Heke mirov di jiyanê de dem û şûnwar li ber çavan negire, rastiya wê fêhm neke, zahmet e ku mirov ji rêveçûna jiyanê ve jî serwext bibe. Carinan her tiştên ku mirov dixwaze pêk nayê. Ji xwestinê wêdetir li hev hatin an jî rast hatin jî gelekî girîng e. Bêguman hêvî û xeyalên her mirovî heye. Xwestek û daxwazên jiyanî jî bêdawî ne. Dibe ku hewildana bi cih hatinê qels be, yan jî tune be. Ji vê rewşê jî ev derdikeve; berdana bi demê re. Yan jî ji demê re hiştin ku kengî li gorî guncaviyê pêk hat. Çima min bi gotinên wiha dest bi vê nivîsa xwe kir? Hinkî sedema wê vebêjim û pê dakevim:
Di 3yê Adara 2025an de Mudurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat a ku bi KHKê hate girtin Îsmaîl Çoban ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Turkogluyê ya Mereşê tehliyebibû. Ji ber nebûna derfetan encax di serê Tîrmehê de ez çûm serdana wî. Hevalê me Îsmaîl ji Gundê Şîrînşas ê Tetwana Bedlîsê ye û ya rast min her sal dixwest werim serdana malbata heval, dê û bavê nirxdar bibînin. Hema bêje di nav 10 salên dawî de tenê 2-3 caran derfeta min a bi taybetî serdana malbatê çê bibû. Lê bi azadiya heval min careke din xwest serdaneke taybet ji bo malbatê bikim. Aliyekî me yê rojnameger û nivîskaran jî ew e ku em her ditinên balkêş binivîsin û ragihînin. Di vê nivîsê de jî ezê hewil bidim ku serpêhatî, nêrîn, çavdêrî û çîrokên balkêş bi we xwînerên hêja re parve bikim.
Gundê Şîrînşasê
Gundê Şîrînşasê bi qasî 45 kîlometreyî ji Tetwanê ber bi Wanê ve ye. Şîrînşas, gundekî biçûk ji 15-20 malan pêk tê, di quntara çiyê de û li pêşiya wî jî deşt an go rasteke ji dehel, erd, zevî û bexçeyan heye. Çiyayê ku ji daristaneke gûr a darên mazî pêk tê bi şênkahî û heybeta xwe paldaniyê ji gund re dike. Çiya ji gundiyan re dibe stargeh û rasta li pêşiyê jî dibe çavkaniya debarê. Bêguman her bohist axa Kurdistanê bi nirx e û xwezaya wê bi xêr û bêr e. Ev der jî cihekî wiha ye. Gundî li aliyekî sewalkariyê dikin li aliyê din bi bexçeyên xwe debara xwe dikin. Bi xwezayê re di nav têkiliyeke xurt de ne.
Çîroka deriyekî!
Berê jî çend caran ez hatibûm vî gundê şirîn ê li quntarê çiyayê asê û di nav dar û beran de. Lê belê bi ewqas nêzîkî û demdirêjî lê nebibûm mêvan. Gelek cih û warên wiha hene ku mirov ji jiyana lê têr nabe. Bi taybetî jî di mehên bihar û havînê de. Ev cihê ku dişibe bihuştê di salên 90î de rastî hovitîyeke mezin tê. Wekî bi hezaran gundên din ên Kurdistanê ev gundê Şîrînşasê jî tê şewitandin, hilweşandin, talan û wêrankirin. Mijar û çîroka balkêş a ku dixwazim bi we xwînerên hêja re parve bikim ji vir dest pê dike. Di rastiya xwe de gelek çîrokên balkêş, dilsoj, bi êş, trajîk û trajîkomîk hene ku dibin mijar ji bo me nivîskar û rojnamevanan. Li vir a ku ji bo min bû mijra nivîsandinê jî “Deriyê Şîn” ê ku ji vî gundî çawa çûye Stenbolê ez ê vebêjim. Lê beriya wê dixwazim bi herîkîna demê re werim ser mijarê.
Roja destpêkê ku em çûn gund, ez û hevelê Îsmaîl em çûn şehîdgehê. Hinekî kêliyên hestewer me jiya. Gelek gorên şehîdan hebûn ku bi kevirên Xelatê hatibûn lêkirin. Li ser hin ji wan gotinên watedar û hestiyar hatibûn nivîsîn. Pişta wan li çiyê û berê wan jî li gund û rastê bû. Ew çiyayê ku di jiyana wan de ji wan re bibû stergeh, îro jî malovaniyeke bêdawî dikir. Her çiqas zehmet be jî jiyan û têkoşîna wan a ku ji bo vî gelî dane, wekî fîlmekî di ber çavên mirov re derbas dibe. Hestên kûr dide avakirin û rondikan ji dil dibarîne. Piştî kêliyekê em ji şehîdgehê vegeriyan.
Ava vê kaniyê ji bo çayê gelekî xweş e
Vê carê jî em çûn ser kaniyeke avzê. Îsmaîl got “Ava vê kaniyê ji bo çayê gelekî xweş e”. Bi rastî jî aveke sar û tehmeke wê ya xweş hebû. Di rêya çûyîna ser kaniyê de Îsmaîl behsa deriyê mala wan ku çawa çûye Stenbolê kir. Ew behsa derî min matmayî hişt. Çawa dibe deriyek ji gundekî Tetwanê biçe Stenbolê bibe deriyê malekê. Di ser de tesadufeke wiha ye ku xwediyê derî, derî li Stenbolê dibîne û nas dike. Ya din trajedîyeke civakî ye ku mirov pê dêşe. Min xwest hinekî mijarê fêhm bikim û vê mijara balkêş bi xwînerên rojanameya xwe re jî parve bikim. Piştî çend pirsan Îsmaîl got “Bavê min baştir dizane”. Li ser vê yekê min xwest bi bavê hevalê Îsmaîl Hîkmetullah Çoban re biaxivim.
Bû roja dîtir em li bexçeyê malê rûniştibûn û behsa şewata gund û koçberiya li Stenbolê bû. Bi apê Hîkmetûllah û dayika Ezîze Çoban re (dê û bavê hevalê Îsmaîl) me hinekî sohbet kir. Dê û bavê dilşewat ku 2 kurên xwe di oxira têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd dane û zêdetîrî 10 salan e ku em hevdu nas dikin li ser jiyan û serpêhatiyên wan em axivîn.
Te ev deriya ji kê kiriye?
Li ser pirsa mina a “Ka bêje Apo deriyê we ji gund çawa çû Stenbolê”, Apê Hîkmetullah dest bi serpêhatiyên xwe kir û got: “Di salan 1993yan de dewletê gundê me valakir û şewitand. Em jî çûn Stenbolê. Gundekî cîranê me heye jê re dibêjin Axkîsa Golê. Gundiyên Axkîsê jî hemû cehş in. Hemû deriyên me ji ber derxistibûn û anîbûn Stenbolê firotibûn. Kurdekî me jî ji xwe re li Stenbolê şevşînekê çê dike û li bazara tiştên kevin wî deriyê me ji xwe re dikire û li ber mala xwe dixe. Rojekê ku em çûn mala wî me deriyê xwe nas kir. Me deriyê xwe dît me jê pîrsî; “Te ev deriya ji kê kiriye?” Got; “Wele min ji yekî Axkîsî kirî”. Me got “Ya camêr ev deriyê me yê li ber mala me ya gund bû, çawa hatiye vê derê?” Got, “Wele nizanim min perê xwe daye û kiriye”. Li ser vê yekê me dît ku ne tenê deriyê me derî û paceyên hemû gundiyan birine firotine.”
Deriyê me kişif bû
Bi rastî jî rewşeke gelekî trajîkomîk e. Li aliyekî xizanî li aliyê din malwêranî, panaberî û rastiyên dilsoj mirov dikîşîne nav fikarekê. Dibe ku mijareke trajîk be lê di bingeha xwe de rewşeke psîkolajîk û pedagokî jî heye. Pêwîst e mirov li ser sosyolajiya civakê û rewşên wiha baştir raweste. Dîsa em pirsa “We çawa deriyê xwe naskir, we ne got ma ev der Stenbole, çawa dibe deriyê me hatibe vê derê?” ji Apê Hîkmetullah dikin û ew jî dibêje: “ Ma mirov ê ku rojê bi dehan caran di deriyê xwe yê tê re derbas bibe nas nake? Rengê deriyê me şîn bû. Deriyê me kişif bû. Di ser re 2 sal derbas bibû lê dîsa jî me deriyê xwe nas kir. Ne tenê derî, kevirên xaniyê me hemû dizîn û birin. Darên me yên fêkiyan hatin bi trextoran rakirin û birin.”
Li ser pirsa; “Piştî ku we deriyê xwe naskir we ne got çi?” jî Apê Hîkmetullah got: “Ji xwe ew ê ku dizî bû ji xwe re firotibû û çibû. Feqîrê ku derî kiriye ma dê çi beke. Rebeno bi perê xwe kirî bû.”
