Bi giştî di serdem û dîroka civaka êzidî de û heta niha kurdên êzidî li hemberî komkujî û kuştina kesayetan rû bi rû mane. Piştî êrîşên dewleta tirk li ser nexweşxaneya Sekîniyê di 17’ê tebaxê de komkujiyek pêk hat û di encamê de 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa berî çend rojan bi êrîşeke hovane Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser ya Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel û zarokên wî hatin qetil kirin.
Dema em rewşa Iraqê ji başûr heta bakur di ber çavan re derbas bikin, em dibînin tê de gelek hêzên herêmî û navnetewî bernameyên xwe henin. Her yek ji wan dixwazin bi riya piştgiriya bi komên çekdar re berjewendiyên xwe bi cih bînin. Her wiha piştgirî û alîkariya DAIŞ’ê û komên radîqal jî dikin. Bi vî awayî dixwazin bernameyên xwe yên stratejîk li Iraqê pêk bînin. Di encamê de dixwazin serweriya xwe li ser Iraqê ferz bikin.
Îran û Tirkiye jî li herêmên Iraqê xwedî hêzên nerewa ne û herdu jî armanca serweriya xwe li Iraqê ferz dikin. Di pêşbirkê de ne û bi taybetî li navçeyên bi nakok ên girêdayî madeya 140 a destûra Iraqê ku Şengal jî di nava van navçeyan de ye. Ji ber ku ji bo hemû hêzan Şengalê li devereke stratejîk in, ji bo serweriya xwe li wir jî ferz bikin hemû hêz di pêşbirkê de ne. Nemaze ji ber ku Şengal, Sûriye û Iraqê bi hev ve girê dide girîng e.
Îran û Tirkiye li Iraqê xwedî bernameyeke taybet in. Îran piştgiriya hêz û aliyê Şîayan dike da ku kevaneke Şîayî ava bike û eniya xwe ya hundurîn bi rêya Iraqê biparêze. Tirkiye jî dixwaze li rex tirkmenan aliyên sûnî bi ser xwe ve bîne da ku karibe serweriya xwe li herêmên Kerkûk, Mûsil, Şengal û Tileiferê ferz bike. Her du alî jî dixwazin hilberîna petrola Iraqê bi dest xwe ve bînin û serweriya dergehên sînorî bikin. Armanca van her du dewletan jî aboriya xwe ku aloziyên giran dijîn, geş bikin. Li aliyekî din ev her du dewlet di siyaseta Iraqê de xwedî gotinên bibandor in.
Pêşbirkiya Tirkiye û Îranê li Iraqê nîşaneya têkçûyîna Iraqê ya di demên pêş de ye. Her wiha ev nîşaneya derketina aloziyeke demdirêj ya li Iraqê ye. ji ber ku gelek dosye hene û nehatine çareserkirin. Dibe ku li Iraqê şerekî navxweyî rû bide û bi hêsanî ev şer neyê vemirandin.
Dema em fermana dawî ya li dijî kurdên êzidî ya tebaxa 2014’an tînin bîra xwe eşkere ye ku hovîtiyên herî giran li dijî civaka êzidî pêk hatin. Lê vê carê ji bo êzidiyan dem guheriye û dema êzidiyan rûreşiya hemûyan eşkere kir, dest bi xebatên xwebirêxistinê kir û di demeke lez de hêzên xwe yên parastinê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û rêveberiya xwe ya xweser ava kirin.
Ji bo rêveberiya xweser li Şengalê were hilweşandin di 9’ê cotmeha 2020’î de komployek li dijî Şengalê hat meşandin. Her çiqas were gotin ev komplo bi navê hevpeyaman 9’ê cotmehê di navbera hikûmeta Kazimî û Partî Demokartî Kurdistan (PDK) de hat meşandin jî di vê komloyê de her wiha gelek dewletên weke Tirkiyeyê beşdar bûn. Lê bi saya berxwedana kurdên êzidî û dîplomasiya ku Rêveberiya Xweser a Şengalê ev komplo hat pûçkirin.
Piştî ku dewletên beşdarî komploya 9’ê cotmehê bûne civaka êzidî bi hêza xwe komplo pûç kir. Dewleta tirk êrîşên xwe yên ezmanî li dijî kesayetên êzidî zêde kirin. Dewleta tirk îsal Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û di van demên dawî de jî Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel qetil kirin. Dewleta tirk tunekirina civaka êzidî kiriye armanca xwe. ji ber vê yekê bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide Rêveberiya Xweser a Şengalê hilweşîne. Lê li aliyê din civaka êzidî êdî ji van siyasetan haydar e û li hemberî van komployan xwe bêtir birêxistin dike û li hemberî hemû metirsiyan li ber xwe dide.