Van cînavkan di hevoksaziya kurdî de xwedî ristên jêçûyî ne û bi qasî cînavkên din çalak qertafên cînavkî nagirin. Her wiha di çand û baweriyên beriya dînên yekxwedayî de jî sêalîzmê tînin ziman.
Cînavkên kurdî û wateya wan a dîrokî û civaknasî, mijareke divê ku zêdetir li ser were sekinîn e. Di heman demê de ji nîqaşan re jî vekiriye. Ku lêkolînên pêwîst li ser werin kirin, heya astekê di averêbûna dîrokî ya civaka kurd de jî dibe ku ramanên zelal di hişê civaka Kurd de bide der. Her wiha ev mijar, ji bo pêkvehatina ziman ji xweberiya dengan e yan di pîvaneke hişî û bi çandê re pêk hatiye, bêhtir bibe mijara lêkolînên bi çawanî girîng e. Her çiqas di nava zaravayên kurdî de cudahî xwe bidin der jî bes ev tevahiya mijarê ji hevdu cuda nake. Di kurmancî û zazakî de cînavka “ez”, xwedî risteke dêrîn e.
Di mîtolojiyên Kurd û Arî de ji bo hebûna (mirov jî) destpêkê jî bikar hatiye. “Azî” (di hin herêm û serdeman de dibe “Adî” jî) di heman demê de Stêrk e jî. Di bawerî û çandên asîmanî de Stêrk û ronahiya ku hatiye hebandin e jî. “Êzî”yê ku di Êzidiyan de Xweda ye jî bi vê ve têkildar e. Divê ku navê “Îsa” =(Azî) jî bi vê ve têkildar be. Sedema ku wekî cînavk ji bo kesa-ê yekemîn bikar tê jî bi vê ve têkildar e.
Çawa ew hebûna destpêkê nîşan dide, bi heman awayî di ziman de jî ji bo kesa-ê destpêkê bikar tê. Bi heman awayî gava yekî got “ez”, ew xwe bi nîşaneya destpêkê ve jî girê dide. Ev nîşane, destpêka raman, çand, civak, bawerî û hemû pîvanên ku civak li ser pêk hatiye û pêş ketiye dide nîşan.
Di Soranî û Goranî de li cihê “ez”, “min” bikar tê. “Min” bi awayê tewandî kurmancî û zazakî de jî heye. Peyvên “Ezman”, “Mazda”(Maza) ku di dîrok, bawerî û zargotina kurdî de gelek girîng in divê ku ji bo vê teşeyê bikar hatibin. Dibe ku “ez”, paşê wekî teşeyeke çandî û bawerî di kurmancî û zazakî de xwe dabe der. Lê berovajî wê jî gengaz e.
Cînavka duyemîn “tu”(ti, to, te), di heman demê de hejmara “du” jî nîşan dide. Ev, wekî nîşaneya dayikê jî xwe dide der. Peyvên “dê”, “da”, “ca”, “day”(dayê, dayik) bi vê nîşaneyê ve têkildar in. Ev peyv di heman demê de tê wateya “cih” jî. Ku ji xwe dayik, nîşaneya cih û war e.
Helbet bi demê re dengnasî û dengsaziyên ziman rastî guherînên domdar hatine ku ev pêvajo hîna jî didome. Lê çawa ku di vir de nîşaneyên mîtolojiyî yên afirîneriyê di ziman de dixuyên, bi heman awayî ev jî tê hişê mirov; gelo cînavka “ez-mi-min- ji bo cînvkên Nêçîrvan(an jî Koçer), cînavka “tu” ku cih û dayikê nîşan dide jî piranî ji bo çandiniyê ristên pêşengiyê lîstine?
Li vir pirsa zayendê jî xwe dide der. Heke destpêk “mê” be, dê ev bi çi awayî were destgirtin? Lewre peyvên “Mê”, “Ma” ku ji bo ramana qewmên Neolîtîk û beriya wê bikar tên, di zimanê kurdî de dayikê nîşan didin û di heman demê de jî cînavka yekemîn (min-mi) ye. Lê ev bi qasî Kurdî nebe jî, di zimanên din de jî heye. Xweda yan jî Mîrê Pêşkurd û Ariyan bi navê “Dîyas”(Dayza, Deza) “Dewo” jî dibe ku bi vê cînavka duyemîn ve girêdayîbe. Ev, di heman demê de Dualîzma ku di çand û baweriyên kurd de (têkilî û wekheviya Jin û mêr, nêr û mê) xwedî ristên girîng in jî radixe ber çavan.
