Çîrokbêj Ayhan Erkmen ku gund bi gund çîrokan berhev dike bal kişand ser rola çîrokê û got: “Em kurd jî çi qas çîrokê xwe guhdar bikin û ji wê mîrateya kevnare peyaman hildin, em ê ew qasî xurt bibin.”
Çîrokbêj Ayhan Erkmen ku gund bi gund çîrokan berhev dike û çîrokbêjiyê dike, bal kişand ser rol û rista çîrokê ya di nava civakê de û wiha got: “Em kurd jî çi qas çîrokê xwe guhdar bikin û ji wê mîrateya kevnare peyaman hildin, em ê ew qasî xurt bibin û her wiha bextewar bin.”
Ji cureyên wêjeya devkî ya kurdî yek jê jî çîrok û çîrokbêjî ye ku kurdan bi hezaran salan êş û azarên xwe bi rêya vê wêjeyê ragihandine. Ev çîrok di şevbuhêrkên gundan de bi saya çîrokbêjan gihaştiye roja îro. Ev wêjeya devkî ya xwe disipêre bi hezaran salan, çendî niha wekî berê di şevbuhêrkan de ne berbiçav be jî, lê bi amûr û navgînên teknolojiyê xwegihandina wê her diçe berbelav dibe. Ji kesên ku bi rêya teknolojiyê van çîrokan radigihîne yek jê jî Ayhan Erkmen e.
Erkmen ku wekî derwêşekî sedsala bîst û yekemîn demeke dirêj e li ser çîrokan û çîrokbêjiyê hûr bûye, pirsên me yên têkildarî wêjeya devkî û çîrokbêjiyê bersivandin.
Ji bo kurdan çîrok tê çi wateyê?
Ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelên dinyayê çîrok, xwedî wateyeke giranbar e. Ji ber ku sosyolojiya wê civakê, xisletê wê civakê, mîrateya wê civakê di çîrokên wê civakê de veşartî ne. Gava mirov bixwaze civakekê nas bike hewce ye mirov berê xwe bide çîrokên wê civakê. Her civak bi efsane, mîtolojî û çîrokên xwe heye. Ji wê derê hêzê digire. Gava em berê xwe didin çîrokên me kurdan, egîdiya kurdan, bextê kurdbûnê, eşqa mezin hemû di çîrokên me de veşartî ne. Lê binerin çîroka Newrozê ya Kawayê Hesinkar, çîroka Memê Alan, çîroka Kela Dimdimê di nava xwe de ruhê kurdbûnê dihewîne.
Di çand û dîroka kurdan de çîrok xwedî rol û risteke çawa ne?
Çîrok di jiyana civakan de xwedî roleke mezin e. Lêbinêrin ji salan şûn de ew ruhdayîna çîroka Newrozê ya Kawayê Hesinkar kurdan li ser piyan digire. Çîroka Kela Dimdimê bi heman awayî. Her wiha çiroka Dewrêşê Evdî û Edûlê, mêrxasiya Dewrêş, hezkirina Dewrêş û Edûlê. Lehengê çîroka bi pêşengiya jiyana birûmet. Ew kesên dixwazin bi rûmet bijîn lehengên çîrokan ji xwe re dikin mînak û wekî wan tevdigerin. Xisletê wan hildidin. Civak çi qas bi çîrokan re bijî, ew qas li ser rastî û heqîqeta xwe dijî. Dîsa dibêjim, ev tenê ne ji bona kurdan ji bo hemû gelên dinyayê wisa ye. Dema ku jiyana William Wallace bû fîlm, gelên skoçî piştî hefsed salan bi vê fîlmê bêtir li nasnameya xwe xwedî derket. Em kurd jî di her 21’ê adarê de dema dadikevin qadan Kawayê Hesinkar ji me re rêbertiyê dike û em didin dû wî.
Te bi salan parêzerî jî kiriye. Piştre demekê jî şaredarî. Lê niha jî çîrokan berhev dikî û çîrokbêjiyê dikî. Çima çîrokbêjî?
Ez li dû zarokatiya xwe ketime. Heya 9 saliya min jî li gundê me ceyran tune bû. Em di odeyan dan diciviyan, di van civatan de çîrok û stran dihatin gotin, behsa meseleyên berê dihat kirin û her wiha bîranîn û şîret hebûn. Ew dem li ser ruhê min tesîreke mezin kiriye. Her ku çîrokên ez dibêjim, tu dibêje qey ez dîsa zarokekî heft heşt salî me û di bin tara wê odeyê de me, çîrokbêj diaxivin û dengbêj distrên û ez jî li wan guhdar dikim. Ev ji bo min deynek e. Ez jî ji ber wê tûrikê xwe hildidim û gund bi gund digerim û neçîra çîrokan dikim. Hûn bawer bikin ez qet ji cihekî jî destvala venegeriyame. Cihê ez diçimê çend çîrokan diavêjin tûrikê min û wisa min bi rê dikin.
Berê di nava kurdan de çîrok pir dihatin gotin û pir dihatin guhdarkirin. Niha rewş çi ye?
Mixabin di nav kurdan de eleqeya li hemberî çîrokê kêm bûye. Ya ku herî baş vê yekê dibîne jî ez im, ji ber ku ez çîrokbêjîyê dikim. Carinan diçim hin bajaran, ji bo çîrok guhdarkirinê tenê 5-10 kes dicivin. Lê li hin bajarên mîna Wanê ji bona guhdarkirina çîrokan 700 kes dicivin. Ev bajarên ku ji çîrokan hez dikin çavderiyeke min a wiha heye; bêtir bi nasnameya xwe ve girêdayîne, bêtir xwedî li çanda xwe derdikevin. Zimanê wan ê sûkê kurdî ye.
Li seranserê cihanê çîrokbêjî rol û risteke cuda dilîze. Di nav civakê dewekî rêbazeke rehabilîtasyonê tê bikaranîn. Çîrokbêj bi çîrokên xwe yê lehengî, bext û eşqê moral dide civakê. Civak ji van hestan hêz digire. Çîrokbêj peyamên sedsalan digihîne roja me ya îroyîn. Em kurd jî çi qas çîrokê xwe guhdar bikin û ji wê mîrateya kevnare peyaman hildin em ê ew qas xurt bibin û her wiha bextewar bin.
Lê em nikarin bêjin qet eleqeyek tune ye. Hema hema her meh ez li bajarekî bernameyekê li dar dixim. Her wiha dîsa li derveyê welat jî tevlî bernameyan dibim. Mînak, çendekî berê ez li Tiflîsê bûm, min li wê derê ji civaka kurdan re çîrok gotin. Adara 2024’an jî komeleyên me yên li DYA’yê ez vexwandim bajarê Newyorkê. Ez ê bi qasî mehekê li bajarên DYA’yê ji civata kurdan re çîrokan bêjim.
Di nava kurdan de têkiliya çîrok û stranê çiqas bi hev girêdayî ye. Gelo çîrok stranê xwedî dike yan jî stran çîrokê xwedî dike?
Her dengbêj di heman demê de çîrokbêje jî. Ger ku dengbêj bi çîrokan nizanibe ji bona wî kêmasiyeke pir mezin e. Dengbêj bi çîroka stranê zanibe bi wê hestê dijî û awaza wî jî xurt derdikeve. Dema çîrokê tîne zimên bi heman demê çîrokê jî dijî. Ji ber wê ye her straneke kurdan çîrokeke wê heye. Ger ku pir neyê zanîn jî ev rastîyek e. Gava mirov çîroka stranê zanibe ji stranê bêtir hez dike. Tu bi vî awayî wateyeke giran lê bar dikî. Lê her çîrok jî strana wê tune. Ew jî rastiyek e. Her çîrokbêj jî nastirê, tenê çîrokê dizane. Çîrok û stran hev xwedî dikin, hev dewlemend dikin, bi hev re diaxivin. Mînak gava mirov çîroka Memê Alan ji Dengbêj Cemîl Horo guhdar dike, bi saetan dajo. Hem çîrokê dibêje hem jî distrê. Baş e ku dengê wî hatiye qeydkirin. Cemîlê Horo niha bijiya û ji bo me bistra dibe ku ev destan bi çend şevan bihatana gotin. Car caran hin çîrok hêzê didin dengbêjan û dengbêj ji çîrokê stranan diafirînin. Minak çîrokeke min a Sî û Zelîxanê heye. Dengbêj Apê Zahiro ji bo vê çîrokê stranek afirand.
