Tevgera Jinên Azad (TJA) piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ku di 27ê Sibatê de bi raya giştî re parve kir, ji bo pêkanîna vê bangê ket nav hewldanan û xebatên xwe li ser vî esasê pêk anî. TJA dê di heman çerçoveyê de di 31ê gulanê saet di 16.00 de li Qada Şêx Seîd a Amedê bi dirûşma “Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin” dê meşeke jinan li dar bixe.
Em der barê armanca meşê bi aktivîsta TJAyê Çîmen Fîdan re axivîn.
Aktivîsta TJAyê Çîmen Fîdan di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku yên herî zêde xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dertên jin in û wiha got: “Dema di 27ê sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kir jinan bi peyam, çalakî û sekna xwe piştgiriya vê bangê diyar kirin. Wek tê zanîn beriya 27ê sibatê TJAyê konferansa xwe li darxistibû û biryar girtibû ku dê ji bo azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan xebat bên meşandin, jin xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe berfireh bikin.”
Çîmen Fîdan der barê xebatên ku TJAyê daye meşandin de wiha axivî: “Ji bo pêkanîna vê bangê jin li kolanan xebatên rêxistinkirinê dan destpêkirin û nirxadinên Birêz Ocalan ji bo fêmkirina pêvajoyê hatin xwendin, nîqaş hatin kirin. Herwiha jinan di şandeyên ku der barê pêvajoyê de serdanên Başûr, Rojava û dîasporayê kirin de cihê xwe girt. Jin banga ku hatiye kirin dîrokî dibînin ji ber vê jî dê bersivdayîna vê bangê jî bi awayeke dîrokî bê dayîn. Dîsa tevlibûna jinan a bîranîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jî nîşaneya piştgiriya wan a ji bo banga 27ê sibatê ye.”
‘Jin kirde ye’
Çîmen Fîdan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nêzikatiya desthilatê ya li dijî jinan û wiha dirêjî da axatina xwe: “Wek tê zanîn desthilatdarî jiyana koletiyê li ser jinan ferz dike. Li hemberî vê ferzkirinê jin li ber xwe didin. Desthilatdarî jinên tênakoşin, li ber xwe nadin, sekan in û di nav çar diwaran de hatine sînordarkirin dixwaze. Dixwaze jineke ‘meqbûl’ ava bike. Wek ku me got jin jî li dijî vê bi salane têkoşîna xwe didomînin. Jin bi vê têkoşîna xwe hem dixwazin xwe azad bikin hem jî dixwazin wekheviyeke bidin avakirin. Meşa ku di 31ê gulanê de bi dirûşma “Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin” pêk bê jî di heman çerçoveyê de dê bê kirin. Jin di pêvajoyek ku çareseriya demokratîk tê nîqaşkirin de xwe wek kirde dibîne. Ev meşa ku dê bê lidarxistin jî girêdayê banga Birêz Ocalan e.”
‘Meş li dijî tacîz, tecawiz, bişaftin, qirkirin û tecrîdê ye’
Çîmen Fîdan der barê armanca meşê de ev tişt anî ziman: “Bi salane li ser erdnîgariya Kurdistanê şer tê meşandin. Ji bo ku ev şer bisekine û aştiyeke bê avakirin divê di destpêkê de tundiya li ser jinan û civakê ji holê bê rakirin. Meşa me ji bo jiyanek wek hev e. Dîsa em her roj dibin şahidê tacîz û tecawiza ku li ser jinan pêk tê. Ev jî encama şerê ku tê meşandin e. Wek tê zanîn zarok pêşeroja me ne. Em dikarin bibêjin ku ev meş di heman demê de ji bo parastina zarokan ango pêşeroja civakê ye. Dîsa li ser xwezayê qirkirinek kûr tê meşandin. Xweza bi xwe jiyan e. Di vê çerçoveyê de meşa me ji bo parastina xwezayê ango jiyanê ye. Siyaseta qirkirin û bişaftinê li ser gelan tê meşandin. Ev meş ji bo hemû gel karibe bi çand, ziman û nirxên xwe bijîn tê li darxistin. Dema em îro dinêrin girtîgeh bi girtiyên nexweş tije kirine û ev girtî di bin tecrîdeke giran de ne. Ev meş ji bo deriyên girtîgehan bên vekirin û tecrîd bi dawî bibe tê kirin. Mirov dikare bi sedan pirsgirêkên bi vî awayê rêz bike. Bi giştî em dikarin bibêjin ku jin van pirsgirêkan wek pirsgirêkên xwe dibînin. Ji ber vê yekê jî li dijî hemû pirsgirêkên civakî dimeşin. Em bawerin dê vê meşê pir xurt derbas bibe jî.”
Banga meşê
Çîmen Fîdan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hemû aktivîstên jin ên ku ji bo mafan têdikoşin, femînistên ku ji bo jinan têdikoşin bên di 31ê gulanê de tev li vê meşê bibin. Yên ku herî zêde bi astengiyan re rû bi rû dimînin jinên ciwan in ji ber wî divê tev li meşê bibin. Hunermend û rewşenbîrên jin ên ku ji bo hemû civakê xebat dikin û rastê tundiyê tên divê di meşê de cihê xwe bigirin. Em ji xwe û hêza xwe bawer in. Heke em tiştek bixwazin em dikarin bikin meriyetê. Ji ber vê yekê em ji 7 heta 70 salî bang li hemû jinan dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi me re bimeşin.”