Cînavka sêyemîn di tevahiya kurdî de xwedî rewşa herî belav e. Ji hejmarên cînavkê bigre heya awayê bikarhatinê ev wisa ye. Dibe ku ev cînavk, ji klanê derbasbûna hozê jî rave bike. Yan jî li gorî civaksaziya wê demê zêdetir bûbe xwedî rist.
Di zimanê kurdî de wekî di zazakî de “a”, “o”, “ew” (hin mînakên wê yên bindevokî jî hene); di kurmancî de “ew”, “wê”, “wî”; di Goranî de “a”, “o”, “ad”, “ade”, “adê”, “ew”, (cureyên bindevokî hene); di soranî de jî “ew”.
Van cînavkan di hevoksaziya kurdî de xwedî ristên jêçûyî ne û bi qasî cînavkên din çalak qertafên cînavkî nagirin. Her wiha di çand û baweriyên beriya dînên yekxwedayî de jî sêalîzmê tînin ziman.
Dibe ku di nava xwe de serdemên ku hoz komên mezin pêk anîn û mîkrobajarên destpêkê ku têkiliyên civakî li gorî wê sist in jî bîne ziman. Anku di ziman de jêçûyîbûna van cînavkan bi tenê rastlêhatina ji ber xwe ya dengan e yan bi rewşên pêşveçûnî yên civakî, çandî, bawerî û hwd. ve jî têkildar in?
Vebijêrka duyemîn hîna zêde nêzî rastiyê tê. Sedema ku di kurdî de cînavka sêyemîn ew qas jêçûyî, ji aliyê dengnasî, dengsazî ve ji hev cûda, zêde û hwd. divê ku bi pêşveçûn û qewimînên dema xwe ve girêdayî be.
Ev rewş vê pirsê tîne hişê mirov: gelo mirovan beriyê cînavk bikar anîne? Hinek zimanzan cînavkan wekî teşeyên paşê rave dikin. Lê dibe ku ev berovajî be. Lewre mirov di wê çawaniyê de nîn in ku di serê serî de navan li her tiştî bikin. Heke wisa be, gelo mirovan karibûye di serî de şeş, heft cînavkan bikar bînin?
Dibe ku nikarîbin. Bi rewşa çawaniya hejmarî û çandî ya civakî re divê ku cînavk an hatibin dîtin an jî hejmarên wan zêdetir bin û li gorî ramana vê nivîsê jî wateyên çandî, civakî, bawerî û hwd. li wan bar bibin. Balkêş e ku van cînavkan ji aliyê peyvzanî ve navê Xwedayên dînên sêalîzmê (destpêka Paganan) di xwe de dihewînin. “Aw”, Awa”, Aoa”, “Ana”,Îna” (gelek mînakên wê hene).
Cînavka çaremîn di kurdî de xwedî risteke taybet û pirjimar e, her wiha di hemû zaravayên kurdî de (ji bilî hin awayên dengnasî) jî bi yek teşeyî bikar tê: wekî “ma” (zazakî), “em-me” (kurmancî, “ême” (Soranî û Goranî). Bi tenê dengdêrên wê di zaravayan de rastî guhertinan hatine. Ev cînavk, çaralîzma ku di civaknasiya kurd de xwedî risteke girîng e jî tîne ziman.
Hejmar û peyva “çar”, di ziman, bawerî, çand û civaknasiya kurd de gelekî girîng e. Wekî biwêj bi vê girîngiyê îro jî ji gelek aliyan ve bikar tê. Ev cînavk, dibe ku demên çand û baweriyên ji Zervanîzmê bigre heya Mazdeîzm û Zerdeştiyê nîşan bide, di wan deman de rista wê zêdetir pêş ketibe.
Di ziman de yekîtî, diyarbûna çand û bawerî û civaksaziyê tîne holê. Lê dibe ku mirov vê demê hîna jî paş de bibe; dibe ku ew yekbûna mîtolojiyî ya dema qewmê “Ma-Mê” jî rave bike. Ev cînavk, di nava xwe de ramaneke girîng a yekîtiya çandî, dibe ku aborî, bawerî, zanistî, civakî û hwd. jî bihewîne. Di hemû zaravayên kurdî de yekbûna wê dibe ku bi vê pêşveçûna civakî ve têkildar be. Serdem kîjan dibe bila bibe, lê risteke bi vî awayî ya vê cînavkê dibe ku hebûbe.
