12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîrok hêsan e!

Endamên ji dagirkerên kurdan ên weke ereb, faris û tirk ku ji ber pergal û tevliheviya welatên xwe yên weke Tirkiye, Îran, Sûriye û Îraqê mecbûr mane welatê xwe biterikînin û li welatên Ewropayê weke penaber bi cih bibin, li van welatan jî hebûnên kurdan qebûl nakin. Digel ku ew li welatên Ewropayê dibin şahidên demokrasiyê, nirxên wekheviyê û jiyîna biewlehiyê jî, ew bi heman helwest û refleksên çors nêzîkî hebûnên kurdan dibin. Ji ber ku ew xwe hîna weke serdest û kurdan jî weke bindest dihesibînin. Hişmendiya serdestiyê her bi wan re dimîne û nasîbê xwe ji nirxên mirovahiyê wernagirin.

Îcar; ger mirovên ji ber pergalên xwe ji mecbûrî terkîwelat bûne bi heman hişmendiyê tevbigerin, gelo yên weke rêvebir li ser wan pergalan mayî dikarin çi bi kurdan bikin û çi nekin?

Pirs ev e. Divê bersiv û helwest jî li dora vê hişmendiyê were bipêşxistin.

Gotineke feylesof Arthur Schopenhauer heye, gotiye, “Hemû netew hevdu biçûk dihesibînin. Hemû jî mafdar in.” Dema em vê gotinê ji bo netewên serdest li serradê xin, em ê bibînin ev hişmendiya ku feylesof diyar kiriye, di her mirovên netewa serdest de bi şiklekî bi cih bûye. Ger em gotinê li bêjing û moxilê xin, em ê ji ber sekna xwe ya çalakgerî li van helwestên nîjadperestî li ber pozên xwe rast werin. Dixwazim di vê mijarê de mînakekê bidim ji hezaran mînakên ku kurd li Ewropayê liqayî wan tên. Di dersa zimanê Fransî ya ku ji bo penaberên ji welatên cuda tê dayîn de, mamoste ji xwendekaran pirsa, “Li welatê we çend ziman tê axaftin?” kir û li bendeyî bersivên xwendekaran ma. Jineke srî lankayî behsa sê zimanan kir, jineke êrîtreyayê behsa çar zimanan kir û jineke sûriyeyî jî got, li Sûriyeyê bi tenê zimanê erebî heye. Dema ku ez li dijî bersiva wê derketim û min behsa zimanê kurdî û yên netewên dîtir kir, wê bi heterî û bi zimanekî sekterî got, li Sûrî pir hindik kesên kurdîaxêv hene. Û jixwe wê zimanê wan “hindikan” bi tiştekî nedihesiband jî. Dema min behsa 3 milyon kurdên kurdîaxêv li wê derê kir jî, wê got, na ne wiha ye û mamosteya me ya bi eslê xwe fransizî ku haya wê baş ji mesleyê hebû ji neçarî ser mijarê girt û nexwest di nava polê de nîqaşa penaberan bidome.

Dibe ku ev rûdan weke bûyereke lokal û spesîfîk were dîtin, lê zehfên kurdên me yên li Ewropayê her wextê bi van helwestên nîjadperestî rûbirû dimînin. Divê em van meseleyan weke prototîpên pergalên dagirkeran weke rûdanên sosyolojîk li ser wan hûr bibin û weke kurdên hemû derên cîhanê helwestên netewî bi pêş bixin.

