Cînavk, bi derketina holê ya ziman re hişkehişk girêdayî ne, çawa ku bi destpêka civakbûnê ve girêdayî be… Pêkhatina mirovahiyê û civakbûnê bi ked, ramandin û hêza afirandin, ango hişmendiyê re eleqedar e. Van hêmayan mirovahî aniye ba hev, têkiliyên civakî bi vî awayî derketine holê. Ziman jî encama van têkiliyan e. Yanî ziman ne hêmayeke çêkirî, îlahî ye, hemayeke pêkhatî ye, qewimî ye. Kîngê mirov weke hêmayeke civakî derkete holê, pêşiyê afirandina amûrên debara xwe pêk anîn, nas kir, paşê xwe nas kir, pê re yên ku pê re ditêkilîn nas kirin.
Di setpêkê de navên mirovan ên taybet tune bûn. Piştî mulkiyetê, bi mirasa mulkiyeta taybet re navên taybet hatin dayîn da ku xwediyê mulkiyetê bê zanîn û naskirin. Navên mirovan, di destpêkê de bi hiqûqa mulkiyetê re yekser girêdayî ye. Heta niha di tu lêkolînên erdkolannasiyê (arkeolojik) yên li ser heyama neolîtîk û pêşiya neolîtîkê hatine kirin de, kesek li rastî navê mirovan ên taybet nehatiye dîtîn ku bi hêmayên keşifkirî yan jî di bermayiyekê re hatibe pênasekirin, xêzkirin. Bi hêmayên ku weke baweriyê îşaret dikin re jî nehatine dîtin. Ji ber ku wê heyamê mulkiyet hevpar bû, nijada mirovan li gorî dayikan dihat naskirin, hewceyî bi navên taybet nebû. Hewceyiyeke xurt ji bo bikaranîna cînavkan hebû.
Bi têkiliyên mirovî-mirovahiyê re çi jin, çi mêr, yekser ji xwe re gotin ‘ez’, ên li hember xwe re gotin ‘tu’, yên dûrî xwe re gotin ‘ew’; eger weke kom piranî bûna û bixwe jî tê de bûna jê re gotin ‘em’, piraniya yên nêzik ku xwe jî tê de nebûna jê re gotin ‘hûn’, piraniya ji dûrî xwe re jî dîsa gotin ‘ew’. Weke mînak beriya Çaçan, Bedirxan ango navan cînavkên ‘ez’, ‘tu’, ‘ew’, ‘em’, ‘hûn’, ‘ew’ dihatin bikaranîn. Helbet eynî bi dirûvê îro nebûn, dibe ku bi demê re hinek guherîn, weke dirûvê îro girtin. Çi dirûv bibe bila bibe karîgerî-fonksiyona wan eynî ye. Yanî beriya navan, di destpêka mirovbûnê de cînavk hebûn, navên kesan ên taybet tune bûn. Daboriya cînavkan ew qas kevn ne, xwe digihîne destpêka bikaranîna ziman. Bi vê yeke îspat dibe ku eleqeya cînavkan, derketina wan a holê bi têkiliyên piştî derketina mulkiyetê re nîn e: Ne xwedayan, ne xwedavendan, ne jî têkiliyên wan bi deman re nîn e. Di heyama zimanên yekkiteyî de hatine bikaranîn, balkêş e ku hemû zimanên li pêş tên zanîn cînavk yekkiteyî ne. Navên cînavkan li gorî her erdnîgariyekê dirûv girtiye.
Ev gotar, bi nivîsa birêz Daxistan Payçû ya bi navê Cînavkên kurdî û wateya wan a dîrokî û civaknasî (Xwebûn- hejmar 301) re eleqedar derkete holê. Daxistan Payçû wiha dibêje, “Di mîtolojiyên Kurd û Arî de ji bo hebûnan (mirov jî) destpêkê jî hatiye bikaranîn. ‘Azî’ (di hin herêm û serdeman de dibe “Adî” jî) di heman demê de Stêrk e jî. Di bawerî û çandên asîmanî de Stêrk û ronahiya ku hatiye hebandin e jî. ‘Êzî’yê ku di Êzidiyan de Xweda ye jî bi vê ve têkildar e.” Payçû her şeş cînavk jî bi vî teşeyî şîrovekirine, wateyên cuda lê bar kirine. Her wiha her cînavkek li gorî hêmayên mitolojik, dayikbûn û hêmayên bi vî rengî rave kirine.
Di destpêkê de divê bê diyarkirin ku ev metodolojiyeke ne rast û ne zanistî ye. Mijara cînavkan mijareke zimannasiyê ye. Di qada etîmolojiyê de koka peyvan tê ajotin, guherînên wê yên li gorî heyaman tên şopandin. Lê ev şiroveya nivîskar ne etimolojik e, zêdetir dişibe teşeyê îdeolojîk, ramanî û felsefî.
Werin em bi mantiqekî hêsan û nezanistî; yê rojane nêzî vê ravekirinê bibin û bipirsin. Pirsa pêşîn ev e, heta heyama xweda û xwedavendan mirovatiyê cînavk bi kar dianîn an na? Eger bi kar nedianîn, di dewsa cînavkan de çi bi kar dianîn? Gava yekî/ê bang li yê, ya din dikir gelo tenê îşaret bi kar dianîn? Eger cînavk bi kar anîbin ev angaşt an teza birêz Payçû tê çi wateyê?