Tu çîrokan çawa berhev dikî?
Ez gund bi gund digerim. Du hefte berê ez çûm Qafkasyayê li gundê Gurcistanê li nava civaka kurdan ez geriyam, min çîrok gotin û guhdar kirin. Heftê borî kurdên me yê bajarê Konyayê ez vexwandim ba xwe. Ez çûm ba wan Cîhanbeylî, Haymanayê û gund bi gund geriyam. Ji min re gotin li gundê Kirkpinarê meta Zexo êdî çîrokan nabêje, nastrê. Min go min bibin ba wê. Ez ê wê bidim strandin. Dema ez çûm ba dayê bertek nîşan da got: “Ez çîrokan nizanim, ez nizanim bistrêm.” Min ji ber xwe ve dest bi stranekê kir, min dît bi stranê bersiv da min. Em vexwandin hundir. Ji me re heft-heşt stran gotin û çar çîrok. Ez sê rojan li gundê Konyayê mal bi mal geriyam. Pir bextewar bûm. Ne tenê li bakurê Kurdistanê li seranserê cihanê kurd xwe digihînin min û çîrokên bav û kalan radigihînin. Carinan jî kurdên me yên Rojava, Rojhilat, Başûr û yên li welatê Ewropayê dijîn li ser medyaya dîjîtalê xwe digihînin min û dixwazin çîrokan parve bikin. Bi deng, bi dîmen qeydan ji min re dişînin. Hûn bawer bikin ev çîrokhez nebin min ê nikaribûya ev qas çîrok berhev bikira.
Ez çîrokbêjiyê wekî hobiyê yan jî pê dema xwe ya vala derbas bikim nakim. Çîrokbêjî êdî jiyana min e. Ji bilî çîrokbêjiyê tiştekî nakim. Gund bi gund digerim, guhdar dikim, dinivisînim û parve dikim. Dema cihekî dîrokî dibînim tim bala min li ser çîroka wî ye. Dixwazim çîroka wî hîn bibim. Her tişt bi ruhê xwe heye. Her tişt bi çîroka xwe heye. Û di wan çîrokan de jî mirov dikare ji xwe re dersê derxîne.
Tu dikarî çîrokek xwe bibêjî?
Çîroka xwe ya çîrokê jî dibêjim. Ew çîroka ku min dibe wê çîrokê. Sal û nîvek berê dayiyeke 80 salî telefona min peyda kir û li min geriya. Min zêdeyî 40 çîrok çêkirine. Hemû temaşe kiribû. Li min geriya û got: “Kurê min kerem bike. Bibe mêvanê xwe. Ez ê ji te re çîrokan bibêjim.” Navê dayikê Ana Hacê ye. Hacêya Uzoyê Evdile. Li Çorluyê dijiya. Ez jî li Qersê bûm. Min got rojekê rêya min bi Stenbolê bikeve ez ê bêm. Mehek şûnde komeleyên me yên herêma Qersê ku li Stenbolê ne gotin; ‘Rojekê were ji me re çîrokan bibêje’. Çil roj beriya bernameyê min dît dayika Ana Hacê dîsa li min geriya. Got: “Ayhan min bihîstiye tu ji bo bernameyekê tê Stenbolê. Dema tu hatî, bibe mêvanê diya xwe.” Çil roj şûnde dema ez biçim bernameyê Ana Hacê serê sibê dîsa li min geriya. Ez li Gebzeyê bûm. Got: “Ayhan sibê bernameya te heye. Bila xêr be. Ez sibê texsiyê dişinim pey te. Bila te hildin bînin ba min”. Serê sibê xwarziyê wê Mihemed hat ez hildam. Ez birim Çorluyê. Navbera wê derê 160-170 kîlometre heye. Dema em çûn wir Ana Hacê bi bûka sifreyek dabû amadekirin. Her tişt hebû. Bawer bike tenê şîrê teyran tune bû. Hevjînê wê çend sal berê miribû.
