an jî xwe pê biparêze. Her kes baş dizane ku ew tawanbariyên li wan şaredarî û hevşaredarên me re tên kirin, tu bigehek wan tune ye. Hemû li ser bêbextî û derewên bêbingeh hatine avakirin.

Mirov wiha heyirî dimîne wekî çîroka Heso û pirsa wî ya ji mele li mirov tê û mirov nema dizane ku kîjan aliyê van bêbextî û derewên wan bigire dest.

Ez zêde serê we neêşînim û behsa çîroka Heso û pirsa wî ya ji mele bikim da ku bêtir em meseleya van derew, xap û finên wan ên beradayî fêm bikin.

Çîroka mele û Heso bi kurtasî wiha ye:

Dibêjin li gundekî, gundiyekî bi navê Hesoyê bêkêr hebû. Hesoyê bêkêr gotinên civatê ji xwe re didizîn û roja din, xwe dixist şûna lehengê wê çîrokê û wekî ku ew gotin ê wî bin û leheng ew bi xwe be ji hinekên din re digotin.

Heso roja înê piştî nimêjê xwe nêzî mele kir û got ‘Ez dikarim pirsekê ji te bikim.’ Melayê gund jî got keremke Heso pirsa te çi ye.

Heso got: “Seyda Xwedê ji te razî ez ê pirsekê ji te bikim lê xwe nexeyîdîne.”

Mele got: “Keremke bipirse.”

Heso got: “Seyda ew kîjan weliyê Xwedê bû ku li ber perava deryayê, dikir ku keça xwe serjê bike milyaketên Xwedê jê re karikek anîn ji bo ku bike qurban li şûna keça xwe.”

Seyda got: “Xwedê ji te razî ka ez ê çi bersivê bidim pirsa te ya ji serî heta dawî şaş. Lê ez dikarim vê yekê ji te re bibêjim:

Ew kes ne welî bû pêxember bû

Ne li ber behrê bû li serê çiyayekî bû

Ne keça wî bû lê kurê wî bû.”

Îca meseleya me û hincetên dewletê yên avêtina van qeyûman jî wekî meseleya Hesoyê Bêkêr e. Her kes baş dizane ku ew hevşaredar ne ji ber bêrêtiyê hatine dûrxistin lê ji bo ku rê li ber bêrêtî, dizî û talanê vekin qeyûmên xwe li şûna şaredarên hilbijartî yên gel tayîn kirine.

Dibêjin ji ber ku têkliya wan bi PKK’ê re heye, ji ber ku karkerên girtine alîkarên rêxistinê ne yan jî gelek bêbextî û derewên din dikin ku mirov nizane çawa bersivê bide. Madem ku sûcekî van hevşaredaran hebû çima dema serî li Saziya Bilind A Hilbijartinan dan negotin sûcê we heye û belgeya ku dikarin bibin hevşaredar dan wan.

Lê gelê kurd van fen û fûtên wan berê dizane û wekî din jî kiryarên qeyûmên wan ên berê jî baş dizane. Dizî û talana ku li van şaredariyan kirin li ber çavan e, bi belge û bi delîlan aşkera ne.

Lewre gelê kurd li dijî van polîtîkayên faşîzane, dizî û talanê li dijî van polîtîkayên qirêj berxwedaneke mezin dike. Ne tenê li bajarên ku şaredariyên wan hatine xespkirin lê li hemû bajarên bakurê Kurdistanê nerazîbûnên gel hene.

Gelê kurd êdî di wê baweriyê de ye ku tenê berxwedan dikare vê hişmendiya faşîst û planên wê yên qirêj pûç bike. Berxwedana gelê kurd di serî de li Êlih, Mêrdîn û Xelfetî li piraniya bajarên kurdan berdewam dike û gel diqîre û dibêje:  Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e.