Cînavka pêncemîn ku pirrjimara pêncemîn e, wekî taybetmendiya kitbûnê (yan jî bi rewşa serdemên xwe ve têkildar) di zimanê kurdî de ji cînavka çaremîn cuda xwedî rewşên cuda ye. Dibe ku li gorî pêşveçûnên civakî û çandî, di navbera derketina pêş a van cînavkan de (yan jî girtina ristên pêşeng) bi hezaran an jî bi dehan hezar sal hebin.
Ev cînavk di Kurmancî de “hûn-we”; di zazakî û goranî de “Şima-Şime”; di Soranî de “êwe” ye. Her wiha cudahiyên bindevokan jî divê ku li ber çavan werin girtin. Hûn a kurmancî tê wateya ronahî, roj, kom û hwd. Dîsa wekî “An, “On”, “Ana” jî di Sumer, Hûrî û hin Ariyan de navên Xwedayên demê ne.
Yekbûna xweza, civak, feza û hwd. nîşan didin. “şima” jî tê wateya stêrk û ronahiyê. Bi dibetiyekê him nasnavên pêşeng û pîrozên civakî ne him jî navê Xwedayên demê ne. Bi navê “Şama-ş”(Şa-ma) ê Xwedayê Mîtanî-Gûtî ve têkildar e. Wekî “Şah” heya vê demê jî di nava Ariyan de nasnavê Mîran e. Tê wateyên coş, ronahî, ken, şahî û hwd. Wekî ku civaksazî û civaknasiya serdemên eşîr û konfederasyonên eşîrî di ziman, çand û baweriyan tîne hişê mirov. Anku ev cînavk di vê serdemê de zêdetir rista pêşengî û serhildaniyê be. Di soranî de wekî “êwe” derbas dibe. Divê ku nêzî hûn, win, we ya Kurmancî be. Xwedî rewşeke darijtî ye. Bi cînavka sêyemîn ve têkildar e.
Cînavka şeşemîn di kurdî de li gorî pirjimarên beriya xwe him wisa zexm nîn e him jî xwedî rewşên darijtî û xweser e. Di kurmancî de “ew-an”; di zazakî de “ê”, “ên”; goranî de “adê” û di soranî de “wan” e. Dîsa mînakên wan ên bindevokî jî xwe didin der. Di kurdî de dengên “ê”, “a”, “w” ku van cînavkan pêk tînin, xwedî wateyên nediyar in. Ev cînavk ku xwedî ristên dawîn ên pêşveçûna ziman (di rexê cînavkan de) in, bi heman awayî dibe ku van dengên xwedî wateyên kêmdiyar an jî nediyar girtibin. Lê bi ramana bi jor ve têkildar, piranî pirjimarên cînavka sêyemîn in di hemû zaravayan de. Ew jî dikarin wekî nediyariya pêşerojê, yan jî dema fireh a ku em jî di navê de ne, werin destnîşankirin.
Sedema ku şeş cînavkên sereke hene jî dibe ku bi ramana Giyaneweran a hejmara gerdûnî (kozmîkî) ya şeşan ve têkildar be. Dîsa awayên wan ên tewandî ku di hin zaravayên kurdî de hene jî, hejmarên nîşaneyî û pîroz ên şeş, dozdeh ku dozdeh mehên salê nîşan didin ve têkildar bin. Ev hejmar, xwedî ristên serdemî yên afrêneriyê ne jî ku cînavk, bi vê pêkhatin û pêşveçûna xwe afirandina jiyanê wekî nîşaneyên deng û têgînî radixin ber çavan. An jî wateyên bi vî awayî li wan hatine barkirin. Cînavkên din piranî pêkhateyên cînavkên kesane ku li jor hatin destgirtin û hin peyvên din ên têkildar in. Lê di kurdiya ku zimanekî pêkhatî (ji nava xwe) ye de bingeha hîma piraniya peyvan diçe yek xalekê ku ji bo cînavkan jî ev derbasdar e.