Tevî law û bûkê xwe dijiya. Dema min lênûska xwe derxist û cihaza deng tomarkirinê derdixist. Min dît tiştek xist nava lênûska min. Min got ev çi ye? Got: “Lawo hinek pere ne. Karê hûn dikin pereyan nake. Qet nebe bi vî pereyî jî şîvekê bixwe.” Binerin sifreyek wisa amade kir. Ez hildam anîm. Bi wî emrê xwe yê mezin mêvandariyek mezin nîşanî min da. Têrê nekir, bi ser de jî pere xist nava lênûska min.
Li pêş çavên zarokên xwe pere neda min. Ji bo ez şerm nekim, dema zarokên wê derketin pere da min. Ana Hacê ji min re çîrok got. Ji min re Çîroka Emerê Hiso got.
Emerê Hiso kalikê Ana Hacê ye. Ji gundê Qeregunêya Qaqizmanê ya Qersê ne. Wê demê li gundê cîran Akdaxê, yek li birayê Emerê Hiso, li Nado dixe û dikuje. Lê navbênkar dikevin navberê jî Emerê Hiso li wan nayê. Dibêje kê li Nado dabin ez ê wan bikujim.
Sal derbas dibe. Payiza Derengî ye. Gundî ji zozanan daketine gund. Zeviyên payizê radikin. Mala Emerê Hiso tenê li zozanan e. Di esreke kûr de berfeke hûr dest pê dike. Siwarek rêya xwe şaş dike û tê ber deriyê Emerê Hiso. Hespê wî û siwar hildidin hundir.
Emerê Hiso siwar nas dike. Lê ji nenasiyê tê. Lê piştî siyar hinek bi ser hişê xwe de tê. Dibîne ku bi lingê xwe ketiye dafikê. Ew kesê ku Nado kuştiye bi lingê xwe hatiye mala birayê Nado, Emerê Hiso. Ruh jê dikişe.
Emerê Hiso dema vê yekê fam dike, bang dike û dibêje; “Gulîzer Zeo min û xwe bi qurbana mêvan bikin. Ji mêvan re quçik dadin. Berxekî serjêkin.” Quçik dadidin qeliyê didin ber mêvan. Xeber nadin û xwarin dixwin. Dûre zû bi zû nivînan datînin û Emer li rex mêvanê xwe dikeve nav nivînan. Lê xew nakeve çavê herduyan. Mêvan ditirse ku Emer wî bikuje. Lê Emer jî ditirse ku yek ji malê tiştekî bîne serê mêvan û navê wî bêbext derkeve. Bi berbangê re ezman cîk sayî ye. Radibe taştê didin mêvanê xwe. Piştî taştê mêvan li hesbê xwe siwar dibe û bi rê dikeve. Emer jî tifinga xwe hildide, li hespê xwe siwar dibe û dikeve kêleka mêvan. Heta sînorê gund mêvan dibe. Di vegerê de dibêje mêvan ‘Gidî nebêje ez nas nekirim. Tu kujerê Nado yî. Lê ez ne mirovekî bêbext im’.
Ji bo xatirê mêvantiyê min tu nekuşt. Lê ji vê saetê û şûnde tu li ku rastî min bê ez ê te bikujim. Mêvan diçe gund. Gundî li dora wî dicivin. Dibêjin; ‘Ebdê xwedê tu şev li ku mayî? Tu di wê tofanê de çawa nemir?’ Dibêje; ‘Wele ez mirî me’. Dibêjin ‘Tu çawa mirî ye?’
Dibêje ‘Emerê Hiso bi bextê xwe ez kuştim’, hal û meseleyê xwe dibêje. Piştre tevî gundiyan berdêlekî kom dike û kefenê xwe hildide û diçe ber deriyê Emerê Hiso. Dibêje; ‘Emer ez hatim. Ez ketime ber bextê te. Yan min bikuje, yan min efo bike. Vaye kefenê min û pismamê min hatine meytê min bibin. Emerê Hiso dibêje here min tu efo kir.
Ayhan Erkmen kî ye?
Erkmen ku di sala 1973’yan de li bajaroka Pazarcix a navçeya Dîgor a Qersê hatiye dinê. Piştî fakulteya hiqûqê kuta kir, li Qersê çend salan parêzertî kir. Erkmen ku demekê şaredartiya bajaroka Pazarcixê kir, di sala 2011’an de hat girtin û demekê di girtîgehê de ma.