Ger dagirkerek li dijî navê welatê te derdikeve û peyva Kurdistanê qebûl nake, ger zimanê te yê kurdî ji nedîtî ve tê, ger ala te ya çarrengî weke paçikekî dibîne, ger ji te dixwaze ku tu di nasnameya xwe de aydiyeta kurd û kurdistanî ya xweser (bi awayekî fermî) nîşan bide, hingê tu jî divê van hêmanên neteweyî derxî pêş û ji her tiştî bêtir li wan xwedî derkevî. Azmûn û rabirdûyên neteweyên xwedîdewlet vê rastiyê ji me re dibêje û em nikarin van rastiyan di ser guhên xwe re bavêjin. Çinku rêveçûn û serkeftinên têkoşînên netewan di tayeke nêzîkî hev de bi rê ve diçin. Dema mirov xwe û berxwedana xwe ji şoreşên cîhanê cudatir bibîne û li rêyên dîtir ên serkeftinê bigere, têkçûn û neserfirazbûn dê tim li pêşberî me be. Ji lewre dagirker mîna hev in, dijminantî bi dijwarî û nemirovatî têne kirin, pêwendiyên dewletên serdest bi heman rêbazan têne pêşxistin û berjewendiyên serdestan di ser daxwazên bindestan re têne hesibandin. Ji ber hindê divê mirov lîstikê li gora rêbazên wê bilîze.

Em di serdemekê re dibuhurin ku li ser axa Kurdistanê çîrok ber bi rewşeke geremol ve diherikin. Li Iraqê aloziya niha agahiyeke veguherandineke nû nîşanî me dide, Îran ji ber vê rewşê tev li vê aloziyê dibe û dê di feqa vedayî de wer bibe, Sûrî ji ber helwestên Amerîka û Ingilîstanê derbasî merhaleyeke dîtir dibe. Turkiyeya ku hemû hebûna xwe li ser tunekirina kurdan avakiriye weke gogekê di nava lingên bi dehan dewletan de bêserî diçe û tê, têkçûna wê jî dê ji ber vê helwesta wê be. Yanî kurd û kurdistanî li serê çatirêyeke nû ne û divê ji çar rêyan ji xwe re rêya herî rasteqîn hilbijêre. Formula bidestxistina vê rêyê jî, di lihevkirinên nava kurdan -çi bi aşkereyî, çi bi dizî- dikare pêk were. Yan wê mîna sedsal berê hemû zirêxên başiyê li xwe bipêçin, li dijî dagirkerên xerab derkevin û serkeftina xwe bi dest bixin ango dê bi dek û dolabên hemû dijminên xwe bixapin û çîroka xwe ya azadiyê bihêlin ji serdemeke nediyar re.

Serdem çi wext be jî, çîroka mirovan hêsan e. Ji destpêka hebûna xwe û heta niha mirov di kakilên xwe de weke xwe ne: Mirovên baş û mirovên xerab hene.

Ez dixwazim nivîsa xwe bi kurteçîrokekê bi dawî bikim ku vê dabeşkirina mirovan bi hêsanî vedibêje:

***

Bav û dêyek û du zarokên endamên malbateke biçûk hebûn.

Çîrok ne dûr û dirêj e, ne jî zargotinî ye.

Bav bi nexweşiya Koronayê ketiye. Ew bi halê xwe yê nexweş ji herdu zarokan re taştêyê amade dike.

Zarok li ser sifreya hazir rûdinin.

Bav ji hinav de dikuxe, hew namîne ku bifetise.

Kurê mezin dibêje:

-Tu çima li vê navberê dikuxî?

Kurê biçûk baz dide, îskanek av ji bavê xwe re tîne û dibêje:

-Bavo, qey tu pir nexweş î?

Bav piştî vexwarina avê li herdu zarokan dinêre, vedigere ser hevjîna xwe û jê re dibêje:

-Pîrka min tim digot, du çeşnên mirovan hene: Mirovên baş û mirovên xerab.

Dayika ku ji hêrsan rondikên çavên xwe bi zorê digirt, ji hevserê xwe re dibêje:

-Yanî tu dibêjî çi? Tu ji bo kê wiha dibêjî?

Û bi van pirsên xwe dixwaze hinekî herdu zarokan hişyar bike.

Bav bi kurt û kurmancî bersiva gişan dide:

-Hurmê, kurên min, çîrok hêsan e hêsan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê