Li gorî agahiya servîsên meteorolojiyê, tê payîn ku di 4’ê Tîrmehê de li kembereke berfireh a ku ji navenda welêt ji başûrrojavayê rojhilatê Çînê derbas dibe, baraneke xurt bibare.Ji ber baranê û fikarên li ser felaketên xwezayî, di asta herêmî de hişyarî hate dayin.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Çîna Nû ragihand ku Çîn wê di meha Tîrmehê de bi gelek karesatên xwezayî, bi taybet mîna lehî, bayê xurt û germahiya bilind re rû bi rû bimîne.
Li gorî medyaya xwecih li bakurê rojavayê Çînê, parêzgeha Shaanxî vê hefteyê piştî rewşa xirab a hewayê y bi dehan mal û rê ziyan dîtin.
Rayedarên parêzgeha Hunan a li navenda welêt di 3’ê Tîrmehê roja Yekşemê de ragihandin ku ji ber lehiyên hefteya bihurî ku di encamê de zêdetirî 2 hezar xanî ziyan dîtibûn de 10 hezar kes ji wir hatine derxistine.
Zanyar destnîşan dikin ku Çîn di mehên dawî de bi şert û mercên hewayê yên dijwar re rû bi rû maye û ji ber guhertina avhewayê bandora wan dijwartir bûye.
Di vê navberê de her ku diçe germahî bandorê li bakurê welêt jî dike, li Pekînê û herêmên cîran di rojên dawî de germahî derket 40 derceyan û jortir.
Germahiya li paytexta Çînê di dawiya Hezîranê de gihîşt 41,1 ° C. Ji sala 1961’an vir ve bû roja herî germ a meha Hezîranê.