Dozgeriya navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbol bi hinceta ‘rêxistinên sûc avakirine, xapandin, kaçaxçîtî û pereyê reş’ derbarê Can Holdîngê de lêpirsîn dabû destpêkirin û di encama lêpirsînê de biryara binçavkirina 10 kesan hatibû derxistin. Ji 10 kesan 6 kesên hatine binçavkirin û piştî derketin pêşberî dadgehê 5 ji wan hatin girtin.
Li gor daxuyaniya Dozgeriya Kuçukçekmeceyê dayî de derbarê xwediyê Koma Cînerê Tûrgay Cîner jî biryara girtinê hatiye dayîn lê ew derketiye derveyî Tirkiyeyê. Koma Cînerê bi salan e li Şirnexê dixebite û santrala Termîk a ku li bajaroka Bêspin ya navçeya Silopya Şirnexê bi kar tîne. Ev santral bi salan e gelê Şirnexê jehrî dike.
Li gor agahiyên çavkaniyên nêzî Koma Cînerê dane, ev demeke dirêj e, Tûrgay Cîner santrala termîkê derxistiye firotinê û haya wî ji vê operasyona li hember wî hebûye. Çavkaniyan diyar kirin ku Koma Cînerê bi rêya xebatên xwe yên Şirnexê pereyê reş xistiye nava bazirganiya xwe.