Dema em hatin li gund tiştek nemabû
Jiyana li metropolan û ji xwezayê qut ji kesên mîna Apê Hîkmetulah re gelekî zehmet tê. Bi hezaran kurdên me yên ku ji ber tundiya dewletê neçarî koçberiyê bibûn û nedikarîn vegerin cih û warên xwe di hesreta gund û xwezaya xwe de jiyana xwe ji dest dan. Bêguman careke din vegera li warên xwe gelekî bi qîmet e û em ji Apê Hîkmetullah pirsa, “We çawa biryara vegerê girt û hûn kengî vegeriyan, dema hûn vegeriyan we çi dît?” dikin. Apê Hîkmet jî wiha bersiva me dide: “Di sala 2001an de vegeriyan gundê xwe. Me got em herin ser gundê xwe, em herin welatê xwe. Dema em hatin li gund tiştek nemabû. Me ji nû ve ji xwe re xanî çêkir. Gundiyên me yên din jî hatin ji xwe re avahî çêkir. Di destpêkê de çend hebên di temenê mezin de hatin. Ciwan nehatin. Em bi hemû gundiyan re bûn wekî malekê. Yekitiya me çê bû. Av hebû lê ceyran nedan me. Wê demê 30 milyar heqê trafoyê ji me stendin. Me ceyrana xwe bi pereyê xwe kirî. Piştî em vegeriyan qaymeqam jî di nav de rayedarên dewletê hatin cem me gotin, “Îmza bidin û bêjin ji ber “Terorê em ji gundê xwe derketine, em hatine ser erdê xwe”. Îmzayên ku ji me xwestin ne ji bo ku em vegeriyane ser axên xwe, ji bo kiryarên xwe malî partiyê bikin bû. Keyayê gund jî xalê min bû. Min jê re got “Xalo em tu îmzayî navêjin”. Kir nekir me îmza neda. Piştî ku ew çûn me bi derfetên xwe saniyên xwe ava kir. Jiyana me ya piştî vegerê ji ya berê baştir bû. Me qîmetê hev dizanî. Em bûn wekî malekê. Yekitiya me çê bû. Hemû jiyana me bû wekî komunê. Çunkî dema me ji gund bar kir em parçebûn. Ji hev belav bûn. Me ji tenêtiyê li metropolan pir kişand. Lewma jî piştî vegerê me zêdetir qîmetê hev û yê axa xwe zanî.”
Piştî vegerê jiyana kominî
Dayika Ezîze jî wiha behsa wan rojên bi êş kir: “Niha di vê şehîdgehê de 6 şehîdên ji Gundê Ximsê hene. Xims gundê cîranê me ye. Axa me di nav hev de ye. Wê demê kontrgerîla diketin herêmê û însan dikuştin. Heke me ji gund bar nekiriba em jî dihatin kuştin. Bi rev me canê xwe xilas kir û em çûn Stenbolê. Kontra ketin nava milet, li aliyekî dikuştin li aliyê din giliyê milet dikirin. Hat rewşeke wiha ku her kes ji neçarî bireve û canê xwe xilas bike. Hemû alvên me di hundir de man û em çûn. Agir berdan xaniyê me û şewitandin. Gundiyên me zehf eziyet dîtin. Me zehmetî zehf kişand. Lê piştî em vegeriyan me jiyaneke hevpar û komunî ava kir. Em bi hev re bûn wekî malekê.”
Belê piştî van gotinan ya rast tiştekî ku mirov lê zêde bike tune ye. Lê wekî encam; em dibînin ku piştî vegera li gund êdî jiyaneke din pêşxistine. Li aliyekî bi çanda rêxistinî tev geriyane, li aliyê din hêj zêde ji ax û xwezaya xwe hez kirine. Hemû gundî bi awayekî komunal jiyane. Her kes bi hişmendiyeke malbatî, civakî û rêxistinî tevgeriyane û nêzîkatî avakirine. Gundê xwe parastine, ax û xwezaya xwe parastine. Bi taybetî jî nehiştine kes daristanan bibire. Her dar û zindîwarek pîroz dîtine. Nirx dane her tiştî. Mirov vê yekê baştir dibîne. Ew koçberiya neçarî ya li metrepolên Tirkiyeyê ji wan re bûye tecrubeyeke mezin bê lazime çawa li xwe, ax û xwezaya xwe xwedî derbikevin. Me ev yek bi zelalî dît û hîs kir. Belê mijara çîroka me “Deriyê Şîn” bû lê di bingeha xwe de jiyaneke bi wate bû ya ku me xwest raxin ber çavan.