Bi rastî em bikaranîn an jî destpêka cînavkan bi tezên ku Payçû, bi şeş xalan diyar kirine nikarin rave bikin. A wî destnîşan kiriye, texmînî sê-çar hezar salan vir ve ye cînavk derketine holê, di dîroka beriya wê de miroviyê bi hezaran salan zimanê xwe bê cînavk pêşde biriye. Ma ev yek çawa dibe? Me şertên ku cînavk derxistine holê û bi ziman re eleqeya wan li jor diyar kir. Ne pêkan e ku mirov pênasekirina cînavkan mîtolojî, xweda, xwedavend û dayikbûnê ve girê bide. Ev yek ji sergêjiyê wêdetir tiştek nîn e. Veçirandina koka hin pêyvên weke teşe nêzî navên cînavkan belkî bi çav û guhan re xweş bên lê weke metodolojî tu tiştekî îfade nakin. Jixwe destpêka têkilîdanîna mirovahiyê vê rêbazê red dike. Mirovahî li gorî plan û projeyan pêş neketiye. Di hîmê pêşketina mirovahiyê de peresanek heye, diqewime û pêşî civatê, piştî ku civat weke civak dikemile, paşê civakê pê re pêş dixe. Têkiliyên mirovan û pêdiviyên rojane li mirovan ferz dikin ku ziman bi kar bînin, danûstandinan bikin, xîtabî hev bikin. Dema ku xîtap hebe, misoger cînavk jî heye. Li gorî hebûna heyî, mirov xwe û civata pê re dijî pênase dike; ez, tu, ew, em, hûn, ew bi vê têkiliyê re derdikevin qada ziman. Ev jî teqabulî hezar salên beriya heyama neolîtîkê dike.
Em her tiştî bi hêmayeke pîrozwer girê bidin, em ê tenê xwe bixapînin. Di dîrokê de hêmayên ku pîrozwer bên pênase û ravekirin hene. Lê mixabin her tişt bi vî teşeyî bê îfadekirin, wateya yên hewce jî kêm dike, heta bêwate dike. Ez vê rêbazê, bi taybet ji bo nivîskarê gotarê nabêjim. Mixabin ez dibînim ku ev rêbaz di gelek qadan de xwe nîşan dide. Ez nasandina pirtûkan ji bo projeya medyayê pêk tînim. Hevalên me yên vê rêbazê di wêjeyê-romanê de jî bi kar tînin hene. Bi niyeteke paqij hewl didin ku tiştinan, li gorî dîtina xwe bi teşeyên nû biafirînin. Lê çi, çawa û çima tê kirin metodolojiya wê nadin ber çavan, lêkolîn nakin, çawa lê tînin wisa dikin. Hin kes hene ku romana heyama neolîtîkê nivîsîne. Di wê heyamê de kesayetiya taybet nîn e, karakter nîn e, nav nîn e; ji ber wê jî ji bo romanan leheng nîn in. Yanî romana wê heyamê nabe, yan jî heke teqez roman bê nivîsandin, romana her kes pêzanê wê ye nîn e. Spartineke li heyamê ye, zordayîn e lê divê neyê jibîrkirin bi spartin û zordayînê nabe. Dîk hêk nake, ga nazê.
Em di gotara Daxistan Payçû de jî spartin û zordayîneke bi vî rengî dibînin. Wî weke misoger rave nekiriye, dibêje belkî wiha bibe. Her çend misoger nîşan nedabe, bernîqaş diyar kiribe jî ev metodolojî ne rast e. Di hişê wî de hêmayên felsefî û îdeolojîk; weke xwedavend, pîrozweriya jin û dayikan, heyama neolitik û girêdayîbûna wê bi kurdan re, hene. Mijara cînavkan pê ve girê dide. Lê girêdana vê mijara cînavkan, bi van hêmayan re ne guncav e. Eleqeya “Azî”, “Adî”, “dê”, “da”, “ca”, “day” bi cînavkan re nîn e. Eger îleh mirov bixwaze eleqeyekê dayne, divê mirov çavkaniya “Azî”, “Adî”, “dê”, “da”, “ca”, “day” bi cînavkan dayne, ne ku cînavkan bi wan re. Berî her tiştî cînavk hêma û diyardeyên dîrokî nîn in, hêmayên xwezayî yên ziman in. Li ser wan peresana etîmolojîk; çawa guheriye, waryantên wê çi, çawa ne û hwd dikare bê kirin lê bi vî teşeyî nabe.
Daxistan Payçû mijareke girîng girtiye dest, hewldaneke hêja ye. Mijarên li ser ziman her tim girîng in. Her çiqas hewldaneke hêja be jî divê aliyê wê yê metadodolojîk bê nirxandin, ji bo rast û teqezkirina rêbaz, metodolojiya rast û mijarên guncav hewceyî bi nirxandin û rexnekirina wê re heye. Ev gotar jî bi vê mebestê hate nivîsandin.