Ka em îro jî pirsek bipirsin, gelo xweparastin çi ye, çima divê û bi taybet ji bo jinan çima bingeha her tiştî ye? Rêber Ocalan dibêje; ‘’Xweparastin, polîtîka ewlekariyê ya civaka exlaqî û polîtîk e.’’
Eger em îro behsa têkoşîna bi ser xistina vê polîtîkayê dikin, yek ji mijarên serekê ku jin pê re têdikoşin, pergala heyî ye. Ji bo vê yekê pêş bixînin divê di serî de civaka exlaqî û polîtîk pêş bixînin. Civakek ku nikaribe xwe biparêze, ne mimkun em bêjin civakek exlaqî-polîtîk e. Yek kêm, an zêde jin li tevahiya cîhanê bi pirsgirêkên dişibin hev re rûbirû tên. Pirsgirêkên nenaskirina vîna jinê, êrîşên curbecur ku tacîz, tecawîz û girtin serkêşiya wan êrîşan dikin û dîsa bi tinehesibandina ked û hebûna jinê. Ev hemû û jê zêdetir jî, sedemên têkoşînê ne. Jin êdî gihiştin vê zanebûnê ku eger nebin yek, wê têkoşîna wan bi ser nekeve û li gorî wê jî xwe bi rêxistin dikin. Mînakên wê bi taybet di rojên têkoşînê yên jinan de li tevahiya dinyayê tên dîtin. Bi milyonan jin beyî ku ji hevdu agahdar bin jî di wan rojan de dadikevin qadan û dengê xwe ji bo mafê xwe bilind dikin. Dîsa di xwedîderketina li mafên jinan ên li tevahiya dinyayê de ev yek tê dîtin. Mînak jinên li Efganistanê.. ji bo xwedîderketina li têkoşîna jinên efgan li tevahiya dinyayê jin bi hezaran peyam dan û diyar kirin ku ew ê jinên efxan bi tenê nehêlin.
Ev yekitiya jinan bi taybet di salên dawî de bû sedem ku gelek kesên ku baweriya xwe bi guhertinê naynin jî tevlî têkoşînê bibin. Hêzek ewqas herikbar weke ya jinan dibe sedem ku hêzên desthilatdar ên dewletan hemû jî berê xwe bidine têkoşîna jinan û bikin armanca êrîşên xwe. Lê ya girîn niha çi ye? Xweparastin e. Xweparastin di heman demê de tê maneya bihêzkirina pergalê. Naveroka xweparastinê ji xwe di peyvê de xuya dibe. Divê jin xwe biparêzin ji ber ku eger em ji bo azadiya jinê dibêjin heman tişt ji bo xweparastinê jî derbasdar e, xweparastina jinê, xweparastina civakê ye jî.
Têkoşîna her jinekê dibe mezinkirina têkoşînê. Nepejirandina fikrê zilamsalariyê li ser xwe bi tena serê xwe jî têkoşînek e. Ev yek li hemû qadên jiyanê tê dîtin. Jin li her dera cîhanê dibin qurbanê polîtîkayên şer û krîzên desthilatdaran. Her ku ev êrîşa li dijî jinê zêde be divê were zanîn ku ev ne tesadufî ye, ev yek encamê polîtîkayên têkçûyî yên desthilatdariya baviksalar û pergala kapîtalîzmê ne. Her ku jin çavê xwe ji vê yekê re vedike wê bibîne ku êrîş û qetilkirina jinan ne şexsî û ne li ser bûyeran tên kirin.
Dijminê mirovahiyê ku bi hêza jinê bi destê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ9 hat têkbirin, DAIŞ jî yek ji wan mînakan e. Qey DAIŞ ji ber xwe ve çêbûye û xwe birêxistin kiriye? Na! Lê hêza pêşeng ya jinan, YPJ’ê wisa lê anî ku tirsa wan a herî mezin bi ser wan de were. Çeteyên weke DAIŞ’ê û hêzên desthilatdar yên ku ewqasî bi ser dijminahiya jinan xwe didin meşandin, herî zêde ji hêza jinê ditirsin. Yek ji sedemên vê jî ev e ku jinê biçûk dibînin. Baş e, me mînaka YPJ’ê da em li vir îşaret pê bikin ku YPJ jinê birêxistin kir û bi ‘Xweparastinê’ jinê anî astek gelek bi hêz. Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi artêşbûna jinê jixwe mînaka herî mezin a vê rêxistiniyê ne. Berê kes bawer nedikir ku jin bikaribin bi hêza xwe, xwe bi rêxistin bikin û xwe biparêzin, lê bi artêşbûnê jin êdî nîşan dan ku ew ne muxtacin mêr parastina wan bikin. Rêber Ocalan ji bo wê mijarê jinan hişiyar kir û got ti carî baweriya xwe bi zilaman neynin. Rast e em milê eskerî digirin dest lê cesareta ku jinên şerker didin hemû jinan di hemû qadên jiyanê de berbelav û mezin dibe. Her ku jinek bi hêza xwe ya parastinê bawer be dikare vê bi derdorê re bide hîskirin û bandorê li dora xwe jî bike. Xweparastin bi awayek rêxistinkirî mimkun e, ji ber vê yekê ye desthilatdar bi qutkirin û tenêhiştinê hewl dide vê yekê bişikîne. Bi şikandin û belavkirinê hêvî dike ku serweriya xwe bidomîne.
Divê ne civak ne jî jin xwe teslîmî wan hewldan û hedefgirtinan neke û têkoşîna xwe ji bo xweparastinê bidomîne lê Rêber Ocalan xeteriyek din jî wiha anî ziman; mirov li dijî dewletê bi parolaya tavilê bibe weke dewletê rabe û ev tê wê maneyê hewl dide bibe amûrê desthilatdariyê.
Em vê carê jî bi banga KJK’ê ya ji bo jinan xatir bixwazin; Dem ew dem e ku li her derê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ eniya azadiyê ya jinê, berxwedan û xweparastina jinê bi pêş ve bibin, sîstema konfederal a jinê ava bikin û azadiyê bikin yekane alternatîfa cîhanê. Li ser bingeha em li ber xwe bidin, xwe bi rêxistin bikin û bi ser bikevin, dem hatiye ku em weke tevgerên jinê hêza xwe bikin yek.”